Belçîka, futbol û sirûda neteweyî

Sirûda neteweyî ya Belçîkayê êdî wê bikaribe bi sê zimanî were xwendin.

Versiyona bi Fransî, Holandî û Almanî wê di maça di navbera tîma Belçîka û Estonyayê de bê xwendin.

Sirûda neteweyî ya Belçîkayê êdî wê bikaribe bi sê zimanî were xwendin.

Versiyona bi Fransî, Holandî û Almanî wê di maça di navbera tîma Belçîka û Estonyayê de bê xwendin.

Maç wê di 12 îlonê de li paytext Brukselê ya Belçîkayê bê lîstin.

Federasyona Futbolê ya Belçîkayê ji bo versiyona bi sê zimanî pêşengiyê kir.

Federasyona Belçîkî di daxuyaniya derbarê mijarê de vê agahiyê da:

Lîstikvan û alîgir li gorî zanîna sirûda neteweyî ya Belçîkayê ji hev vediqetin. Federasyon bi riya sirûda Brabançonne a bi sê zimanî, dixwaze dawî li vê bîne. Êdî wê herkes bikaribe sirûda bi sê zimanan bixwîne.

Gotinên sirûda neteweyî wê li ser ekranên stadan bên weşandin û bi vî awayî jî herkes bikaribe bi hev re wê bixwîne.

Sirûda La Brabançonne

La Brabançonne di eslê xwe de sirûdeke bi Fransî ye û di 1830’an de bi Fransî hatiye nivîsandin.

Belçîka di 1921’an de biryarê dabû, sirûda neteweyî wê bikaribe li zimanên Holandî û Almanî bê wergerandin.

La Brabançonne di eslê xwe de sirûdeke bi Fransî ye û di 1830’an de bi Fransî hatiye nivîsandin.

Di vê salê de Belçîka bi têkoşîneke neteweyî ji Qraliyeta Holandayê veqetiyabû û serxwebûna xwe bi dest xistibû.

Belçîka di 1921’an de biryarê dabû, sirûda neteweyî wê bikaribe li zimanên Holandî û Almanî bê wergerandin.

Piştî pêkhatina hişmendiya zimanî û etnîk a li Flandreyê, di 1938’an de wergera La Brabançonne a Holandî hatibû kirin.

Niha ji bilî Fransî û Holandî wergera Almanî ya La Brabançonne fermî tê qebûlkirin.

Zimanên Belçîkayê

Belçîka ji 4 herêmên ziman pêk tê: Herêma Fransîaxêf, herêma Holandîaxêv, herêma Almanîaxêf û herêma duzimanî ya Paytext Brukselê.

Herêmên ziman ên Belçîkayê. /Harîte: Wikipedia

Belçîka welatekî pirzimanî ye û digel ku di Destûra Bingehîn de nayên diyarkirin jî Fransî, Holandî û Almanî zimanên fermî yên welêt e.

Belçîka ji 4 herêmên ziman pêk tê: Herêma Fransîaxêf, herêma Holandîaxêv, herêma Almanîaxêf û herêma duzimanî ya Paytext Brukselê.

59 ji % civaka Belçîkî bi Holandî, 40 ji % bi Fransî û 1 ji % bi Almanî diaxivin.

Infowelat

————————

Foto: Kampanyaya Federasyona Futbola Belçîkayê ya ji bo versiyona sêzimanê ya sirûda neteweyî

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

A plurality of Chinese languages

In the PRC, where Mandarin Chinese is aggressively promoted as the official language, a similar …