Bobby Sands di 1981an de jiyana xwe ji dest da

Endamê IRAyê Bobby Sands tevlî 9 hevalên xwe di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest da.

Bi dûv grevê re li bakurê Îrlandayê qonaxeka din a şerekî navxweyî dest pê kir.

IRA tevî li herêmê, êrişên xwe yên li nava Brîtanyayê derxist asta herî bilind.

5ê gulanê di dîroka têkoşîna bakurê Îrlandayê de rojeke dîrokî ye.

Bobby Sands ku endamekî IRAyê (Artêşa Komarger a Îrlandayê) bû, di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest da.

Tevlî Sands, di vê grevê de 9 mîlîtanên têkoşîna îrlandî jî jiyana xwe ji dest dan.

Ev bûyera ku yek ji trajedîya mezin a dîroka Îrlandayê bû, di 1981’an de pêk hat.

Berîya Bobby Sands di girtîgehê de jiyana xwe ji dest bide, di hilbijartinê de bû wekîlê Parlamentoya Brîtanî.

Loma vê bûyerê li Îrlanda û li cîhanê deng veda û sempatîyeke mezin ji bo doza wekhevî û serxwebûnê ya bakurê Îrlandayê derxist holê.

Bobby Sands û mîlîtanên din ên ji Îrlandayê ku di greva 1981an de jiyana xwe ji dest dan./Eirigi.org

Bi dûv grevê re li bakurê Îrlandayê qonaxeka din a şerekî navxweyî dest pê kir.

IRA tevî li herêmê, êrişên xwe yên li nava Brîtanyayê derxist asta herî bilind.

Yek ji van êrişan di 1984an de li hemberê serokwezîra Brîtanyayê Margaret Thatcher pêk hat.

Di vê êrişê de 3 kes mirin 30 kes jî birîndar bûn.

Pisporên vê meseleyê dîyar dikin, piştî êrişan, Brîtanya biryara çareserkirina alozîya bakurê Îrlandayê daye.

Ev jî derî li hevdîtinên aştîyê re vekir û bi Peymana Belfastê  ya 1998an dawî li alozîyê hat anîn.

———————————————–

Fotoyê sereke: Bobby Sands Trust

Infowelat

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Cizîr 10. mîhrîcana xwe li dar xist

Cahîd AKIL Mihrîcana Cizîrê ya ku sala 2007an destpêkiribû heya 2015an bê navber dom kiribû. …