Li ciyê ku simbêl dikare bibe xwedî wateya jiyan û mirinê

 

 

“Beriya ku ruh bi xwedê re bibe yek divê hezar carî ji nû ve vejê” dibêje Recep Asî Kerîmê ji Elî Serayê ku 190 km li bakurê Bexdayê ye. Li xaniyên herî yên Elî Serayê çend mirovên ku baweriyeke antîk a beriya îslamê dişopînin, dijîn. Hebûna wan a li vê herêmê di sedsala 21’emîn de mûcîze ye.

Kerîm vê yekê dizane û piraniya dema xwe ya vala bi armanca berhevkirina pirtûkan ji bo tekane pirtûkxaneya 12 gundên ku dî vê herêmê de belav bûne re derbas dike.

Kerîm dibêje ku “ Em li ser riya Tîkrît ku bajarokê Saddam Huseyîn lê hatiye dinyayê û keleya alîgirên wî û Herêma Xweser a Kurd a li Iraqê ne ku dûrbûna herduyan ji me wekî hev in” û “vê herêmê ji aliyê terorîstan ve tê êrîşkirin û em, yek ji  hedefên herî hêsan in.

Bermahiyên 13 xaniyên ku bi tenê îsal li vî gundî hatine xerakirin şahidiyê ji şîdeta ku kesên li vir rû bi rû mane re dike. Ev, buhayê kurdbûnê û “paganbûnê” ye ya li yek ji herêmeke herî zêde bêaram e.

Tê gotin, ku ligel êzdiyan ku baweriyeke din a beriya îslamê ye, kakayî di nava kurdan de baweriyeke esil parastin e. Dîsa, tê gotin ku kakayîtî ji peyva kak (birayê mezin) tê.

Casim Raşîm Şawzan ku yekemîn û tekane dadgerê kakayî yê li Iraqê ye, dibêje ku gelê wî ji çiyayên kurdan ên nêzîkî bajarê Kirmaşanê hatine ku 400 km li başûrêrojavayê Tehranê ye. Li wir gelek tirbeyên kakayiyan hene û ew der ciyê ku tekane pirtûka pîroz a kakaiyan Zenûr li tê parastin e.

Gelek kakaî pirî caran bi hêsanî bi simbêlên xwe yên dirêj tên naskirin. Di îslamê de simbêl divê kin bin.

Dadgerê kakayî wiha dibêje: “Saddam bi armanca malbatên ereb ên ji aliyên din ên welat lê bi cî bike, gelekî ax û gundên me ji me girt. Ji 2003’an vir ve, ji me bi sedan kes ji aliyê fanatîkan hatin kuştin û gelek kes mecbûr hatin hiştin ku koç bikin.”

Koma Mafên Kêmaran a Navneteweyî ya li Brîtanyayê texmîn dike ku hejmara kakayiyên li Iraqê 200,000’e. Di raporeke xwe ya 2011’an de komê “gef xwarin, revandina mirovan û kuştinên” li erdên kakayî şermezar kir. Di derbarê boykotkirina hin rêberên olî ya “dikanên gawiran” de hin agahî tên dayîn.

Îro piraniya kakayiyan qebûl dikin ku eger erda wan di nava sînorê Herêma Xweser a Kurd a Iraqê de be wê ewlehiya wan baştir be.

Sîrwan ku di bendeke kontrolê ya di ketina Elî Sarayê de nobetê digire, dibêje ku bi armanca biryardayina statuya legal a “erdên li ser nayê li hevkirin” a di navbera Hewlêr û Bexdayê de, wê di 2007’an de referandûmek bihatana li dar xistin. Heta dema ku tesîra kampanyaya erebkirinê ya Saddam Huseyîn ji holê bê rakirin referandûm hatiye taloqkirin.

Nivîskar Felakeddîn Kakayî  ku di navbera kakayiyan û rêvebiriya kurd a li Iraqê wekî pireke bûye, meha borî miriye. Kakayî, beriya ku berpirsiya têkiliyên di navbera Hewlêr û Enqereyê de hilde ser xwe, di rêvebiriya kurd de du car bûye wezîrê çandê.

Hin kes ji bo parastina maf û çanda kakayiyan di nava hewldanê de ne. Saad Sallûm ku edîtorê sereke yê kovara Masarat e, hewld dide ku beriya ku ji holê rabe dokûmantasytona cihêrengiya li Iraqê çêke.

Sallûm wiha diaxive: “ Ji 2003’an û vir ve me iraqî pirhejmariya xwe kifş kir. Lê em ji qebûlkirina wê ya wekî işareteke zengînkirina nasnameya xwe dûr in û îro em ji moşekekê an çekeke hilweşîner a girseyî zêdetir, ji cîranê xwe ditirsin.”

———-

Nûçe, ji aliyê rojnameger Karlos Zurutuza hatiye nivîsandin di 11.09.2013’an de di Ajansa Nûçeyan a Inter Press’ê de hatiye weşandin. Nûçe ji îngilîzi hatiye kurtkirin û wergerandin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Sîstema fransî pêşî li pêşniyazqanûna Macron girt

Konseya Destûra Bingehîn a Fransayê ji yekan sêyê vê belgeyê ango ji 35 xalên ji …