Fatoş DEMIRTAŞ
Di 2023an de zêdetirî 266,000 penaber bi rêyên kaçax çûne Almanyayê.
Ev jî nîşan dide, rêjeya penaberîyê li gorî du sal berê ji % 33 zêdetir bûye.
Penaber herî zêde ji Sûrîye (54,207 kes), Tirkîye (35,732 kes) û Afganistan (35,370 kes) çûne Almanyayê.
Almanya daneyên dawî yên derbarê penaberîya kaçax de eşkere kirin.
Di 2023an de zêdetirî 266,000 penaber bi rêyên kaçax çûne Almanyayê.
Ev jî nîşan dide, rêjeya penaberîyê li gorî du sal berê ji % 33 zêdetir bûye.
Ofîsa Polîs a Krîmînal a Federal (BKA) radigihîne, penaxwaz herî zêde ji Sûrîye (54,207 kes), Tirkîye (35,732 kes) û Afganistan (35,370 kes) çûne Almanyayê.
Di heman salê de 326,300 penaxwaz hatine 27 welatên Yekîtîya Ewrûpayê.
Ji vir jî dîyar dibe, piranîya penaxwazên tên Ewrûpayê Almanyayê tercîh dikin.
BKA di daxuyanîya xwe de derbarê rotayên penaberîya ber bi Almanyayê de jî agahîyan dide.
Polonya welatê transît e
Polonya bi rêjeya % 41ê welatê yekemîn e ku penaber di ser wê re derbasî Almanyayê dibin.
Piştî Polonyayê, penaber herî zêde di ser Awusturya (% 29.4) û Komara Çek (% 22.5) re diçin Almanyayê.
BKA radigihîne, piranîya penaberan bi alîkarîya kaçaxçîyan tên Ewrûpayê.
Berî niha Sirbistan welatê herî giring ê li ser rotaya ber bi Yekîtîya Ewrûpayê de bû.
Lê ji ber tedbîrên li dijî penaberîya kaçax, êdî ev rota zêde nayê tercîhkirin.
Rêwîtîya bi xetere
Kaçaxçî di rêyên ber bi Almanya û welatên din ên Ewrûpayê de rîskên mezin digirin û ev jî jiyana penaberan dixe nava xetereyê.
Penaber piranî bi wesatîyên ji bo mirovan ne xwedî guncaw in, tên veguheztin.
Di van wesayîtan de oksîjen kêm e û penaber nikarin têra xwe avê vexwin.
Herwiha, di dema rêwîtîyên di zivistanê de wesayît nayên germkirin û ev jî rîska qefilandina penaberan zêde dike.
———————————————–
Foto: Logoya Ofîsa Polîs a Krîmînal a Federal (BKA)/Wikipedia
Infowelat