Gelên Fransayê federalîzmê dixwazin

Gelên Fransayê nema modela jakoben a terîtoryal qebûl dikin.

73 ji % gelên li Fransayê daxwaza federalîyê dikin.

Piranîya civakê dixwazin herêm li gorî krîterên çandî û zimanî bên damezrandin.

Daxwazên parastina nasnameya herêmî û zimanî di nava civaka Fransayê de xurt dibe.

Piranîya gelên li herêmên sînor dijîn, dawxaza otonomî û federalîyê dikin.

Agahîyên derbarê mijarê de bi rapirsîyeke dawî ya ji alîyê Ifopê ve hat kirin derket holê.

Rapirsî ji bo tevgera Herêm ê û Gelên Piştgirîya Hev Dikin hat kirin û pirs ji 2,000 kesên ji di temenê 18 û berjortir ku li herêman û qada metropolîtan (Parîs ê bajarên din ên mezin) dijîn, hatin pirsîn.

Herêmên anket lê hat kirin ev in: Alsas, Bretonya, bakurê Katalonyayê, Korsîka, bakurê Baskê û Savoy.

Encamên anketê nîşan didin, helwesta ji bo parastina nasnameya herêman di nava 30 salên dawî de hîn bêtir xurt bûye.

Daxwaza ji bo federalîyê

Daxwaza ji bo desentralîzyonê di nava alîgirên hemû partîyan de destekê dibîne.

71 ji % civakê daxwaza federalîzmê dike û 73 ji % yê civakê ji bo zêdekirina erkan dixwazin referandûm bê lidarxistin.

Daxwaza federalîzmê li Alsasê 86 ji %, li Korsîkayê 76 ji % û li Bretonyayê 78 ji % ye.

30 sal berê kesên destekê didan federalîzmê pir kêm bûn û loma jî vê encamê ji bo gelek kesan suprîz bû.

Nexşeya herêman ku bi reforma 2015an derket holê.

Nexşeya herêman a 2015an

Encamên rapirsînê nîşan dide, piranîya civakê li dijî reorganîzasyona herêman e ku ji alîyê serokwezîrê berê François Holland ve hatibû kirin.

Gelên Fransayê daxwaz dikin, faktorên çandî û zimanî ji bo dîyarkirina sînorên herêman wekî krîter bên qebûlkirin.

Hikumeta Holland di 2015an de nexşeya herêman guherandibû û 13 herêmên mezin damezrandibû.

Berîya vê, hejmara herêman 22 bû û hin ji wan li gorî pîvanên çandî û zimanî hatibûn damezrandin.

Reforma terîtoryal a Holland ji alîyê 84 ji % alsasî û 72 ji % brîtanîyan ve tê redkirin.

Kîjan herêm çi dixwaze?

Alsasî dixwazin ji herêma bi navê Grand Est bên veqetandin û wekî berê herêma Alsasê bê damezrandin.

Alsas xwedî mîrateyeke xurt a zimanî ya devokeke almanî ye û ev jî bingeha ji bo daxwaza otonomîyê ye.

Herçi Korsîka ye, sê par ji çar parên civakê destekê dide otonomîya polîtîk.

Kesên li giravê daxwaza otonomîyê dikin digihîje 87 ji % hemû nifûsê.

Bretonya tevlî Alsas û Korsîkayê herêmeke din e ku daxwazên parastina nasnameya herêmî xurt de.

Ji bilî daxwazên otonomîyê, 48 ji % civaka brretonî dixwaze departmana Loire-Atlantique bi Bretonyayê ve bê girêdan.

Li herêma Savoyê ku heta niha zêde deng jê dernediket, daxwazên otonomîyê zêde dibe.

51 ji % civaka herêmê dixwazin Savoy bibe otonom.

Daxwazên çandî û zimanî

Rapirsîya dawî nîşan dide, daxwazên çandî di nava gelên li herêman pir xurt e.

93 ji % korsîkîyan, 91 ji % baskîyan û 90 ji % alsasîyan dixwazin zimanên li herêmên tên axaftin, bên parastin.

Gelên li van herêman dijîn, dixwazin perwerdeya zimanên dayikê bibe parçeyeke sîstema perwerdehîyê.

Herwiha, 81 ji % civaka fransî destekê dide perwerdeya zimanê dayikê.

Infowelat

——————————————-

Foto: Ala Fransayê

Fransa reforma herêman qebûl kir

infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdî li Enqereyê qedexe ye

Êrişeke din a li dijî kurdî li Parlamentoya Tirkîyeyê pêk hat. Serokê parlamentoyê Numan Kurtulmuş …