FRUD li Çîbûtîyê ji bo demokrasîyê têkoşînê dike

Hevpeyvîn: Necat Ayaz

Rewşa cografî û jeostratejîya yekta ya gelê afar ku bi qasî 1,000 km li perava Deryaya Sor dijî têkoşîna ji bo mafên demokratîk û rizgarîyê dijwar dike. Tevî vê jî gelek giring e ku divê em bêjin, armanca ewil a rêxistinên naskirî yên afar ji bo mafên neteweyî ne ya di nava dewleta em tê de têkoşînê dikin.

Rojhilatê Afrîkayê herêmeke alozîya domdar di navbera gel û dewletan de ye ku piranîya sînorên heman komên etnîk ji hev parçe dikin. Afar yek ji van gelane ku bi taybetî li Çîbûtîyê rastî zextan tê. Tevî ku yek ji sê nifûsê pêk tînin jî, ew bi biryardarî rastî polîkayên marjînalkirinê yên dewleta Çîbûtîyê tên ku ji serxwebûna xwe û vir ve ji alîyê eşîrekî ve tê kontrolkirin. Em ji bo zêdetir derbarê vê meseleyê de agahdar bibin, bi serokê FRUDê (Enîya Restorasyon, Yekitî û Demokrasîyê) Mohammed Kadamî re hevdîtinekê kir. Têkoşîna afar a ji bo demokrasî û edaletê mijara vê hevpeyvînê ye.

Tevî ku têkoşîna we li cîhanê kêm tê zanîn jî, rêxistina we bi dehan salane di nava realîteya polîtîk a Çîbûtîyê de xwedî hebûneke xurt e. Daxwazên we yên di vê têkoşîna dirêj de çi ne?

Ji dema serxwebûnê ya di 1977an û vir ve dewleta Çîbûtîyê dîktatorîyeke eşîrîyê ye. Hassan Gouled, serokomarê yekemîn, erkê bi dest xist û welêt xist nava krîzeke polîtîk a kûr. Civaka afar hat îhmalkirin û li derveyî hemû qadên hikumetê hat hiştin. Di vê demê de endamên eşîra serokomar hemû karên giring bi dest xistin. Kêmarên ereb û gadaboursî û aktîvîstên polîtîk rastî zext û cudaxwazîyê hatin. Ismail Omar Guelleh ku berpirsê ewlekarîyê bû, di 1999an de hat dewsa apê xwe Gouled. Di 2010an de, wî destûra bingehîn guherand, derfeta serokomarîyê heta hetayê bi dest xist. Ew heta niha 5 dewran li ser kar maye û niha jî xwe ji bo cara 6. a sala 2026an amade dike. Loma jî em dikarin pirtûka Rene Dumont a 1962an, (l’Afrique noire est mal partie) `Afrîkaya reş xerab dest pê kir` wekî mînak bidin.

Mohammed Kadamî/Serokê FRUDê 

Çîbûtî welatekî biçûk a 23,000 km2 ye ku afar, somalî û yemenî tê de bi hev re dijîn. Her du komên ewil, di 4 salên dawî de li Etîyopya şerê hev dikin. Cîyê Çîbûtîyê ya li ser xaçerîyên Erebistan û Afrîkayê ya li berava Deryaya Sor e ku rotayeke gelek giring a deryayî ye ji bo aborîya navneteweyî. Çîbûtî xwedî nirxeke stratejîk û jeopolîtîk e. Loma jî sê baregehên leşkerî yên welatên Rojava –yên Fransa, Amerîka û Japonyayê- û yeka Çînê li ser erda wê hene. Krîza Deryaya Sor bi tenê giringîya stratejîk a vê dewleta mîkro zêde kir. Tevî vê jî, li paş perdeya giringîya jeostratejîk a Çîbûtîyê, civak bê navber dêrdê dîktatorîya ku dibe sebeba xizanî, zilm û marjînalbûnê, dikişîne. Ev paşxane jî niha me nêzîkî bersiva pirsa we dike. FRUD (Enîya Restorasyon, Yekitî û Demokrasîyê) ku di 1991an de hat damezrandin, berdewamîya dîrokî ya tevgera demokratîk a Çîbûtîyê ya ji bo serxwebûn û demokrasîyê ye.

FRUDa ku berhema têkoşîna piralî ya ji bo azadîyan, demokrasî û pêşketina civakî ye, bi armanca guherîna radîkal a li hemberê bêedaletî û binpêkirinên mafên mirovan serî hilda. Bi rêya berdêlên şervanên wê dan, rêxistinê 15 sal piştî serxwebûnê, bi qebûlkirina Destûra Bingehîn a 1992an, gavên ewil ên ber bi demokrasîyê ve avêtin. Ji destpêkê ve, rêxistin parçeyeke tevgereke ji ro rizgarîya gelan bû û parazvana mafên mirovan e.

FRUD piştî ku Ali Mohamed Daoud di 1994an de bi dewletê re peymaneke aştîyê îmze kir, bû du parçe. Baskekî rêxistinê ku hûn jî di nav de bûn bi tundî li hemberê vê lihevhatinê helwest nîşan da û têkoşîna çekdarî domand. Çima hûn vê peymana bi dewletê re red dikin?

Peymana 1994an ji alîyê baskekî mixalif ê FRUDê ve hat îmzekirin. Peymana duyemîn a bi komeke din a FRUDê re di 2001an de hat îmzekirin. Her du jî aştîyê û demokrasîyê bi xwe re neanîn. Rejîmê, meseleyên bûn sebeba şer hîn zêde kûr kirin. Parçebûna polîtîk a li Afrîkaya bi zimanê fransî diaxive, mîrateya bandora Fransayê ye. FRUD senteza du çandan e: berxwedana çekdarî ya li rojhilatê Afrîkayê, konferansên neteweyî yên serwerîyê ku bûye bingeha demokratîkbûna rojavayê Afrîkayê. Ji xeynî vê, em dikarin qala radîkalîzma eşîrî ya hikumeta Çîbûtîyê ku tu ferqa wê ji radîkalîzma dînî tune ye û berxwedana wê ya li hemberê her cûre çareserîyê jî bikin. Hikumet sê caran (di 1999, 2003 û 2013an de) encamên hilbijartinan qebûl nekirin ku koalîsyonên mixalif tê de bi ser ketin.

Ji ber qebûlnekirina guherînê ya bi rêya sindoqê, domandina berxwedana çekdarî ya ji alîyê FRUDê ve ne tenê pêwîst û rewa ye lêbelê tiştekî nebe nabe ye û ji bo gavavêtinê tekane rêya neçar hiştina sûcdarên şer e.  Êdî ne hewceye xwezaya krîmînal a rejîma Çîbûtîyê bê nîşandan. Ji serxwebûnê û vir ve, Çîbûtî bi vederkirina girseyî ya aktîvîstên polîtîk û sivîlên endamên hin civakane, tê naskirin. Girtinên kêfî, îşkence, kuştinên faîlên wan ne dîyar, tecawizkirina jinên afar û komkujîya sivîlan ji alîyê dewletê ve di 47 salên dawî de ji alîyê rêxistinên mafên mirovan ve hatine şermezarkirin. Hemû sûcên hatine kirin bê ceza mane.

Ji 1977an û vir ve, mirovekî sebeba hemû kiryarên terorîzma dewletê ya li dijî sivîlan e: Ismael Omar Guellehê berpirsê hêzên ewlekarîyê. Paşê ew bû serokê dewletê. Ismael berpirsê sûcên şer, qirkirin û sûcên li hemberê mirovahîyê ye.

Dema em erda biçûk a Çîbûtîyê û giringîya wê ya jeopolîtîk li ber çav bigirin ku ev jî dibe sebeba hevkarîya di navbera rejîmê, Fransa û hêzên din ên cîhanê, bi ya we di vê rewşê de paşeroja şerê gerîla heye?

Berxwedana li hemberê dîktatorîya eşîrîyê ya li Çîbûtîyê ku em gotineke Jean Jaures a derbarê kapîtalîzmê de bi kar bînin, `çawa ewr firtoneyê tînin`ew jî şîdetê pêk tîne, xwe ferz kirîye. Bi rastî jî, hebûna baregehên leşkerî yên hêzên mezin û ên navîn ku Çîbûtîyê bi tenê wekî cîyekî stratejîk qebûl dikin, ji bo têkoşîna çekdarî dijwarîyên mezin pêk tîne. Sebeba dirêjbûna têkoşîna me û dijwarîyên li ser rêya bidestxistina daxwazên me, ji ber vê rewşê ye.

Di sibata 1992an de, artêşa Fransayê di FRUDa ku 52 km nêzîkî paytextê bûbû sekinand. Fransa hilweşîna artêşa Çîbûtîyê asteng kir û rejîmê rizgar kir. Lêbelê ji bo me, Çîbûtî ne Terra Nullius (Erde tu kes lê najî), ne xîçikekî ye ku artêşa fransî dixwaze wiha pênase bike. Çîbûtî ji bo me cîyekî ye ku însanên bi rruh û can, serbilind û berxwedêr lê dijîn. Tevî zilmê û hebûna çend baregehên leşkerî yên bîyanî jî, protestoyên polîtîk û berxwedan li hemberê zordarîya mezin û heta barbarîya dîktatorîya eşîrîyê didome.

Nexşeya Çîbûtîyê/Travel Wiki

Afarên li Çîbûtî, Etîyopya û Erîtreyê belav bûne, dikarin bêyî midaxaleya dewletên herêmî ji bo mafên xwe têkoşînê bikin?

Rewşa cografî û jeostratejîya yekta ya gelê afar ku bi qasî 1,000 km li perava Deryaya Sor dijî (ji Massawaya li Erîtreyê heta Artaya li Çîbûtîyê), têkoşîna ji bo mafên demokratîk û rizgarîyê dijwar dike. Tevî vê jî gelek giring e ku divê em bêjin, armanca ewil a rêxistinên naskirî yên afar ji bo mafên neteweyî ne ya di nava dewleta em tê de têkoşînê dikin. Yek ji wan rêxistinan jî daxwaza yekitîya gelê afar nakin. Herçî FRUD e, armanca me damezrandina dewleteke heqîqî ye ku li Çîbûtîyê rêzê ji civakê û mafên demokratîk re digire.

Partî û komên li Afrîkayê serxwebûnê, naskirina mafên etnîk û neteweyî û edaleta civakî daxwaz dikin, dema tên ser kar ew jî wekî yên berê zilmê dikin. Erître û Etîyopya mînakên mikemel in ji bo vê mijarê. Hûn hay ji vê xetereya nêzîk hene?

Mesele awayê tevgera rêxistinên çekdar a di dema têkoşîna wan a dirêj de ye. Eger pratîka wan a bi gelê wan re antî-demokratîk be û tê de şîdet bê bikaranîn, dema ew werin ser kar wê neguherin. Rewşa li Qiloçê Afrîkayê (rojhilatê Afrîkayê ) li wir şerê navxweyî yên di navbera dewletan de 40 sal in didomin. Etîyopya û Erître hindik maye têkevin nava alozîyeke din ku dikare bandoreke hilweşîner bike li ser civaka wan a hîn encamên şerên berê dijîn. Bidestxistina mafên demokratîk a bi rêya têkoşîna çekdarî ku armanca rêxistinên rojhilatê Afrîkayê ye, di warê azadî, demokrasî, pêşketina aborî û civakî de encaman bi xwe re neanî ye.

Em di FRUDê de bi rêya temamkirina têkoşîna çekdarî bi konferansên neteweyî yên serwerîyê û bi rêya qebûlkirina Peymana Veguhezîna Demokratîk a di adara 2021an de ku hemû hêzên demokratîk ên Çîbûtîyê tîne cem hev, hewl didin xwe ji xetereyê biparêzin.

Nûçeyên medyayê nîşan didin, hêzên hewayî yên Çîbûtîyê dronên çekbarkirî Bayraktar TB-2 ya ji alîyê Tirkîyeyê ve tên çêkirin, di 2022an de tevlî çekên xwe kirine. Ji bilî vê, endamên artêşa Çîbûtîyê ji bo bikaranîna van dronan li Tirkîyeyê hîndekarîyê dibînin. Fikarên we yên ji bo vê hevkarîya leşkerî ya di navbera rejîma Çîbûtîyê û dewleta tirk de hene?

Em bi taybetî ji bo hevkarîya leşkerî ya di navbera Çîbûtî û Tirkîyeyê de bi fikar in. Tirkîye 2 dronên Bayraktar TB-2 di berdêla 10 milyon dolarî de firotîye Çîbûtîyê û ji bo bikaribin wan bi kar bînin hîndekarîyê daye artêşa Çîbûtîyê.Li gorî Yekitîya Çîbûtîyê ya Mafên Mirovan (LDDH) Artêşa Çîbûtîyê van dronan di 30ê kanûna paşîn a 2025an de li Syarouyê li dijî sivîlên afar ku ji bo merasîmeke cenazeyê kom bûbûn, bi kar anî. 14 kes hatin kuştin û çend kes birîndar bûn. Di nava qurbanîyan de şervaneke jin Eyşa Badoul jî hebû ku li bakur û başûrêrojavayê welêt tecawiza endamên artêşê ya li dijî jinên afarê eşkere kiribû.

FRUD di 12ê sibata 2025an de notaya protestoyê da Tirkîyeyê û got, “dewleta tirk ku biçekirin, hîndekarî û alîkarîya xwe ya ji bo operasyonên artêşa Çîbûtîyê re ya dibe sebeba komkujîya sivîlan, xwedî berpirsîya hevpar e.” FRUD bang li Fransa, Tirkîye û hêzên din ên biyanî yên li Çîbûtîyê bi cî bûne kir ku ji bo sûcên li hemberê sivîlên bêguneh tê kirin bêdeng nemînin û hemû hevkarîya xwe ya ku dikare ewlehîya sivîlan têxe nava xetereyê, bi dawî bikin.

Hûn wekî lîderekî naskirî ya gelê afar in ku di nava sînorên Çîbûtîyê de dijî, heta niha şahidîyê ji têkoşîna çekdar, muzakere, lihevhatin û mezinbûna dijberîya di nava tevgera afar de kirine. Dema hûn li van tecrûbeyên xwe binêrin, ji bo tevgera kurd tu pêşnîyaz û hişyarîyên we hene ku dixwaze bêyî peymaneke aştîyê xwe bêçek bike, dawî li hebûna xwe bîne û entegreyê dewleta tirk bibe?

Hin aktorên kurd û hin çavdêr ditirsin ku vê jesta yekalî lîderê PKKê ya belavkirina hêzên xwe yên çekdarî ya bêyî peymaneke aştîyê bi dewleta tirk re îmze bike wê bibe sebeba hin probleman û wê ji bo gelê kurd armanca tê hêvîkirin bi xwe re neyne. Van mijaran wê di di kongreya tê plankirin a ji bo vê meseleyê ya PKKê de bê nîqaşkirin û muhtemel wê bên zelalkirin. Eger vê proseyê bibe sebeba aştîyê û damezrandina demokrasîyeke heqîqî ku rêzê ji azadîyên takekesî û civakan re digire, ew ê bandoreke mezin a pozîtîf li hemû herêmên lê şer heye bike û ku rojhilatê Afrîkayê jî yek ji wan e. Lêbelê serfirazîya vê proseya yekta piranî li ser rejîma tirk dimîne ku heta niha jî xwe ji guherîna polîtîk re girtîye. Problema esasî ev e lê gelê kurd bi tecrûbeya xwe ya dirêj a têkoşînê, bêguman wê bi baldarî û berî her tiştî jî di nava yekitîyê de nêzîkî vê meseleyê bibe.

————————————————-

Kî ye Mohammed Kadamî?

M.Kadami di 1950 de hat dinyê û ji ciwanîya xwe û vir ve dest bi têkoşînê kir li hemberê kolonyalîzmê. Wî di nava tevgera serxwebûnê ya Parîsê de roleke aktîf lîst. Di salên 1980an de vegerîya Çîbûtîyê û li vir çend sal di girtîgehê de ma. Ew yek ji damezrînerê Tevgera Rizgarîya Gel (MPL) e ku mixalefetê ji rejîman yek-partîyê re dikir. Piştî jihevbelavbûna MPLê, tevlî Enîya Rizgarîya Demokratîk  a Çîbûtîyê bû. Paşê jî tevlî çend kesan Enîya Restorasyon, Yekitî û Demokrasîyê (FRUD) di 1991an de damezrand. Di 2004an de bê serokê FRUDê. Kadami ji 2006an û vir ve li Fransayê penaber e.

Foto: Ala FRUDê

 

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Îsraîl hebûna xwe li Sûrîyeyê xurt dike

A.Rahman Çelîk Artêşa Îsraîlê pêşdeçûna li nav axa Sûriyê zêde kir. Li aliyê din, zordariya …