Li Brîtanyayê erdheja siyasî

A.Rahman Çelîk

Brîtanya bi 50 îstîfayên ji hukumeta Borîs Johnson ket nava krîzeke siyasî ya kûr

dema şewba koronayê Johnson qaîdeyên ku wî bi xwe danîbûn binpê kiribû û ev jî bûbû sebeba pêleke hêrse ya di nava civakê de

Li Brîtanyayê hikûmeta Boris Johnson bi krîzeke siyasî re rû bi rû ye.

Piştî îstifaya Wezîrê Darayî Rishi Sunak û Wezîrê Tenduristiyê Sajid Javid duh jî Wezîra Ragihandinê Laura Prott û Wezîrê ji Malbat û Zarokan Berpirs Will Quince jî ji wezîfeya xwe îstifa kirin.

Li pêyî îstifaya van wezîran, cîgir û şêwirmendên wan jî îstifayên xwe ragihandin.

Pêla îstifayê di navbera 24 saetan de ji 50’yî derbastir kir.

Borîs Johnson li şûna van îstifayan, kesên nû wezîfedar kir.

Wezîrê Aboriyê Rishi Sunak duh îstifa kir

Paşê jî di rûniştina Parlemena Brîtanyayê, bersiv da pirsan.

Johnson wekî ku tiştek neqewimiye, ew ne sebeba van îstifayan e, tevgeriya.

Wî li ser hev çend caran dubare kir ku neyta wî ya îstifayê tuneye.

Johnson gotina xwe weha bi dawî kir : “Gava şert û mercên dijwar, wezîfeyeke mezin li ser pişta mirov be, wezîfeya Serokwezîrekî ev e ku karê xwe bidomîne. Û ez ê jî vê yekê bikim.”

Li ser vê nîqaşê zêde wext derbas nebû, medyaya Brîtanyayê îddia kir ku Boris Johnson qebûl kiriye wê îstifa bike.

Sebebên krîza siyasî

Wezîrê Tenduristiyê Sajid Javid jî yek ji wezîrê ewil bû ku îstifaya xwe ragihand

Hêjayî gotinê ye, dema şewba koronayê Boris Johnson qaîdeyên ku wî bi xwe danîbûn binpê kiribû û derketibû holê ku çendîn caran li avahiya serokwezîriyê şahiyan lidar xistiye.

Ji ber vê yekê jî hêrsa gel lê rabibû.

Li aliyekî din Johnson, Chris Pincherê bi destavêtina du mêran dihat tawanbarkirin, wekî Rêveberê Komê yê Parlemanê anîbû ser kar.

Piştî tawanbariyan, her çiqasî di serî de qebûl nekiribû jî, paşê li xwe mikur hatibû ku hayê wî ji vê bûyerê heye û poşmaniya xwe anîbû ziman.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Konseya Cornwallê: Zimanê kernewek biparêzin

Konseya Cornwallê di 10. salvegera naskirina ziman a di bin Peymana Çarçove ya Parastina Kêmarên …