Bruksel Parlamentoya Herêm-Paytextê hildibijêre

Welatîyên Brukselê wê di hilbijartinên 9ê hezîranê de Parlamentoya Herêm-Paytext a Brukselê hilbijêrin.

Bruksela ku paytexta Belçîkayê ye, ji 1989an û vir ve wekî Flander û Walonyayê xwedî statuya otonomîyê ye.

Belçîka bi hilbijartina di 9ê hezîranê de wê parlamentoya xwe ya federal nû bike.

Di heman rojê de hilbijartinên  Ewrûpayê û herêmên Flander, Walonya û Brukselê jî tên lidarxistin.

Bruksela ku paytexta Belçîkayê ye, ji 1989an û vir ve wekî Flander û Walonyayê xwedî statuya otonomîyê ye.

Welatîyên Brukselê wekî her du herêmên din, dengên xwe ji bo parlamentoya herêmî bi kar tînin.

Parlamentoya Herêm-Paytext a Brukselê ji 89 kursîyan pêk tê.

72 ji kursîyan ji bo wekîlên fransîaxêv in û 17 ji wan jî ji bo wekîlên holandîaxêv hatine terxankirin.

Welatîyên herêmê, kîjan zimanî diaxivin bila biaxivin dikarin dengên xwe bidin partîyên fransîaxêv  anholandîaxêv.

Welatî ji bo dengdanê divê navên xwe li lîsteyên fransî an holandî binivîsin.

Tevî vê, welatîyên ku partîyên flaman tercîh dikin dikarin di hilbijartinên herêma flaman de jî deng bidin.

Welatîyên holandîaxêv ên Brukselê 6 wekîlên Parlamentoya Flaman hildibijêr in.

Avakirina Hukumeta Brukselê

Ji bo avakirina hukumeta Herêm-Paytext a Brukselê hebûna 45 wekîlên parlamentoyê pêwîst e.

Lê di heman demê de ji bo hukumetê divê temsîlîyeta piranîya kursîyên komên her du zimanan pêk were.

19 şaredarîyên Herêm-Paytext Brukselê/Maps-brussels.com

Ev jî tê vê wateyê, divê herî kêm 9 kursî bikeve destên holandîaxêvan û herwiha fransîaxêv jî bibin xwedîyê 37 kursîyan.

Herêm-Paytext a Bruksel ji 19 şaredarîyan pêk tê û nifûsa wan a tev bi hev re li derdora 1,200,000î ye.

—————————————————–

Foto: Ala Herêm-Paytext Brukselê

Infowelat  

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyan hat pîrozkirin

Li gelek bajaran bi boneya Cejna Zimanê Kurdî aktîvîteyên weke konser, atolye, dengbêjî û xwendina …