Li Sûdanê xetereya jinûvedestpêkirina pevçûna li rojhilat

 

 

Koma Krîzê ya Navneteweyî (ICG) li ser rewşa dawî ya rojhilatê Sûdanê raporeke weşand. Di raporê de xerabûna pêvajoya aşyiyê ya li herêmê li ber çavan hat raxistin û ji bo meşandina vê pêvajoyê ji hikumeta Sûdanê, Eniya Rojhilat û aktorên neteweyî re hin pêşniyaz hatin kirin.  

Di rapora ku di 26’ê mehê de hat weşandin de bi taybetî li ser Peymana Aştiyê ya Rojhilatê Sûdanê ku di 2006’an de di navbera hikumetê û Eniya Rojhilat de hatibû îmzekirin, hat sekinandin û van tespîtan hatin kirin: “Heft sal piştî îmzekirina vê peymanê, ji ber têkçûna di warê meşandina gelek hukmên vê peymanê hîn jî sebebên pevçûnê didomin, heta di gelek aliyan de jî bêtir giran bûne.” Di berdewamiya nirxandina pêvajoya meşandina vê peymanê de hat gotin ku siyaseta parçe bike û birêvebibe ya Partiya Kongreya Neteweyî ya ku li Hartûmê Îktîdar e, encameke wiha bi xwe re aniye û piştî 2006’an piraniya eleqederî ji bo Darfûr, Nîla Spî û Kordofanê hatiye nîşandayîn û çavkaniyên heyî ji van herêman re hatine şandin.

Rapor bidestxistina çavkaniyên herêma rojhilat a ji aliyê hikumeta navendî û destûrdayîna jinûvebiçekbûna mîlîsên lokal rexne kir ku ragihand ku ji ber van sebeban gelê li herêmê ditirsin ku ew der bibe wekî Darfûrê.

map-sudan2

Pêşniyaz

Di dawiya raporê de ji hemû aktorên li jêr ku aliyekî vê mijarê ne an dikarin tesîreke erênî li vê nakokiyê bikin re hin pêşniyazên bi vî rengî hatin kirin:

Ji hikumeta Sûdanê, Partiya Kongreya Neteweyî û Eniya Rojhilat re:

–          Bi armanca nîqaşkirina têkçûna meşandina peymana aştiyê, lidarxistina Konferansa Şêwirmendiyê ya Peymana Aştiyê ya Sûdana Rojhilat,

–          Destpêkirina pêvajoyeke diberçavderbaskirin û çareserkirina kêmasiyên programa bêçekbûn, deêmobîlîzasyon û jinûveentegrasyona şervanên Eniya Rojhilat,

–          Bi armanca biryardayina temsîlkirina gelê rojhilatê Sûdanê di nava Xizmeta Fermî ya Neteweyî de, avakirina Desteya Pisporan di bin banê Komîsyona Xizmeta Fermî ya Neteweyî de,

–          Meşandina teahudên fînansî yên ji bo Fona Jinûveavakirin û Pêşketinê ya Rojhilatê Sûdanê.

Ji NY, YE û dewletên cîran re:

–          Destekdayina lidarxistina Konferansa Şêwirmendiyê ya Peymana Aştiyê ya Sûdana Rojhilat û teşwîqkirina hewldanên lokal ên ji bo lihevhatina eşîran li hemû herêmên rojhilat,

–          Bi armanca têkoşîna bi trafîka çek û mirovan re, di xeta standardên navneteweyî de destekdayina hewldanên neteweyî û herêmî.

Ji hikumeta Sûdanê re:

–          Ji bo agirbesteke berfireh û vekirina riya alîkariyên însanî ber bi herêmên pevçûn lê hene, anîna cem hev a Partiya Kongreyê ya Neteweyî, Eniya Şoreşger a Sûdanê, Eniya Rojhilat, hezên mixalefetê û saziyên sivîl û pêkanîna lihevkirina wan,

–          Nîqaşkirin û qebûlkirina sîstemeke rêvebirinê ya ku dikare nakokiyên di navbera “Hartûma navend”, Darfûr, Başûrê Kordofanê û Nîla Şîn û herwiha bêhizûriya li bakur û rojhilat bidawî bike,

–          Amadekerina destûreke bingehîn a mayinde.

Çavkanî: Crisisgroup.org

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …