Mînaka ewil a li derveyî Kurdistanê: Zanîngeha kurd li Ewrûpayê vedibe

Hevpeyvîn: Derya Goregen

Tevî ku dewleta wan jî heye, li Almanyayê zanîngeheke tirkan tune ye. 22 dewletên ereban hene li zanîngehek wan jî li Almanyayayê tune ye. Cara yekemîn li derveyî Kurdistanê zanîngekî kurd vedibe. Wateya vê ji bo me gelek mezin e.

Zanîngeh ji bo pêşketina întelektuelî û çandî ya neteweyan sazîyeke bingehîn e. Çîroka vekirin û pêşketinên zanîngehên li Başûr niha bi doza xurtkirina zanîngeha li Rojava didome. Bi dûv vê tecrûbeya salên dawî, niha hewldan tê dayîn li Ewrûpayê zanîngeheke kurd bê vekirin. Bajarê Dresdenê ya li Almanyayê navenda vî karî ye  ku ji alîyê seroka heyeta mutewelî Dr. Yûnis Behram ve tê meşandin. Behram di heman demê de serokê Deutsch-Kurdisches-Forumê ye. Hevala me Derya Goregen bi mebesta li ser vê mijarê raya giştî ya kurd baştir agahdar bibe, bi Yûnis Behram re hevpeyvînekê kir.

Fikra avakirina zanîngeheke kurd çawa derket holê? Çima li Ewrûpayê pêdivî bi zanîngehekê heye?

Fikra avakirina vê zaningehê dema ez li Rojava bûm derket holê. Min serdana çend malên dost û hevalên xwe kirin. Ew malên ku zarokên xwe nedişandin medreseyên kurdî. Min got ji bo çi hûn naşinin? Wan digot, ‘’ê mamoste ji bo çi em ê zarokên xwe bişinin medreseyên kurdî? Ne liseyek heye, ne zankoyek… Ne Şam qebul dike û ne jî Bexda qebul dike. Ewrûpa jî qebul nake. Yanî em paşeroja zarokên xwe dikujin. Em ji bo çi bişinin medreseyên kurdî?” Ev gotin wekî  du çakûç li serê min ketin. Yek jê, partiyên kurd ên klasîk ku di salên pêncî de çêbûne, heta roja îro jî sloganên parastina ziman, çand û hûnera kurdî berz dikirin. Roja ku medreseyên kurdi ji wan re vedikin, ew bixwe zarokên xwe naşinin medreseyên kurdî! Ew ji hêlekê ve îxanetek e ji bo armanca partiyên wan bixwe ye. Ez bi xwe jî endamê partiyekê bûm. Ya dûyemîn, hin nivîsên min ên ji bo zarokan di medreseyên kurdî yên Rojava de tên xwendin. Min ji xwe pirsî “ka ez van nivîsan ji bo kê dinivîsinim? Çima zarokên xwe naşînin medreseyan?” Yanî gelek pê êşiyam. Fikra avakirina zankoyekê ji wan pirsan destpê kir û min pirsa wekî “çima dayik û bavan zarokên xwe bişînin?” kir. Û min bî vî awayî dest bi kar kir. Pêşî min dixwest li vê derê tenê fakulteya kurdolojî bê vekirin. Qet behsa ûniversiteyekê, zankoyekê tûne bû. Mîn fîkra avakirina zanîngehê ji hevalekî xwe re got ku li Almanyayê rektorê universiteyekê bû. Ez pê re axivim. Min jê re got, “ez dixwazim çareyekê bibînim ji bo zarokên me yên ku kurdî dixwînin fakûlteyekê kurdî li vir vekim.”  Min kesekî nas jî nedikir ji bo pê re projeyekê amade bikim. Di nava mehekê de min pêncî-şêst rûpel nivîsî ji vî hevalî re derbarê kurdolojî çî ye û em ê çawa wê ava bikin. Camêr got ‘’di nava heftiyekê de emê çêkin’’. Me danûstendinên xwe berdewam kir û xebat pêş ket.

Çend sal berê ev fikir derket holê?  

Berê sal û nîvekê bû. Ez û wî hevalî bi hev re nan dixwar. Em piçekî bi kêf bûn. Min bi henekî got, “niha çima em universîteyekê çênakin?” Ket serê wî jî û me biryar da zankoyekê yan jî zaningehekê kurdî çêbikin.

Hûn niha plan dikin li Dresdenê zanîngehekê vekin. Aliyên herî giring ên vê zanîngehê çi ne?

Yûnis Behram

Du taybetîyên wê hene. Yek, di warê kurdî de, yek jî di warê almanî de ye. Di warê almanî de cara yekeme ku li vê derê, bi taybetî jî li vê wilayetê zaningehek biyanî tê vekirin. Û bi ser de jî zanîngeheke kurdî. Ev cara yekemîn e. Roleke din a zanîngehê jî sîyasî ye. Bandora partiya rastgir AFDê li vê derê gelek e. Çi projeyekê li dijî siyaseta AFDê be, li vê derê baş nayê pêşwazîkirin. Li alîyekî din, tevî ku dewleta wan jî heye, li Almanyayê zanîngeheke tirkan tune ye. 22 dewletên ereban hene li zanîngehek wan jî li Almanyayayê tûne ye. Cara yekemîn li derveyî Kurdistanê zanîngeke kurd vedibe. Wateya vê ji bo me gelek mezin e.

Yek jê jî şertûmercê xwendina kurdolojîyê ye li Almanyayê. Ji bo xwendina wê pêwiste tu pêşî biçi çar sal zimanê farisî bixwînî û piştî çar  salan tu karî kurdolojî di bin banê farisî de bixwînî. Bi avakirina bêşa kurdolojîyê li Zankoya Amedê, me kurdî derxist ji nav farisî û ew xist kêleka wê. Me zimanê kurdî derxiste asta herî jor. Bi avakirina zankoyek ku kurdolojî jî tê de ye, bi awayekî otomatîk Wezareta Zanistê ya Almanyayê mafê dîplomayê dide me. Yanî em dibin xwediyê mafê vekirina bêşa kurdolojîyê bêyî destûra parlamentoyê. Tê bîra min, çend sal berê komeleyên me yên Almanyayê ji bo navê kurdî û zimanê kurdî bên naskirin daxwaznameyekê ku zêdetirî sed hezar kes îmze kiribûn, pêşkêşî Parlamentoya Berlînê kirin. Ev daxwaz nehat qebûlkirin.  Lê bi avakiririna vê unîversîteyê em vê didin qebûlkirin.

Ya din, ev universîtê wê karê zanistî jî bike. Ev jî karekî navneteweyî ye. Eger beriya çar-pênc salan ev zanîngeh hebana, ew herdu doktorên me yên li Berlînê ku dermanê Coronayê dîtine û her du jî ji Dersimê ne, wê gotibana “em kurd in, em xebatkarên vê zankoyê ne’’. Ew kurdên li Berlînê ku qelbê çêkirî îcat kir, wê gotiba ‘’ka werin vaye zankoya me heye.’’ Kurdekî din jî dermanê şekir dîtiye û navê derman jî kiriye Kurdistan lêbelê sazîyeke kurd tune ye bikaribe wî têxwe binê banê xwe.Ji ber vê yekê dîvê sazîyekê li dîyasporayê ji bo van karan bê avakirin. Ew sê heftene ku me derbarê avakirina zanîngehê de nûçe belav kirîye ê heta niha zêdetir 150 doktor û profesor ji Ewrûpa, Başurê Afrîkayê û heta Amerîkaya Latîn Ii min gerîyane û ji min xwestine ez navên wan ji bo zanîngehê qeyd bikim.

Mifredata zanîngehê wê çawa be? Kîjan ziman wê bibin zimanên perwerdeyê?

Sosyoloji, ziman û edebîyat, dîrok û erdnigarî wê di bin banê Beşa Kurdolojîyê de bin. Ji bilî îslamê, wê olên kurdan zerduştî, êzdayî û yarsanî di mifredatê de cî bigire. Ev jî wê dî bin kurdolojîyê de cî bigirin. Zimanê kurdolojîyê wê kurdî be. Endezyarî û înformatîk û edebîyat wê hebin. Li ser daxwaza kesan almanî û îngilîzî dikarin bibin zimanê perwerdeyê. Kurdên li Kurdistanê û li çaralîyên cîhanê dikarin bi rêya onlineê bi kurdî bixwînin.

Kîjan dîyalektên kurdî wê di perwerdeyê de bên bikaranîn?

Soranî û kurmancî. Ji ber ku xelkê me yê Bahdînan, qismek ji Rojhilat û piranîya Bakur kurmanc in. Xelkê Herêma Soran bi soranî diaxin û pêkhateyên Goran û Kelhor jî bi piranî ji soranî fam dikin. Ji ber ku aniha derfet tune ye em nikarin dimilkî zaravayên din bikin zimanû perwerdeyê. Em plan dikin, tevlî hemû zanîngehên Kurdistanê komalgeyeke zanistî ava bikin û bi hemû zaravayên kurdî kovareke zanistî biweşînin. Em ê biryar bidin ka bila navê kovarê Sormancî be an navekî din be. Em ê ji tecrûbeya Hoch Deutche ku bû zimanê standard ê almanî, sûdê werbigirin.

Hûn ê di çarçoveya akademîk a zanîngehê de di kîjan de qadan de lêkolînan bikin? Parçebûna sîyasî ya li dîyasporayê wê bandoreke çawa li peywirdarkirina kadroyan bike? 

Me hemûyan agahdar kirin. Bawer dikim sê medreseyên me yên mezin ên sîyasî hene: Barzanî, Talabanî û ya Apocî. Her sê alî jş hay jê hene. Ên din di navberê de mane. Li Rojava bi tenê 45 partî hene! Tevî vê jî tevgerên me yên siyasî ji xebata me agahdar in. Heşt zankoyên me, li başur in, zankoya Kurdistan li Hewlêr, Zankoya Selahaddin li Hewlêr, Zankoya Raperîn, Zankoya Silêmanî, Zankoya Newroz, Zankoya Dûhok, Zankoya Koyê.  Hemû li benda me ne û em ê biçin bi wan re hevdîtinan bikin. Paşê em ê biçin  Zankoya Rojava ya li Kobanê jî.

Yûnis Behram

Ji bilî kurdan wê wê kesên biyanî jî bikaribin li zanîngeha we bixwînin?

Zanîngeha me li gorî qanûnên Almanyayê çêbûye. Tu mecburî derî li herkesî vekî.  Kesên şert û mercên me pêk bînin dikarin bibin şagîrdên me.  Ew alîyekî ye. Lê hêla din jî, ez bawer nakim hûn tenê bikaribin bi şagirdên kurd nikarin bijîn. Yanî ji bo sebebên ekonomîyê jî divê derî jî herkesî re vekiri be. Em dixwazin kesên din zimanê me, çanda me, hûnera me fêr bibin. Em ê bi taybetî derfetê bidin kurdan, bi t taybetî jî xelkê me yê Başur û Rojava.

Li başur, gelek ciwan hene ku zanko xilas kirine lê salek an du sa lî Bexdayê li benda tasdîqkirina belgeya xwe dimînin. Bo nimûne xwarzîyekî min ku Zankoya Silêmanî xilas kir, şeş sal in li benda tasdîqê ye li Bexdayê. Yanî tesewwûr bike! Te zankoya xwe xilas kir, tu şeş sala li bendê dimîni heta ku ji te re tasdîq bike ku tu [hingê] biçî kar bikî. Li hêlek din jî dîplomayên zankoya Rojava lî derveyî welêt nayê qebûlkirin. Zarokên me yên ku bakalorya xilas kiribin, ji bilî zankoyên rojava, dikarin biçin derek din bixwînin. Em ê derfetê didin van kesan li cem me bi kurdî bixwînin. Em dikarin çi li bakur çi jî bakur, li herdu parçeyên azad tiştekî bi hev re bikin. Yanî hemahengiyekê ava bikin. Em dikarin asteke navnetewî bidin wan, ew jî dikarin di warê aborî û şagîrtan de alîkarîya me bikin. Ser meselê, ku şagidtên wan werin mastir li ba me bixwînin, di dawî de em ê diplomayê Almanyayê bidin wan. Ji me re jî baş e, ji wan re jî baş e. Niha ji bo hemahengîyê divê em kitêbên wan bixwînin. Îcar ew kareke gelek mezin e û ez bawer dikim biryarek siyasî jî ji bo wê pêwist e.

Wê bandoreke zanîngehê li ser civakê çêbe?  

Çar roj berê, pîrejînek telefonî min kir, temenê xwe şêst sal e û got ‘’mamoste, ez dikarim werim li wir bixwînim?’’ Yanî bandora zanîngehê heye. Ez bawerim avakirina zankoyekê wisa, belavkirina navê wê, hestekî din da kurdan êdî. Yanî hetanî niha bi xweşikahî baxçeyê zarokan lê bi zorê em çêdikin, îja tu were ji nişkava tu zaningehekê çêdike, çawa dibû bifîkir. Dema Rojava ava bû an jî li Hewlêrê Kurdistan hat ragihnadin, çiqas hestên coş hebûn. Ez wê çaxê çûm wê derê. Min destên xwe diavêt erdê û min digot ‘’ez ê Kurdistan giş hembêz bikim’’. Eynî wê coşê  ji bo zankoyê jî hest pê dikim. Bi dehan malbat, keç û xortên me hene ku dixwazin li ba me werin kurdolojî bixwînin. Û bi kêfxweşî êdî li komelgeha xwe ya kurdî bêhtir xwedî derkevin.

Hikumeta Almanyayê û an Yekîtiya Ewrûpayê piştgirî dide we?  

Di warê aborî de heya niha tiştekî nedane me. Heta ku em dest bi xebatê nekin di vê meseleyê de gav nayên avêtin. A rast em çiqas kurd im ewqas alman im jî. Yanî li Kurdistanê 18 salan mam. Emrê min bû 57 û heta niha li vir im. Yanî ez bêhtir bûme alman jî. Ez bawer dikim wê civaka alman jî vê zanîngehê miqate bin û xwedî lê  derkevin.

Hûn ji niha û pênc sal şûn ve siberoja zanîngeha kurdî çawa dibînin?

Pênc salen pêş de, em ê bi hêvî bin me bakelorya û mastir xilas kiribin. Hêviya min ev e ku bi doktor û profesorên me yên kurd li diyasporayê li me xwedî derkevin. Em  dixwazin ew li cem me qeydkirî bimînin ku em bikaribin bi dûv wan re îcar em dest bi karê doktorayê bikin. Ji bo em bikaribin talebeyên me yên ku mastir xilas kirine doktoraya xwe bikin, pêwistî bi profesorên me yên kurd hene. Bi hêvî me, wê çaxê ew jî ligel me bimînin û alîkarî me bikin û em jî bikarin bi pêş bikevin.

Meseleyeke me ya giring aborî ye. Tu kes napirse ka çima em ê di 2026an de zanîngehê vekin. Sebeba vê aborî ye. Ku derfet hebûna me dikaribû dî nava çend mehan de zanîngehê vekirîbana. Loma ez ji milet û sazîyên me hêvîya alîkarîyê dikim. Li Almanyayê du milyon û nîv kurd hene. Bi projeya bi navê ‘’yek kurd yek euro yek zaningeh…’’ em dixwazin li Almanyayê bimeşînin. Eger em kampanya bi ser bikeve em dikarin 2,5 milyon euro berhev bikin wê demê em dikarin zû dest bi zanîngehê bikin. Ku em bikaribin zêdetir pere berhev bikin, em dikarin salane sêsed talebeyên kurd ên hêjar li her çar parçeyên Kurdistanê belaş li Dresdenê bikin doktor, profesor û her tiştî. Me ji bo vî karî weqfekê jî çêkiriye. Navê weqfa me Yekweqf e. Me komeleya piştgiriya zankoyê jî çêkiriye. Perên tên, hemû jî diçin ser hisabê weqfê. Pirsa din ku nehate kirin a derbarê statuya zanîngehê de jî ez dixwazim bikim û bibersivîn im. Li gor qanûna alman zanîngeh privat e an taybet e. ê li gorî me zanîngeha miletê kurd e. Ez berpirsê wê me lê Yûnis îro tûne be, kesên din jî wê her xwedî lê derkevin. Ez bi hêvi me wê her wisa jî milkê kurd bimîne.

Foto: Hrant Kasparyan 

————————————————–

Kî ye Derya Goregen?

Derya Goregen li Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Bilgi ya Stenbolê  beşa Televîzyonê û Bernamevanîyê xwend. di de. Di rojnameya Gündem, Sputnik Türkiye û Yeşil Gazeteyê de xebitî. Di herdu sazîyên dawî de wekî edîtorê jîngehê û nûçeyan kar kir. Paşê, di Bianet û TV 10ê de wekî stajer xebitî. Goregen niha Almanyayê wekî penaber jiyana xwe dom dike.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Los Angeles qedexeya derketina derve ragihand

A.Rahman Çelîk Li bajarê Los Angelesê derketina derve hat qedexekirin. Tevî qedexeyê jî çalakiyên protestoyê ranewestiyan. …