Kongreya samîyan di 1917an de civîya

Samiyên norwêcê ji têkoşîna neteweyî re pêşengiyê kirin û di 6êsibata 1917’an de li Trondheimê Kongreya Yekemîn kom kirin.

Ji hemû erdên samî lê dijîn 150 nûner tevlî vê kongreyê bûn.

Di kongreyê de di meseleyên çêrandina pezkoviyan, têkoşîna hiqûqî, perwerde û birêxistinkirina civakê de biryar hatin girtin.

Miletê samî cara ewil di 1917’an de ji bo mafên xwe yên neteweyî gaveke siyasî avêt.

Samiyên norwêcê ji têkoşîna neteweyî re pêşengiyê kirin û di 6êsibata 1917’an de li Trondheimê Kongreya Yekemîn kom kirin.

Ji hemû erdên samî lê dijîn 150 nûner tevlî vê kongreyê bûn.

Di vê bernameya dîrokî de çar meseleyên giring ên ji bo pêşketina samiyan hatin nîqaşkirin.

Meseleyên li ser wan biryar hatin girtin ev bûn: Çêrandina pezkoviyan, têkoşîna hiqûqî, perwerde û birêxistinkirina civakê.

Miletê samî ji sedsala 19.ê pê ve rastî kampanyayên asîmîlasyonê yên Norwêc, Swêd, Fînland û Rûsyayê hatibûn.

Di serî de Norwêc, her çar dewlet mêtingeriyeke xedar li welatê samîyan meşandibûn.

Guherandina dînê civakê û tunekirina çand û ziman stûnên sereke yên polîtîkaya asîmîlasyonê bûn.

Kî ne Sami?

Samî miletekî otokton ê bakurê Ewrûpayê ye ku 12,000 sal in li ser erdên xwe dijîn.

Ji ber polîtîkayên kolonîzasyonê hejmara samiyan niha daketiye li derdora 100,000î.

Samî miletekî otokton ê bakurê Ewrûpayê ye ku 12,000 sal in li ser erdên xwe dijîn.

Welatê samiyan Sapmî di navbera çar welatan de hatiye parvekirin.

Ji ber polîtîkayên kolonîzasyonê hejmara samiyan niha daketiye li derdora 100,000î.

Li Norwêcê 65,000, li Swêdê 20,000, li Fînlandê 8,000 û li Rûsyayê jî 2,000 samî dijîn.

Ji ber şert û mercên cografîk û polîtîkayên dewletan, zimanekî yekgirtî ya samiyan pêk nehatî ye.

Harîteya welatê samiyan tevlî ala samî. /Reddit

Ji salên 1970an û bi şûn ve mafên samiyan gav bi gav hatine naskirin.

Di 1973an de li Fînlandiyayê û di 1989an de jî li Norwêcê parlementoyan samiyan hatin damezrandin.

Di 1993an de Swêdê nasnameya samiyan naskir û destûrê da parlemena wan bê damezrandin.

Infowelat

——————————-

Foto: Kongreya Samiyan a li Trondheimê/ Wikipedia                       

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …