Pisporê federalîzmê Khim Lal Devkota gotareke bi sernavê “dersên Swîsreyê yên ji bo rêwîtîya federal a Nepalê” nivîsand.
Di gotarê de tê gotin, “mînaka Swîsreyê nîşan dide, rêvebirina baş, sazîyên xurt û federalîzma kêrhatî pêdivîyên ji bo pêşketinê ne.”
Nepal welatekî Asyayê ye ku piranîya erdên wê ji Çiyayên Hîmalayayan pêk tê. Piştî şerekî navxweyî ya wêranker, monarşîya rêveber û hêzên mixalif li hev kirin. Bi dûv peymana aştîyê re, Nepalê di 2015an de destûra xwe ya bingehîn guherand û modela federalîyê qebûl kir. Lêbelê tevî 10 sal di ser vê re derbas bû jî, sîstema federalîyê hîn jî bi rengekî kêrhatî nehatîye meşandin.
Pisporê federalîyê Khim Lal Devkota ku ji vî welatî ye, li ser vê mijarê gotarekê nivîsand. Gotara bi sernavê “Dersên Swîsreyê yên ji bo rêwîtîya federal a Nepalê” di rojnameya bi îngilîzî Kathmandu Timesê de hat weşandin.
Devkota di gotarê de Swîsre û Nepalê wiha dide ber hev:

“Li gorî IMFê (Fona Pereyan a Navneteweyî) Hilberîna Nesafî ya Navmalî (HNN) ya Nepalê 48 milyar dolar e lê yê Swîsreyê 1,000 milyar dolar e ango 21 caran ji ya Swîsreyê zêdetir e. Hatina serê her mirovî valahîya hîn bêtir firetir nîşan dide: Ev reqem li Nepalê 1,486 e lê li Swîsreyê 111,716 ye. Lêbelê ij alîyê coxrafya û nifûsê ve Swîsre ji Nepalê 3.6 car biçûktir e.”
Pisporê nepalî sebeba vê rewşê bi serfirazîya federalîzma Swîsreyê girê dide dibêje “Mînaka Swîsreyê nîşan dide, rêveberina baş, sazîyên xurt û federalîzma kêrhatî pêdivîyên ji bo pêşketinê ne.”
Sebebeke din a serfirazîya modela Swîsreyê ya di gotarê de cî digire guherîna bênavber ya destûra bingehîn e. Nivîskarê gotarê dibêje, Swîsreya ku di 1848an de federalîyê qebûl kirîye 200 car destûra bingehîn guherandîye. Guherînên hatine kirin sebebeke esasî ya ji bo serfirazîya modela federal a Swîsreyê tê qebûlkirin.
Nepal dikare çi ji Swîsreyê hîn bibe?
Khim Lal Devkota ji bo Nepal jî modela Swîsreyê fêr bibe pênc nuqteyên giring tesbît dike:
- Xwerêvebirin û xurtkirina erkên lokal. Dema xebatên gelemperî yên ji bo civakê di asta beledîye, kanton û an Konfederasyonê de tên meşandin bêtir nêzîkî welatîyan dibin.
- Otonomîya kantonî û hebûna cot-parlamentoyî (Parlamentoya Federal û Konseya Neteweyî). Her kanton xwedîyê destûra bingehîn, parlamento, hikumet û dadgehên xwe ye. Ji bo guherînên destûra bingehîn piranîya du par ji sê parên welatî û kantonan pêwîst e.
- Demokrasîya rasterast û beşdarîya welatîyan a bi rêya referandûm û însîyatîfên gel ku destûrê dide welatî encamên destûra bingehîn û xebata xebata parlamentoyan kontrol bikin.
- Wekhevkirina darayî û piştgirîya bi rêya sîstema Wekhevkirina Darayî ya Neteweyî pêk tê. Bi vê sîstema ku ji alîyê federasyon û kantonên dewlemend tê fînansekirin, salane bi milyaran frank di navbera kantonan de tê belavkirin.
Infowelat
Fotoyê sereke: Nexşeya federal a Nepalê