Referandûma Swîsreyê: Bajar û Romandî însîyatîfa rastgir red kirin

Di referandûma 14ê hezîrana 2026an de, gelê Swîsreyê bi rêjeya %54,8 pêşniyaza Partiya Gel a Swîsreyê (SVP) ya ji bo “bisînorkirina nifûsê di 10 milyonî de” red kir. Nexşeya dengdanê nîşan dide ku herêmên gundewar ên almanîaxêv piştgirî dane vê însîyatîfê, lêbelê bajarên mezin û kantonên fransîaxêv bi piraniyeke mezin li dijî projeyê derketine.

Gelê Swîsreyê di dengdana girîng a ku wekî “Brexita Swîsreyê” dihat binavkirin de, biryara xwe da. Pêşniyaza Partiya Gel a Swîsreyê (SVP) ya ku dixwest nifûsa welat heta sala 2050an di bin 10 milyonî de bimîne, bi %54,8 dengên “Na” ya li hemberî %45,2 dengên “Erê”, hat redkirin. Encama dengdanê  di heman demê de parçebûna kûr a civakî, herêmî û zimanî ya di navbera kantonan de nîşan dide.

Kantonên Fransîaxêv  gotin “Na”

Yek ji balkêşiyên herî mezin ên referandûmê, helwesta zelal a herêmên fransîaxêv  bû ku wekî Swîsreya Romandî tê pênasekirin. Li kantonên mîna Neuchâtel (%67,3 Na)Cenev (%65,4 Na) û Vaudê (%64,5 Na) rêjeya redkirinê gihîşt asteke pir bilind. Pispor diyar dikin ku kantonên fransîaxêv ji ber têkiliyên xwe yên nêzik ên aborî û çandî yên bi Ewrûpayê re vê însîyatîfa rastgir red kirin e.

Kantonên almanîaxêv: Parçebûna gund û bajaran

Berevajî herêma fransîaxêv, li kantonên almanîaxêv dengdan dabeş bûn. Li vir ferqa herî mezin di navbera şêwaza jiyana gundewar û navendên mezin de derket pêş.

  • Bajarên almanîaxêv:Bajarê herî mezin ê almanîaxêv, Basel-Stadt ku di heman demê de kantonek e, bi rêjeya %73,5 “Na” bû kantona ku herî zêde li dijî însîyatîfê derket. Li bajarên mîna Zürich û paytext Bernê (%84 li navenda bajarê Bernê) jî dengên “Na” serdest bûn. Bajarên mezin ên ku aboriya wan bi karkerên biyanî û teknolojiyê ve girêdayî ye, qebûlkirina vê sînorî wekî “xwekujiya aborî” tê
  • Deverên gundewar ên almanîaxêv: Li herêmên gundewarî yên kantonên almanîaxêv, piştgiriya ji bo SVPê pir xurt bû. Kantona biçûk û gundewar a Appenzell Inner Rhodes bi rêjeya %65,9 ji denganê re got“Erê” Kantonên din ên kevneparêz mîna Schwyz, Uri, Glarus û Nidwalden jî piştgirî dan bisînorkirina nifûsê. Li van herêman, fikrên mîna “windakirina xwezayê”, “zêdebûna kirêyan” û “zexta li ser binesaziyê” wekî sedemên sereke hatin nîşandan.

Her çend kantonên gundewar ên navendî û almanîaxêv bixwazin sînoran daxînin jî, hevbendiya xurt a bajarên mezin, herêmên li ser sînoran û kantonên fransîaxêv rê neda ku “piraniya dualî” (hem piraniya gel hem jî piraniya kantonan) ya ji bo qebûlkirina însîyatîfa nifûsê pêk bê. Swîsreyê biryar da ku modela xwe ya aborî ya vekirî û peymanên xwe yên navneteweyî biparêze.

Foto: Kantonên Swîsretê/Nexşe: Papilio machaon, CC BY-SA 4.0

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Konfederasyona Swîsreyê: Kantona Luzernê

Kantona Luzernê wekî bajar-dewleta li ser bingeha bajarê Luzernê hatîye damezrandin. Herçî bajarê Luzernê ye, …