Derbeya Pinochet 50 sal li dûv xwe hişt

Li Şîliyê di 11 Îlona 1973’an hukumeta Salvador Allende ku bi hilbijartinê hatibû ser kar, rastî derbeyeke leşkerî hat.

Allende teslimeyetê red kir û di dema berxwedanê de hate kuştin.

Li Şiliyê derbeya leşkerî ya general Augusto Pinochet 50 sal li dûv xwe hişt.

Di salvegera derbeyê de li paytext Santiagoyê merasîmeke fermî hate lidarxistin.

Serokomarê çepgir ê welêt Gabriel Boric ligel serokomarên Meksîka, Bolîvya, Kolombiya û Uruguayê tevlî merasîmê bûn.

Boric merasîma li pêşiya qesra serokatiyê La Monedayê de hate kirin, axaftinekê kir.

Serokomarê Şîliyê derbeya leşkerî bi van gotinan şermezar kir:

“Sebeb çi dibe bila bibe, divê em carekê din destûrê nedin ji ber hin kes xwedî fikrên cihê ne, mafên mirov bên binpêkirin. Divê ev bûyer ji bom e hemûya dema fêrbûnê be.”

Hukumeta demokratîk a Allende

Salvador Allende . Serokomarê çepgir ji ber reformên xwe yên demokratîk rastî derbeya leşkerî hat.

Li Şîliyê, di hilbijartina îlona 1970’an de, platforma Eniya Gel bi ser ket û Salvador Allende bû serokomarê Şîliyê.

Allende di hukumeta xwe demkurt de bi lez dest bi reformên demokratîk kir.

Kanên sifir ji destên fîrmayên navneteweyî hatin girtin û reforma hate kirin.

Hukumet zizmetên perwerdeyê û tenduristiyê ji bo herkesî kir bê pere.

Rejîmên kevneperest ên li Amerîkaya Latîn Amerîka ji vê şoreşa demokratîk tirsiyan û bi riya artêşê derbeyekê pêk anîn.

Derbeya leşkerî ya Pinochet

Di derbeya leşkerî de 40,000 kes hatin girtin 4,000 kes hatin kuştin û hezaran kes hatin windakirin.

Aqûbeta 1,469 kesên wê demê ji aliyê hêzên derbekar ve hatin girtin hîn jî nayê zanîn.

Derbeya leşkerî 11 Îlona 1973’an de bi fermanda general Pinoche pêk hat.

Artêşê derbekar di destpêkê de qesra serokatiyê La Monedayê bombaran kir.

Allende teslîmiyetê red kir û ligel endamên hukumetê û hêzên ewlekariya di ber xwe da.

Hêzên derbekar li qesrê û ciyên din berxwedêran bi hovane qetil kirin.

Salvador Allende jî di nav de bi sedan kes hatin kuştin.

Di salên ewilî yên dîktatoriya leşkerî de hejmara kesên hatin kuştin gihîşt 4,000’î.

40,000 kes hatin girtin û hezaran kes hatin windakirin.

Aqûbeta 1,469 kesên wê demê ji aliyê hêzên derbekar ve hatin girtin hîn jî nayê zanîn.

Dîktatoriya general Pinochet 17 sal kir û di 1990’î de bi hilbijartinê rê li ber hukumetên sivîl hate vekirin.

Infowelat

Foto: Salvador Allende û hevalên wî di dema berxwedan li dijî derbeya leşkerî. /Foto:  Latinta.com.ar

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …