Fatoş Demirtaş
Vaud bi nifûs û erdên xwe kantona herî mezin a li rojavayê Swîsreyê ye. Ji alîyê berfirehbûna erdên xwe jî Vaud kantona çaremîn e. Kantona Vaudê di çarçoveya sîstema federal a Swîsreyê de xwedî erkên, qanûnçêkirin, îdarî û darazê ne. Grand Conseil (Konseya Bilind) parlamentoya kantonê ye û Conseil d’Etat (Konseya Dewletê) jî hikumeta heman kantonê ye.
Profîla Kantona Vaudê
Nifûs: 855.000
Berfirehbûn: 3.213 km²
Paytext: Lozan
Zimanê fermî: Fransî
Kengî tevlî Swîsreyê bû? : 1.803
Vaud bi nifûs û erdên xwe kantona herî mezin a li rojavayê Swîsreyê ye. Ji alîyê berfirehbûna erdên xwe jî Vaud kantona çaremîn e. Hin çavkanîyên dîrokî nîşan didin, navê kantonê ji peyva almanî wald hatîye ku tê wateya daristanê. Gola Lemanê ku tevahîya sînorên li başûr pêk tîne, li ser jîyana aborî û civakî kantonê xwedî bandoreke mezin e. Erdên kantonê ji beravê heta Gola Neuchatelê ya li bakur dirêj dibe. Kanton li rojava bi xeta Çiyayên Jurayê dibe cîranê Fransayê û ji wir ber bi rojhiat ve heta Çiyayên Alpan dirêj dibe. Li vê deverê erdên kantonê bilind dibin û Çîyayê Diableretsa 3.210 mêtro bilind dikeve nava sînorên kantonê.
Kantona Vaudê wekî kantona sereke ya Swîsreya fransîaxêf tê qebûlkirin ku wekî Swîsreya Roman tê pênasekirin. Bajarê Lozanê bi nifûsa xwe ya nêzîkî 325,000î navenda aborî û çandî ya kantonê ye. Vevey û Montreaux du bajarên din ên mezin in ku tevlî Lozanê li berava Gola Lemanê ne. Bajarê çaremîn mezin Yverdon-les-Bains e ku li berava Gola Neuchatelê cî digire.
Kurtedîrok
Erdên Vaudê di Serdema Navîn de parçeyeke Mîrektîya Savoiyê bûye ku niha di nava sînorên Fransayê de ye. Paşê, Mîrektîya Bernê çav berdaye Vaudê û vî bajarê ku wê paşê bibe paytexta Swîsreyê, bi êrişa di sedsala 15. de Vaudê dagir kir. Bern di 1536an de xwest hebûna xwe mayînde bike û herêmê bi xwe ve girê da. Bi desteka Bernê reforma protestan li herêmê hat ferzkirin û bingeha Dêra Katolîk hat lawazkirin. Ber bi sedsala 18. ve nerazîbûnên fransîaxêvan a li hemberê rêveberîya almanîaxêv a Bernê zêde bûn. Hêzên herêmî bi bandora Şoreşa Fransayê I hemberê Bernê serî rakirin û di 1798an de Komara Lemanê damezrandin. Bi vê re paralel, serhildêrên Vaudê hêzên fransî vexwendin herêmê û bi vî awayî Fransa bû xwedîyê Vaudê. Fransaya şoreşger dawî li dewletoka nû anî Kantona Lemanê tevlî Komara Helwestîk kir li Swîsreyê damezrand. Lêbelê di demeke kurt de acizîyên civakî yên li hemberê sîstema polîtîk a fransî veguherî serhildanekê û di 1803an de Konfederasyona Swîsreyê ya serbixwe hat damezrandin. Kantonê Vaudê tevlî gelek kantonan, di heman salê de tevlî konfederasyonê bû.
Demografî û ziman
Vaud bi nifûsa xwe ya nêzîkî milyonekî, piştî Zurichê û Bernê kantona sêyemîn mezin a Swîsreyê ye û ya herî mezin a Swîsreya fransîaxêv e. Her sal hejmareke zêde penaber û koçber ji bo mafê îkametê serî li ofîsa koçberîyê didin. Ev jî dibe sebeb, nifûsa biyanîyan her sal çar qat ji welatîyên din zêdetir bibe. Îstatîstîk nîşan didin, 33 ji % nifûsa kantonê ji biyanîyan pêk tê. Loma jî Vaud di warê hebûna nifûsa biyanî de piştî Cenevê kantona duyemîn e. Ji sêyan duyê vê rêjeyê ji welatên Yekitîya Ewrûpayê û welatên EFTAyê ne (Norwêc, Îsland û Liechtenstein).

Zimanê fermî yê Kantona Vaudê fransî ye û 82 ji % yê nifûsê bi vî zimanî diaxive. Ji ber hebûna hejmareke zêde ya koçberên ji Portûgalê, zimanê duyemîn berbelav portûgalî ye. 8.5 ji % nifûsa kantonê bi vî zimanî diaxivin. Rêjeya axaftina zimanên din ên zêdetir tên axaftin wiha ye: Îngilîzî 8 ji %, almanî 6.3 ji % û îtalyanî 5.1 ji %.
Tevî ku ji sêyan yekê nifûsê ji bîyanîyan pêk tê jî, 27 ji % (2003) biyanîyan ne xwedî pasaporta Swîsreyê ne. Hin rêxistinên mafên penaberan di wê bawerîyê de ne, vê rewşê bandoreke xerab li demokrasîya kantonê dike. Ji ber ku kesên ne welatî bin nikarin di hilbijartinên herêmî û neteweyî de deng bi kar bînin.
Ji alîyê bawerîyan ve, 40 ji % niştecîyên Vaudê protestan in. Tevî hewldanên duvedirêj ên protestanan ên ji bo hegemonyayê, Dêra Katolîk di nava civaka kantonê de hîn jî xurt e. 33,6 ji % civaka Vaudê katolîk in. Ji ber hebûna koçberên welatên misilman, rêjeya îslamê ya di nava civakê de 3.9 ji % ye.
Aborî
Vaud di warê aborîyê de jî bi dûv Zurich û Bernê li Swîsreyê kantona sêyemîn e. Hilberîna Nesafî ya Navmalî (HNN) ya kantonê salane 64.5 milyar frank e. Navendên hin şîrketên navneteweyî yên wekî Nestle, BOBST, SICPA, Philip Morris, British American Tobacco û Chiquita li nava sînorên kantonê ne. Sebeba vê ev e, baca dahata şîrketan li kantonê li gorî aliyên din ên Swîsreyê kêmtir e.
Tûrîzm sektoreke giring e ku her ku diçe ciyê wê yê di nava aborîyê de zêdetir dibe. Ji payîza 2024an heta bihara 2025an de kesên ji derveyê Swîsreyê hatine serdana kantonê 7.7 ji % zêde bûne. Ev rêje hema hema sê qat ji ya ji bo Swîsreyê zêdetir e. Piranî
Erkên kantonê
Kantona Vaudê di çarçoveya sîstema federal a Swîsreyê de xwedî erkên, qanûnçêkirin, îdarî û darazê ne. Grand Conseil (Konseya Bilind) ku parlamentoya kantonê ye, xwedî erka qanûnçêkirinê ye. 150 endamên wekîlên parlamentoyê bi rengekî proporsîyonel ji 10 navçeyên kantonê tên hilbijartin. Li gorî nifûsê ji bo her navçeyî hejmareke wekîl hatine terxankirin. Parlamento di 1802an de hatîye damezrandin. Parlamento derbarê biryarên giştî yên rêveberina giştî ya kantonê û sîstema giştî ya aborîyê de xwedî erk in. Hemû erkên di nava erkên kantonê de cî nagirin, ji beledîyeyan re hatine hiştin.
Erkên îdarî di destên Conseil d’Etat (Konseya Dewletê) de ye ku ew jî wekî hikumeta kantonê tevdigere. Konsey ji heft endaman pêk tê û bi rêgeza piranîya dengan, ji bo pênc salan tên hilbijartin, Her yek ji endamên hikumetê berpirsê departmentekê ye. Ji 2007an û vir ve serokê kantonê ji alîyê endamên hikumetê ve ji bo pênc salan tê hilbijartin. Berîya vê, her yek ji endamên konseyê bi awayekî dorveger salekê serokatîyê dikirin.
Tribunal cantonal (Dadgeha kantonê) li ser erdên kantonê xwedî erkên darazê ye. 44 dadgerên vê dadgehê ji alîyê hikumetê ve tên hilbijartin. Dadgeha Kantonê di nava xwe de ji gelek dadgehan pêk tê. Hin ji van dadgehan ev in:
- Dadgeha Destûra Bingehîn
- Dadgeha Îdarî û Hiqûqa Gelemperî
- Dadgeha Medenî
- Dadgeha Medenî ya Temyîzê
- DadgehaCezayê
Fotoyê sereke: Ala Kantona Vaudê