Puigdemont bû namzetê serokatîya Katalonyayê

Carles Puigdmeont namzetîya xwe ya ji bo serokatîya Katalonyayê ragihand.

Puigdemont di dema referandûma serxwebûnê ya di 2017an de serokê Katalonyayê bû û ji ber zilma sîyasî derketibû derveyî welêt.

Hilbijartina giştî yê Katalonyayê wê di 12yê gulanê de bê lidarxistin.

Carles Puigdemont namzetîya xwe ya ji bo serokatîya Katalonyayê ragihand.

Serokê berê Katalonyayê Puigdemont pêr derbarê vê mijarê de li bajarê Elnayê daxuyaniyekê da.

Lîderê katalan xwe wekî “namzetê jinûveavakirinê” pênase kir û got, ew ê rûmeta serokatîya Katalonyayê “bi rengekî îlegal” rastî midaxaleya dewleta îspanyol hatîye, lê vegerîne.

Hêjayî gotinê ye, Elna bajararekî bakurê Katalonyayê ku niha di nava sînorên Fransayê de ye.

Puigdemont ji ber qedexeya xwe ya sîyasî nikare biçe Katalonyayê û carinan tevlî çalakîyên tevgera katalan ên li vî bajarî dibe.

Puigdemont di dema referandûma serxwebûnê ya di 2017an de serokê Katalonyayê bû û ji ber zilma sîyasî derketibû derveyî welêt.

Lîderê katalan, îsal ligel partîya xwe Juntsê li Brukselê bi Partiya Sosyalîst a Karker a Îspanyayê (PSOE) re tevlî hevdîtinên ji bo damezrandina hukumeta navendî bûbû.

Her du alî di hevdîtinan de ji bo avakirina hukumeteke di bin serokwezîrîya Pedro Sanchez de li hev kiribûn.

Efûya ji bo serxwebûnxwazan

Di berdêla desteka Juntsê ya ji bo vê hukumetê, sosyalîstên îspanyol pêşnûmeyeka efûyê amade kiribûn.

Ev pêşnûme hefteya borî ji aliyê Parlamentoya Îspanyayê ve hatibû qebûlkirin.

Di berdêla desteka Juntsê ya ji bo vê hukumetê, sosyalîstên îspanyol pêşnûmeyeka efûyê amade kiribûn.

Ev pêşnûme hefteya borî ji aliyê Parlamentoya Îspanyayê ve hatibû qebûlkirin.

Çav li rê ye, piştî prosedûrên hiqûqî ku dikare çend meh dom bikin, wê pêşnûme têkeve merîyetê.

Bi vê pêşnîyazqanûnê di serî de Puigdemont, bi sedan katalanên di referandûma serxwebûnê de xwedî rol in, tên efûkirin.

Ev jî destûrê dide serokê berê yê katalan Puigdemont careke din tevlî hilbijartina giştî ya Katalonyayê bibe.

Puigdemont ji bo hilbijartina Katalonyayê wê tevlî hilbijartina Parlamentoya Yekitîya Ewrûpayê nebe ku wê di 9ê hezîranê de bê lidarxistin.

Hilbijartina giştî yê Katalonyayê wê di 12yê gulanê de bê lidarxistin.

Infowelat

—————————-

Foto: Daxuyanîya Puigdmeont a li bajarê Elnayê/X.com

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …