Arşîvên Tag: zimanê dayikê

Dersa zimanê dayikê têra fêrbûnê nake

  Xwendekarên ku li Swêdê yek ji zimanên kêmneteweyî yên mîna romanî, samî yan jî fînlendî dixwïnin heftiyê herî zêde saetekê vê dersê dibînin. Radyoya Swêdê rapirsiyek şiyandiye ji hemû şaredariyên Swêdê re û ji bersivan diyar dibe ku zarok ji pêşniyazên têne kirin gelekî kêmtir dersa zimanê dayikê dibînin. …

Bêtir »

Ji % 40’ê cîhanê bi zimanê dayikê perwerde nabe

Rapor destnîşan kir ku di civakên pir-etnîkê yên wekî Tirkiye, Nepal, Pakîstan û Guatemalayê de ferzkirina zimanê serdest bi riya sîstema dibistanê herdem bûye sebeba newekhevîtiya civakî û çandî. UNESCO (Rêxistina Perwerde Zanist û Hevkariyê ya Neteweyên Yekbûyî) bi raportekê diyar kir ku ji % 40’ê nifûsa cîhanê bi zimanê …

Bêtir »

21ê sibatê roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî

Hîn îro jî li Tirkiye, Îran î li Suriyê bi mîlyonan zarokên kurdan her roj tên asîmîlekirin. Sistemên perwerdeyên van hersê dewletan yek ji yeka din şoventir, nîjadperestir û asîmîlekartir e. Di perwerdeyê de plannameyeke (mufredateke) weha ҫêkirine û piştî dibistana seretayî êdî polîtîkaya wan a asîmîlê digêhe armanca xwe. …

Bêtir »

Ji bo perwerdeyê ya esasî biryara gel e – I

      Li welatê me di salên dawî de nêzîkbûneke nû ku ji aliyê gelek derdorên bi perwerdeya bi zimanê dayikê re eleqeder ve hîn baş nehatiye famkirin, derdikeve holê. Di dewsa daxwaza “perwerdeya bi zimanê dayikê” de ku di bîst salên dawî de me dibihîst, êdî qala “perwerdeya …

Bêtir »

Pêşdibistana li Galê bi însîyatîfa sivîl vedibe

    Li herêma Galê ya li Brîtanyayê pêşdibistaneke din ku bi zimanê galî wê zarokan perwerde bike, hat vekirin. Dêbavên li Deganwyê dijîn wê ji îro pêve bibin xwedî derfeta perwerdeya zarokên xwe bi zimanê wan ê dayikê. Menter Iaith (Însîyatîfa Ziman)  ji 2010’an û vir ve bi riya …

Bêtir »

AWIREK LI SER PERWERDEYA PIRZIMANÎ Û REWŞA KURDÎ *

      Berfîn Ide DEMIRAL   KURTE Perwerdeya du / pirzimanî li gelek welatên cihanê yên ku xwedî pirziman û pirçandî ne pêk tê. Ji van welatan Amerîka, Afrîka û Herêma Xweser a Baskê xwedî mînakên perwerdeya pirzimanî ne û ji aliyekê de bûne modelên baş, her weha ji …

Bêtir »

PİRZİMANÎ AN JÎ DOMANDİNA ASÎMÎLASYONÊ

Perwerde qadeke bingehîn e ku hêzên serdest herdem dixwazin bi riya kontrolkirina wê bernameyên xwe yên tehakumê li ser civakê ferz bikin. Yek ji aliyê herî girîng ê perwerdeyê bikaranîna zimanekî navgîn e. Hêzên zordest polîtîkayên xwe yên ziman ku li ser yekzimaniyê hatine damezrandin, di perwerdeyê de meşandine û …

Bêtir »

Sarria: Em li Baskê perwerdeya zimanê dayikê naparêzên

    Di roja duyemîn a sempozyûma li ser perwerdeya zimanê dayikê, bi axaftinên li ser ceribandinên parastin û perwerdeya zimanên kêmar ên li Ewropayê dom kir. Bi taybetî Paul Bilbao Sarria yê ji Welatê Baskê agayên balkêş ên di warê parastin û perwerdeya zimanê Baskê de da. Aliyên balkêş …

Bêtir »

Li Amedê damezrandina perwerdeyeke xweser hat nîqaşkirin

    Sempozyûma navneteweyî ya Perwerderdeya bi Zimanê Dayikê: Model, Astengî û Derfet li Navenda Çandê ya Cegerxwîn a li Amedê hat lidarxistin. Gelek pispor û xebatkarên qada ziman ên ji Tirkiye, parçeyên din ên Kurdistanê, Welatê Bask û Fînlandiyayê beşdarê sempozyûma ku ji aliyê Kurd-Der’a Enqerê û SAMER’ê  (Navenda …

Bêtir »

Kurdên Tirkiyeyê hêviya azadiya ziman dikin

Ji bo kêmara kurdên Tirkiyeyê, naskirina fermî ya zimanê wan mijareke kilît e. Dema ku hikumet di vê riyê de hin gavan daveje, gelek kes îdîa dikin ku reform bi tenê sembolîk in. Bi silava “Roj baş” a bi kurdî dersa kurdî ya li komeleya Kurdî-Derê ya li Diyarbekir ku …

Bêtir »

Li Bangkongê konferansa ziman û perwerdeyê

4’emîn Konferansa Ziman û Perwerdeyê ya navneteweyî li ser perwerdeya pirzimanî ya ji bo Asya û Pasîfîkê di navbera 6-8 mehê de li paytexta Tayland Bangkongê tê lidarxistin. Di konferansê de ji seranserê cîhanê bi dehan zimanzan û lêkolîner wê teblîxên li ser mijarên cûrbecûr pêşkêş bikin. Mijara sereke ya …

Bêtir »

Konferansa II’yemîn a Zimanê Adîge hat li dar xistin

Konferansa II’yemîn a Zimanê Adîge ku ji aliyê Federasyona Komeleyên Kafkas hat organîze kirin, li Enqereyê hat li dar xistin. Ji 9 welatan 50 akademîsyen û mamosteyên ziman beşdarê konferansê bûn. Federasyona Komeleyên Kafkas (KAFFED) bi armanca pêşxistina hişmendî cihêrengiya ziman û bi taybetî jî balkişandina di derbarê zimanê adîge …

Bêtir »

Li Edeneyê Pêşdibistana Kafkas hat vekirin

Li Tirkiyeyê cara ewilî dibistaneke çerkezan a bi navê Pêşdibistana Kafkas hat vekirin. Pêşdibistana ku ji aliyê Komeleya Çerkez a Edeneyê hat vekirin, di Îlonê de dest bi perwerdeyê kir. Komeleya Çerkez a Edeneyê di 2012’an de dest bi lêgerîna avakirina dibistaneke kafkas kir û li Taxa Guzel Yali ya …

Bêtir »

Li Rîze û Artvînê perwerdeya lazî dest pê kir

Di çarçoveya ziman û zaravayên zindî ya Wezareta Perwerdeya Neteweyî de li du dibistanên li Rîze û Artvînê perwerdeya lazî dest pê kir. Li du dibistanên navîn ên li navçeya Rîzeyê Findikliyê (Viçe) 82 û li dibistaneke navîn a li navçeya Artvînê Arhaviyê 13 xwendekar ji bo bikaranîna mafê dersa …

Bêtir »

Li Qoserê çalakiya perwerdeya zimanê dayikê

Li navçeya Qoserê ya girêdayî Mêrdînê, bi armanca qebûlkirina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û rakirina “Sonda Neteweyî” ya li dibistanan, daxwazname hatin dayîn. Di çalakiya ku ji aliyê şaxa Qoserê ya KURDÎ-DER’ê hatibû lidarxistin de, bi daxwaza qebûlkirina mafê zimanê dayikê û rakirina “Sonda Neteweyî” ya li dibistanan daxwazname …

Bêtir »

Dayikino, hay ji zimanê xwe hebin!

Nîvro bû, dersa min qediya bû, ez ji dibistanê derketim û heta rawestgehê meşiyam. Di rê de ez difikirîm, ka îro ez ê bi kurdî çi bixwînim. Kovara Hawarê hat bîra min, ma ne min heta hejmara 23’an xwendibû? Divê ez hejmarên din jî bixwînim. Ji hişmendî, zanîn û hestên …

Bêtir »