Moldova xweseriyê pêşniyazê Transdînyesterê kir

 

 

Serokwezîrê Moldovayê Iurie Leanca diyar kir ku çareserkirina pirsgirêka Transdînyesterê (Transnistria) herî baş bi riya “çareseriyên Ewropayê” dibe. Leanca ji bo mînakên vê çareseriyê Katalonyayê mînak da û got ku xweseriyeke bi vî rengî dikare ji bo herêma Transdînyesterê bê pêşniyazkirin.

Leanca di nava dîtinên xwe yên ku ji rojnameya rûs Vedomostî re anî ziman de got ku serxwebûna Transdînyesterê berevajiya Abhazya û Osetyaya Başûr ku di 2008’an de serxwebûna wan ji aliyê Rûsyayê hatibû qebûlkirin, wê ji aliyê vî welatî neyê qebûlkirin. Bi vê daxuyaniya xwe serokwezîr Leanca polîtîkaya rêvebiriya Moldovayê ya di derbarê mijara veqetîna Transdînyesterê de ku demeke dirêje neguheriye, şopand.

Ji bilî vê mijarê, serokwezîr li ser yekitiya Moldovayê ya bi Romanyayê re jî dîtinin xwe pêşkêş kir. Leanca got ku vê “xetereyê” tuneye û bi tenê bi armanca ku di hilbijartinan de zêdetir dengan bistîne ji aliye Partiya Komunîst a Moldovayê hatiye afirandin. Lê digel van gotinên Leanca, serokê Romanyayê Traian Basescu bi israr diyar dike ku divê Romanya bi armanca yekitiya bi Moldovayê re nîqaşeke li hundirê welat bide destpêkirin. Basescu dibêje ku di hilbijartina ji bo Parlementoyê ya bê de xetere heye ku Partiya Komunîst li Moldovayê were ser kar û Moldovayê bêtir nêzîkî Rûsyayê û Yekitiya Awrasyayê bike.

Kurtedemek berê, ji ber mijara yekitiya Moldovayê ya bi Romanyayê ve, Hikumeta Gagawûzyayê jî diyar kiribû ku ew dixwaze meha li pêşiya me referandûmekê li dar bixe. Hikumetê wê di referandûmê de ji welatiyên pirs bike gelo dema Moldova bi Romanyayê re bibe yek, ew dixwazin mafê xwe yê diyarkirina qederê bi kar bînin.

Dijberiya di navbera Moldova û herêma wê ya serhildêr Transdînyester de piştî ku serokê vê herêmê Yevgeny Shevchuk di despêka meha Kanûnê de pêşniyaz kiribû ku hiqûqa federal a Rûsyayê ji aliyê Transdînyesterê bê qebûlkirin, bêtir xerabibû. Hefteyekê beriya vê pêşniyazê, Moldova bi Yekitiya Ewropayê re peymana nêzikbûnê îmze kiribû.

transdnyester

Kurteagahiyên di derbarê Transdînyesterê de

Transdînyester di 1990’î de ji Moldovayê veqetiya û serxwebûna xwe deklere kir. Di 1992’an de herêm bi alîkariya leşker û dilxwazên rûs bi Moldovayê re şer kir. Heta niha Rûsya jî tê de ti dewletên cîhanê serxwebûna vê herêmê nasnekiriye. Rûsya bi herêmê re têkiliyên xurt dimeşîne û hebûna xwe ya leşkerî li wir didomîne.

Nifûsa Transdînyesterê 500,000’ye ku Rûs û ûkraynî ji % 59’ê vê nifûsa pêk tînin. Koma duyemîn a mezin moldov in ku qasî ji % 32’yê nifûsê pêk tînin. Zimanê rûsî li Transdînyesterê zimanê fermî ye.

Çavkanî: Nationalia.info

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …