Piştî protokola nû wê Swêd û Fînland êdî bikaribin wekî welatên mêvan tevlî xebatên NATO’yê bibin.
Ji bo protokol têkeve meriyetê û endamtî pêk were divê heman belge ji aliyê hemû welatên endam ve were erêkirin.
Serîlêdana Swêd û Fînland a ji bo endamtiya NATO’yê gav bi gav digihîje armanca xwe.
Duh sekreterê NATO’yê Jens Stoltenberg bi nûnerên her du welatan re protokola endamtiyê îmze kir.
Di merasîmê de hukumetên Stockholm û Helsînkî, ji aliyê wezîrên karên derve ve hatin temsîlkirin.
Stoltenberg bi boneya girîngiya rojê axaftinekê kir û endamtiya Swêd û Fînlandê ji bo ewlehiya Ewrûpa û Atlantîkê, bûyereke dîrokî bi nav kir.
Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Pekka Haavisto di dora xwe ya axaftinê de kêfxweşiya xwe ya ji bo endamtiya rêxistinê îfade kir û got, ew bi coş li bendî beşdariya xebatên NATO’yê ne.
Herçî Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde bû, wê jî wekî Stoltenberg endamtiya welatê xwe ya ji bo rêxistina leşkerî wekî bûyereke “dîrokî” pênase kir û ji bo vê jî êrişa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê sebeb nîşan da.
Civîna Madrîdê
Hefteya borî di civîna Madrîdê de pêşiya endamtiya her du welatên Skandînavya Swêd û Fînland hatibû vekirin.
Li dûv muzakereyên dirêj, Tirkiye astengiya xwe ya li pêşiya endamtiya her du welatan rakiribû.
Piştî protokola nû wê Swêd û Fînland êdî bikaribin wekî welatên mêvan tevlî xebatên NATO’yê bibin.
Ji bo protokol têkeve meriyetê û endamtî pêk were divê heman belge ji aliyê hemû welatên endam ve were erêkirin.