Li Fransayê xwepêşandana ji bo xweseriya Welatê Bask ê Bakur

 

 

Li erdên Baskê ya li başûrêrojavayê Fransayê, bi armanca naskirina mafên gelê bask xwepêşandanekê hat lidarxistin. 3,500 mirov beşdarê xwepêşandana ku di 30’yê Berfanbarê de ji aliyê rêxistina sivîl a Baterayê hat lidarxistin, bûn. Ev bû meşa duyemin a ku isal ji bo heman daxwazê hat lidarxistin.

Di xwepêşandana li Mauleyê de ji Fransayê hat daxwazkirin ku bi riya “jiholêrakirina kantonên ku rêzê ji sînorê Welatê Bask re nagire”, damezrandina kolektîvîteyeke terîtoryal (parçeyeke axê ya xwedî sînor) ji bo xweseriya Welatê Bask ê Bakur û li heman herêmê zimanê bask ligel zimanê fransewî wekî zimanê fermî nasbike.

Di daxuyaniya ji aliyê Baterayê ve hat dayîn de ji bilî van, kapasîteya herêmê ya damezrandina hemû xizmetên pêwîst ku di nava wan de saziyeke çandiniyê ya xweser jî heye, bê naskirin û qada polîtîkaya lokal bê berfirehkirin.

piryenyeiatlantichy

Welatê Bask ê Bakur ku ji aliyê gelê bask wekî Iparralde tê binavkirin, girêdayê departmana Pîreneyên Atlantîkê (Pyrénées-Atlantiques) a li herêma Akîtanya ya li başûrêrojavayê Fransayê ye. Nafarroa Beherea, Lapurdi û Zuberoa  ku herêmekê nêzîkî 3000 km² pêk tinin, di nava departmana Pîreneyên Atlantîkê de cî digirin. Nifûsa vê herêmê qasî 260,000’e. Fransa bi awayekî fermî hebûna herêmeke bask li ser erdên xwe nasnake.

Çavkanî: Nationalia, Batera.info

 

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …