Tetbîqata Vostok-2022 wê 1’ê îlonê dest pê bike û heta 7ê îlonê berdewam bike
Ji Rûsyayê û Çînê nêzîkî 50 hezar leşker tevlî vê tetbîqatê dibin
Rûsyaya di salên dawî de sanayiya xwe ya mîlîter pêş ve dibe, dem û dem tetbîqatên leşkerî li dar dixe.
Gelek ji van tetbîqatan li herêmên ji aliyê jeostrajîk ve girîng e tên lidarxistin.
Nimûneye dawîn ya minawreyên bi vî rengî, niha li peravên vî welatî yên li Okyanûsa Pasîfîkê pêk tê.
Moskow biryarê girt tevlî Çînê li Deryaya Ohotsk û Deryaya Japon minavreyeke berfireh li dar bixe.
Ligel Çînê, komeke biçûk ên leşkerên Belarûs, Azerbaycan, Ermenistan, Sûriye û Hîndistanê jî wê tevlî vê minawreyê bibin.
Tetbîqata Vostok-2022 wê 1’ê îlonê dest pê bike û heta 7ê îlonê berdewam bike.
50 hezar leşker
Ji bilî ciyê tetbîqatê, hejmara leşkerên wê tevlî minawreyan bibin jî gelek balê dikişîne.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand wê 50 hezar leşker di minawreya dawî de cî bigirin.
Ji ber zêdebûna vê hejmarê û herêma hesas ê tetbîqatê, rêvebiriya Moskowê neçar ma daxuyaniyek bide.
Cîgirê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê Alexander Fomîn di daxuyaniyê de xwest şik û gumanên derbarê tetbîqatê de belav bike.
Fomîn got, tetbîqata li Pasîfîkê bi tenê ji bo parastinê ye û dihedefa wê de tu welatekî din tune ye.
Lê digel vê daxuyaniyê jî bawerî ev e, Rûsya tevlî Çînê dixwaze li Pasîfîkê li dijî Amerîka û hevalbendên wê yên li herêmê hebûna xwe ya leşkerî xurtir bike.
Tetbîqata Amerîka-Japonyayê
Hêjayî gotinêye, Amerîkayê jî duh li başûrê Japonyayê tevlî vî welatî dest bi tetbîqatekê kiribû.
Lewma jî tê ragihandin, dem û ciyê tetbîqata dawî ya Rûsya û Çînê, bi tesadufî nehatiye hilbijartin.
Ev her du tetbîqatên dawî yên li rojava û rojhilatê Deryaya Japon nîşan didin, aloziya li Asya-Pasîfîkê wê di dema bê de hîn bêtir zêde bibe.