Ji Brukselê heta Kurdistanê: Helwesta N-VAyê ya li ser otonomî û mafên neteweyî 

Hevpeyvîn: Necat Ayaz 

Partîya netewperwer a flaman N-VA ku konfederalîzmê daxwaz dike, li Belçîkayê hat ser kar. Ev bûyera di dîroka Belçîkayê de wekî erdhejeke polîtîk tê qebûlkirin, ji wê rojê û vir ve di rojeva Belçîkayê de ye. Polîtîkayên civakî, aborî û ewlekarîyê yên hikumeta federal tevlî daxwaza konfederalkirina welêt a partîyê, mijarên sereke yên nîqaşê ne. Me van mijaran bi senatorê flaman Karl  Vanlouwe re gotûbêj kirin. Parastina modela duzimanî ya Brukselê û sînorên înternasyonalîzma flaman a di meseleya destekdayîna doza kurd û bi taybetî jî di venasîna Rojavayê Kurdistanê de mijarên din ên hevpeyvînê ne.

Partîya we N-VAyê firsenda rêveberina Belçîkayê ya tevlî hevalbendên xwe yên koalîsyonê bi dest xist. Ev yek bûyereke dîrokîye ji bo partîyeke netewperwer a flaman a ku niha seranserê Belçîkayê hat ser kar. Ev yek di heman demê de lî cîhanê jî bûyereke yekta ye ku partîyeke serxwebûxwaz di asta federal de hat ser kar. Bawerîya we heye ku hûn ê di navbera berjewendîyên Flanderê û yên Belçîkayê de bikaribin balansekê çêbikin? 

Gelê flaman li Belçîkayê ne kêmar e lê piranîyê pêk tine. Katalan, bask û gelên din li nava welatên xwe kêmar in. Wekî hikumeteke xurt a federal, çareserkirina kêmasîya butçeya federal ji bo me gelek giring bû. Me bi rêya parastina halxweşîya aborî ya Flanderê û elbet bi rêya parastina îstikrara welatê xwe di vê meseleyê de gavan avêtin. Dema bi alîyên din ê welêt re bê miqayesekirin, Flander xwedî hilberîneke aborîyê ya xurt e û bêkarî lê kêm e. Loma jî gelek giring e ku em butçe û aborîya Flanderê biparêzin. Ji ber ku piranîya berpirsîyên ewlekarîya civakî di destên hikumeta federal de ne, ji bo em bikaribin lêçûyînên federal km bikin, dive em hebûna xwe ya di asta federal de misoger bikin. Em cara ewil dibînin ku Partîya Sosyalîst êdî li Walonyayê ne partîya herî mezine. Helwesta li Walonyayê hêdî hêdî diguhere. Me berpirsîya parastina halxweşîya Flander ê ya Walonyayê girt ser xwe. Û wê polîtîkayên me yên federal wê ji bo herdu herêman jî îstikrarê ava bike û loma jî ev yek ji bo hemû Belçîkayê baş e.

Armanca sereke ya bernameya hikumeta koalîsyonê sînorkirina meaşê bêkarîyê bi du salan, reforma teqawidbûnê û tedbîrê din ên jidyayî ne. Ji bilî vê, bi armanca bidestxistina hedefên NATOyê lêçûyînên leşkerî tên zêdekirin. Hûn ji bo vê guherîna mezin dixwazin çi bêjin?

Ji bo krîza butçeyê ya di asta federal de bê çareserkirin mesrefên ji bo halxweşîyê nikarin bên îhmalkirin. Ji lew re ji alîyê finansî ve ew nikarin bên domandin. Loma em reforma teqawidbûnê dikin. Ji ber sebeba pîrbûna nifûsê meaşên teqawidbûnê her ku diçe barê lêçûyînên hikumetê girantir dike. Dirêjbûna temenê me tiştekî baş e lê ji ber vê mesrefên ji bo teqawidbûnê jî zêde dibin. Loma jî em tedbîrên hişk digirin da ku zarokên me bikaribin bibin xwedî meaşekî teqawidbûnê û heta temenê 75an kar nekin. Niha li Belçîkayê serê her kesekî teqawid bûye 1.8 kesên dixebite û ev hejmar her ku diçe kêm dibe. Tê texmînkirin ev hejmar wê di sala 2070an de bibe 1.3 kes. Ji bo me, fikirîna li ser nifşên bê jî polîtîkayeke civakî ye.

Zêdekirina lêçûyînên parastinê ya di çarçoveya pîvanên butçeyê yên ewrûpî û hedefên NATOyê de jî kareke ji bo paşeroja me ye. Bi taybetî, ji ber rewşa heyî ya polîtîk divê em ji bo misogerkirina ewlekarîya gelê flaman û yê belçîkî zêdetir mesrefê bikin. Ji ber ku amadekarîya ji bo şer ji mesrefên şere kêmtire. Belçîka bi dehan salan berpirsîya xwe pêk neanîye û eger hûn endameke NATOyê bin divê hûn 2 ji % Hilberîna Nesafî ya Navmalî (HNN) ji bo parastinê xerc bikin. Em niha 1.3 ji % ya HNNê ji bo parastinê xerc dikin. Ji ber ku gelek avantajên me yên endamtîya NATOyê heye, bo nimûne navendên rêxistinê li Monsê û Brukselê ne, divê em teahudên xwe yên endamtîya rêxistinê pêk bînin. Rewşa polîtîk a niha, şerê li Ukraynayê û bêîstikrarîya li Rojhilata Navîn me neçar dihêlin mesrefên leşkerî zêde bikin.

Yek ji armancên Koalîsyona Arîzonayê (hikumeta federal a Belçîkayê) girtina derîyan li penaberan, bisînorkirina mafên penaberan û kêmkirina mesrefên ji bo koçberîyê ye. Dema em li nifûsa we ya pîr dibe û aborîya welêt ku keda erzan a penaberan bi kêrî wê tê li ber çav bigirin, bi ya we wê bandora guherîna polîtîkaya koçberîyê ya li ser Belçîkayê çawa be?

Beledîyeyên flaman ên li dora Brukselê

Li Belçîkayê û welatên din ên ewrûpî helwesta dij-penaberan di salên dawî de bi lez zêde dibe. Lêbelê, partîya me koçberîya neqanûnî û qanûnî bi zelalî ji hev vediqetîne. Em li hemberê koçberîya neqanûnî xwedî helwesteke xurt in. Ji ber ku bi hezaran kes di rotayên xetere de ku ji alîyê kaçaxçîyan ve tê kontrolkirin jiyana xwe ji dest didin. Di hikumeta di navbera 2014-18an de ku em jî şirîkê wê bûn, polîtîkaya koçberîyê ji bo demeke kurt guherî. Niha em careke din hatin ser kar û em amadene li hemberê koçberîya neqanûnî ya bi destên kaçaxçîyan tê kirin têkoşînê bikin. Ji bilî vê, dema serîlêdaneke penaberîyê li welatekî Ewrûpayê neyê qebûlkirin, dive kesê mijara gotinê li Belçîkayê daxwazeke din a penaxwazîyê neke. Ev yek cureyeke din a bikaranîna xerab a prosedûrên penaxwazîyê ye. Kesekî/ê ku bi awayekî qanûnî were welatê û belgeyên wî/wê yên ferm hebin, em vê rewşê wekî koçberîya pozîtîf qebûl dikin. Kesên ku bi awayekî îlegal tên û rêzê ji qanûnên me re nagirin, koçberîya negatîf temsîl dikin. Ez dixwazim bi zelalî bêjim, kesên ku bi rastî serê jîyana xwe di xetereyê de bin dive alîkarîyê bigirin. Serîlêdana wan a penaxwazîyê û venasîna wan a wekî penaber bi kêfxweşî tê pêşwazîkirin.

Lê penaberên polîtîk jî bi rêya kaçaxçîyan tên Belçîkayê.

Divê em teqez zelal bikin ka kî bi rastî di xetereyê de ye û ne di xetereyê de ye. Piştî vê, serîlêdana penaxwazîyê ya penaberên di xetereyê de ne wê bê qebûlkirin.

Tevî hewldanên pir mezin ên hikumeta flaman a ji bo parastina duzimanîyê li Brukselê, serfirazîya bikaranîna holandî li Brukselê hîn ne zelale. Li alîyekî din, bikaranîna holandî ya li beledîyeyên li dora Brukselê kêm dibe. Hûn vê rewşê çawa şîrove dikin?

Di dîrokê de Bruksel bajarekî Mîrnîşînîya Brabant bû û piranîya nifûsê wê demê bi holandî diaxivî. Bi damezrandina Belçîkayê re vê realîyê guherî. Ji ber ku elît bi fransî diaxivîn. Serdestîya fransî ya li Brukselê ji mîrateya vê dîrokê ye. Tevî vê jî, Flander li Brukselê gelek aktîf e. Em xwedi dibistananên xwe ne ku 20 ji % ya dibistanên li bajar in. Flander gelekî mesref li Brukselê dike ku perwerde yek ji armancên me yên sereke ne. Bi vê derfetê em alîkarîya mirovan dikin. Eger hûn dixwazin li Brukselê bibin xwedî pêşerojekê divê hûn fêrî du zimanan bibin. Dixwazî bila li malê zimanê wê yê dayikê fransî, ingilîzî an kurdî be, eger hûn karekî baş dixwazin û dixwazin bibin xwedî karîyereke serkeftî and jî hûn dixwazin bi cîranê xwe re bidin bistînin, divê hûn bi holandî jî biaxivin.

Bi ya we, hûn di meseleya parastina duzimanîyê ya li Brukselê serfiraz in?

Bi ya min erê. Di salên 1950 û 1960an de, elît bi fransî û çîna karker bi flamanî diaxivî. Ev rewş bi tevahî guherî. Me bi serfirazî vê rewşê guherand. Niha kesên bi fransî û holandî diaxivin dikarin li Bruksel û Flanderê kar peyde bikin. Ji bo em bigihîjin vê encamê, me gelek mesrefê li perwerdeyê kir. Hikumeta flaman salane ji bo civaka flaman a li Brukselê 1.3 milyar euro mesrefê dike. Tevî ku armanca sereke ya vê fonê perwerdeye jî, di qadên wekî çand û halxweşîya civakî de jî mesref tên kirin.

Pirseke min heye derbarê Dorhêla Brukselê de ku hûn wekî Vlaamse Rand pênase dikin. Dema em li îstatîstîkên dawî yên Barometreya Ziman dinêrin, em dikarin qala fransîbûna vê herêmê bikin?

Em peyv (fransîbûn) dikare ji bo dema borî bê bikaranîn. Niha vê herêmê zêdetir navneteweyî dibe. Dorhêla Brukselê ji ber ku hejmareke zêde kesên ji derveyê welêt hatine li bajarokên wekî Vilvoorde, Zellik, St. Pieters Leeuw, Tervuren û ciyên din bi cî dibin, zêdetir dibe navneteweyî. Loma jî bi tenê “fransîbûn” pêk nayê. Ev der hîn jî Vlaamse Rand e lê divê em baldar bin. Li vê herêmê zimanê fermî holandî ye ku ji bo têkilîyên bi beledîyeyan re tê bikaranîn. Ji bo me, axaftina zimanên din di nava malê de ne mesele ye. Lêbelê hûn nikarin ji rêveberîyê hêvî bikin ku bi tevahîya van zimanan biaxive.

Hikumeta we ya koalîsyonê di heman demê de dixwaze Senatoyê ku hûn jî demeke dirêj wekî endamê wê dixebitin, ji holê rabike. Çima Senatoya ku li piranîya welatên federal heye li Belçîkayê tê girtin?

Postereke N-VAyê ku tê de qala avantajên konfedarîlîzmê dike//N-va.be/

Senato sazîyeke bi mesrefe ku êdî tu feydeya wê ya polîtîk tune ye. Di demên borî de, pêşnîyazqanûn dihatin Senatoyê û piştî guherîneke biçûk, carinan jî bi tenê guherandina yek an du peyvan li parlamentoyê dihatin vegerandin. Îro êdî tu erkên qanûngerî ya Senatoyê tune ne û bi tenê li ser bingeha şêwirmendîyê ya wekî dengdan û biryargirtinan de dixebite. Endamên wê jş alîyê parlamentoyên herêmî tên wezîfedarkirin. Em bawer dikin, niha dema jihevxistina wê sazîyê ye ku tuh feydeyeke wê tune ye û ji bo welatîyên Belçîkayê salane dibe 44 milyon euro mesref.

N-VA konfederalîzmê wekî alternatîfa serxwebûnê diparêze. Hûn îhtîmala serfirazîya vê modelê ya ji bo Belçîkayê çawa dinirxînin?

Em wekî N-VAyê difikirin ku vê wekî modela sazîbûnê ya herî balkêş a ji bo Belçîkayê ye. Me di asta Belçîkayê de derbarê gelek mijaran de nîqaşan kirin. Piranîya wan di navbera Flandera piranî rasta navendî ye û Walonyaya çepa navendî ye de bûn. Di demên borî de, em difikirîn ku em gihîştin lihevkirineke neteweyî lê ev ne ji bo Flander û ne jî ji bo Walonyayê baş bû. Problema me ya li Flanderê pîrbûna mirovan e û li Walonyayê bêkarî meseleya sereke ye. Loma jî divê hûn ji bo her herêmî tedbîrên cuda bigirin. Ji ber vê yekê em qala konfederalîzma dikin ku piçekî nêzîkî sîstemên DYA û Swîsreyê ne. Tevî ku Swîsre êdî navê dewleta konfederal li xwe nake, gelek erkên li welêt di asta herêmî de kom bûne. Ev yek dişibe sîstema konfederal ku karûbarên derve û parastin di destên asta navendî de ne. Em modeleke dişibe vê ji bo Belçîkayê dixwazin. Di vê modelê de ewlekarîya civakî (teqawidbûn) dikare bibe erkeke herêman. Rewş li Swîsreyê wiha ye. Hûn dizanin, di asta federal de bi tenê heft erk kom bûne? Hemû erkên mayî di destên hikumetên kantonan de ne. Li DYAyê di navbera 50 eyaletan de di warê hiqûqa cezayê, teqawidbûn û qadên din de cudahî hene. Bi ya me, ev yek bi strûktûra herêmên xurt û ji bo Bruksel û civaka almanîaxêf, dikare ji bo Belçîkayê bibe çareserî.

Hûn desentralîzasyoneke pir zêde daxwaz dikin.

Erê, di dîrokê de dewleteke me ya pir navendîparêz a wekî Belçîkayê hebû. Em bawer dikin ku hebûna asta biryardayînê ya nêzîkî realîteya welatîyan baştire.

Philippe van Parijs dibêje di warê prosesên biryardayînê de ku xwe dispêre lihevkirina di navbera her du alîyan de, modela konfederal ji bo Belçîkayê naxebite. Hûn ê modela xwe ya konfederal a li hember vê rexneyê çawa biparêzin?

Nexşeya parêzgehên Flanderê/Vogelhobbykweker.nl

Ez mîrze Van Parijs nas dikim. Ew kesekî jîr e û di derbarê konfederalîzmê de xwedî nêzîkbûneke pir teorîk e. Rast e, mirov fam dike ku ji alîyekî ve Flander zêdetir desentralîzasyonê dixwaze lê Walonya alîgirê navendîparêzîyê ye. Loma jî tê gotin ev yek prosesa biryardayînê dijwartir dike. Lê dive em bibînin ku ev yek piştî hilbijartinên herêmî û federal li Walonyayê diguhere.

Konfederalîzm bi rêya bi awayekî zelal tarîfkirina erkan ji bo her herêmî biryardayîna bêtir kêrhatî pêk tine. Ew muzakereyên domdar û xetimandinê kêm dike. Berevajîya modela federal a heyî ku dive her du alî di hemû polîtîkayên sereke de li hev bikin, konfederalîzm di meseleyên esasî de otonomîyeke tam died Flander û Walonyayê. Hevkarî wê bi tenê di warê kêm meseleyên hevpar de pêwîst be. Bi gotineke din, konsensûs bi tenê di meseleyên wekî parastinê de pêwîst e.

Lîderê PKKê Abdulah Ocalan banga yekalî berdana çekan û jihevxistina partîya xwe kir. Û pê re jî daxwaza Civaka Demokratîk û Aştîyê kir. Wî got, di konteksta kurdan de federalîzm û otonomî bi kêr nayên. Wekî sîyasetvanekî gelê flaman ku demeke dirêj ji bo venasîn û otonomîya cografîk têkoşînê kirîye, hûn bawer dikin meseleya kurd dikare bêyî modeleke parvekirinê bê çareserkirin?

Tecrûbeya flaman nîşan dide, dîyaloga aştîxwaz, tevlîbûna demokratîk û temsîlîyeta polîtîk a xurt hêmanên sereke ne ji bo venasîn û otonomîyê. Me ev kirin. Me pir nîqaş kir lê em herdem dîyaloga aştîxwaz domand. Me tu carî çekan û şîdetê bi kar neanî ji bo bidestxistina mafan. Helbet, rewşa li vir bi Kurdistanê re nikare bê miqayesekirin.

Eger em neteweyek bin, welatekî me hebe û zimanekî me hebe, çima em ê qala parvekirina hêzê ya bi dewletê re nekin? Çawa em ê bêyî modela parvekirina erkan nasnameya kurd biparêzin?

A rast, divê em ewil sînorên Kurdistanê zelal bikin. Ku der sînore? Ji bo me ciyê Flanderê gelek zelale. Sînoreke wê ya zelal heye. Qasî ku ez dizanim, gelê kurd belavî gelek alîyên Tirkîyeyê bûye. Bi ya min, dive erdeke we ya sînorên wê zelal hebe û gel li ser wê erdê bi bijîn. Tê bîra min, dema ez çend sal berê li Stenbolê bûm, kurdên ku min ew li wir naskirin dixwestin nasnameya wan a çandî bê parastin. Loma jî dive ji bo meseleya kurd çareserîyeke ji bo hemû alîyê Tirkîyeyê bê pêşxistin. Federalîzm jî dikare ji bo kurdan bibe cûreyeke çareserîyekê. Li Kurdistana Iraqê herêmeke otonom heye. Cîyê kurdan ê li Iraqê gelek zelale.

Karl Vanlouwe û Necat Ayaz

Hûn destekê didin banga Ocalan?

Erê, ez didim. Bi ya me, guherîna mayinde herî baş ji alozîyê bêtir bi rêya muzakereyên sazîyan dikare pêk were. Avakirina sazîyên demokratîk, wergirtina desteka navneteweyî û pêkanîna beşdarîya polîtîk a berfireh dikare pozîsyona kurdan xurt bike. Eher rewş yekta ye lê nêzîkbûnek aştîxwaz û stratejîk rêya herî kêrhatî ya bidestxistina maf û îstikrara dem dirêj e.

Eger Tirkîye banga Ocalan a ji bo aştî û lihevkirinê red bike û firsenda ji bo bidawîkirina alozîyê winda bike, wê partîya we ji bo şermezarkirina Tirkîyeyê û daxwaza ji Tirkîyeyê ya ji bo lihevkirina bi kurdan re di parlaemntoyên flaman û belçîkî de gavan bavêje?

Îro me biryarekê ku Tirkîye ji ber girtina şaredarê Stenbolê tê şermezarkirin, da. Loma jî dema li Tirkîyeyê û an li Kurdistanê rewşeke taybet hebe em gav davêjin. Tirkîye niha bi Erdoga û partîya wî AKPê di rêya şaş re diçe. Eger Tirkîye banga Ocalan a ji bo aştîyê red bike û ji bo çareserkirina meseleya kurd çareserîya li ser bingeha muzakereyê qebûl neke, ev ê bibe firsendeke ji dest çûyî ya ji bo îstikrar û mafên mirovan. Di dema senaryoyeke wiha de, ji bo şermezarkirina Tirkîyeyê û jê daxwazkirina dîyalogê, îhtimal heye pêşnîyazbiryar pêşkêşî parlamentoyên Flander û Belçîkayê bên kirin. Flanders di mijara daxwaza self-determnîasyonê û mafên demokratîk de xwedî kevneşopîyeke xurt e û însîyatîfeke wiha bi teahuda wê ya berfireh a ji bo mafên mirov û çareserîya alozîyê ya aştîyane re li hev e.

Parlamentoya Katalonyayê di 2023an de bû parlamentoya yekemîn a neteweyeke bê dewlet ku Rojavayê Kurdistanê nas kir. Îhtimal heye Parlamantoya Flaman jî însîyatîfeke wiha pêş bixe?

Eger partîya min di parlamentoyê de piranî ev me meseleye. N-VA parazvanîya self-determînasyonê dike. Loma jî partî destekê da Carles Puigdemont û daxwazên zêdetir otonomîyê ya Katalonyayê. Parlamentoya Flaman bi desteka xwe ya ji mêj ve a ji bo mafê self-detemînasyonê dikare însîyatîfeke wiha pêş bixe. Lêbelê, biryareke wiha wê girêdayî konsensûsa polîtîk a li Flanderê û pozîsyona wê ya di nava çarçoveya polîtîkaya derve ye. Dema em li parazvanîya dîrokî ya ji bo rêveberina ne navendîparêz û hedefên demokratîk a Flanderê binêrin, venasîna Rojava dikaribû bûbûna gaveke bi mantîq. Lêbelê pêdivîya vê bi nêzîktêdayînek dîplomatîk a balder û nîqaşên di çarçoveya parlamentoyê de heye. Dema hûn li Flanderê parçeyekî koalîsyoneke sê partîyan bin, ji bo qebûlkirina biryareke wiha divê hûn xwedî piranîyê bin. Ez ne bawer im Demokratên Xristîyan û Partîya Sosyalîst amade ne ji bo desteka însîyatîfeke bi vî rengî.

Hûn alîgirê venasînê ne. 

Helbet, derbarê vê de tu şik û guman tune ye. Mafê self-determînasyonê prensîbeke xeta min a polîtîk e. Neteweyên li her alîyê cîhanê xwedî maf in ku bibin zêdetir serbixwe an cûreyeke otonomîyê. Lê tiştekî dijware ku mirov bêje “pêdivîya te bi serxwebûnê, ya te bi federalîzmê cûreyeke otonomîyê heye. Dijware ku mirov bêje ev ji bo Katalonyayê pêwîst e, ev ji bo Welatê Gal pêwîst e û ev jî ji bo kurdan pêwîst e.

——————————————-

Kî ye Karl Vanlouwe?

Karl Vanlouwe ku di 1970an de hatîye dinyê, senatorekî flaman a partîya N-VAyê ye. Ew cara ewil di 2010an de ji bo Senatoya Belçîkayê hat hilbijartin. Di 2014an de bû endamê Parlamentoya Flaman ku hîn jî endamtîya wî didome. Ji 2015an û vir ve endamekî Koma Tifaqa Ewrûpî ya Komîteya  Herêmên Ewrûpî ye. Pisporîya wî ya di vê komê de polîtîkayên navneteweyî yên ewrûpî ne. Vanlouwe li Beledîyeya Ganshoren a Brukselê dijî û di heman demê de dê vê beledîyeyê de endamê meclîsê ye.

 

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Ewrûpa mesrefa ji bo parastinê zêde dike

A. Rahman Çelîk  Şerê Ûkraynayê û rageşiya bi Amerîkayê welatên Ewrûpayê dixe nava fikaran. Hin …