Li bakur dibistan tên boykotkirin

 

 

 

Kurdistanî wê bi daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî, dibistanên Tirkî boykot bikin. Li gorî pisporan dema zarok bi zimanê dayika xwe perwerde bibin serkeftî dibin. Li gor gelek derdoran şert û merc û fersenda perwerdeya Kurdî hene.

Navenda KURDÎ-DER’ê ji bo ziman biparêze û Kurdî bike zimanê perwerdehiyê hewl dide îsal gelek dibistanên nû li dibistanên Kurdî zêde bike. Hevserokê Navenda KURD Î-DER’ê Alî Erdemîrcî xwest astengiyên li pêşiya perwerdeya Kurdî bên rakirin.

Bi salan e Kurd dixwazin bi zimanê xwe perwerde bibin. Lê dewlet û rayedarên hikûmetê vê daxwaza Kurdan li dijî zagonan dibîne û daxwaza wan qebûl nake. Hikumeta AKP’ê her dem Kurdan bi gotinên cuda dixapîne û destûr nadin ku Kurd bi Kurdî perwerde bibînin. Navenda KURDÎ-DER’ê sala par li Amedê Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger, li Cizîrê Dibistana Seretayî ya Berîvan û li Geverê jî Dibistana Seretayî ya Dayika Ûveyş vekir. Hikumeta AKP’ê ewil astengî derxist û êrîş pêk anîn. Hewl da ku kilîtê li deriyên dibistanan bixe, lê Kurd li dibistanan xwedi derketin û destûr neda ku dibistanên wan bên girtin. KURDÎ-DER’ê piştî sala par 3 dibistanên Kurdî xistin xizmeta perwerdehiya Kurdî, îsal hewl dide gelek dibistanên din li dibistanên Kurdî zêde dikin.

‘Dive bibe zimanê perwerdehiyê’
Hevserokê Navenda KURDÎ-DER’ê Alî Erdemîrcî tekildarê perwerdehiya zimanê dayikê û vekirina dibistanên nû ji DÎHA’yê re axivî. Erdemîrcî diyar kir ku bi salanê tekoşînekî ji bo zimanê Kurdî tê dayîn û wiha got: “Armanc zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Ji bo vê jî zagon û vezagonê de guhertin esase.  Dewletê her dem got ‘ev ziman zimanê perverdehî nine’. Ji bo vê yekê me sala borî 3 dibistanên xweser 3 dibistanên defacto vekir. Me li Gever, Cizîr û Amedê dibistana seretayî yê zimanê Kurdî vekir. Li Amedê Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger pir serkeftî bû. Zarok pir zû derbasê xwendin û nivîsê bûn.”

‘Gel dixwaze bi zimanê xwe perwerdê bibîne’
Erdemîrcî da zanîn ku dibistanên seretayî rastê eleqeyek mezin tê û wiha got: “Em dîsa mafê xwe dixwazin. Em zanin ku di Amedê de nêzî 1600 dibistanên fermî hene. Em nikarin 1600 dibistanên perwerdehiyê vekin. Lê em dixwazin astengiyên li pêş me bên rakirin da ku em bikaribin zarokên perwerdehiya Kurdî dixwazin perwerde bibin. Gel dixwaze perwerde bi zimanê xwe bibîne. Xwestek û daxwaz jî pirin lê ji ber astengiyên dewletê em nikarin bibin bersiv. Rastî ji bo vê yekê îsal van jî dibistan seretayî sembolîkin.“

KURDÎ-DER amadekariya dibistanên nû dike
Erdemîrcî anî ziman ku ew dikarin di heremê de perwerdehiya xweserî pêk bînin û wiha domand: „Ev mafê gerdunî û mafê xwezayî ye. Em niha amadekariyên dibistanen nû dikin. Em li Navçeyên Peyas, Dêrik, Qoser, Nisêbîn, Sîlopî û navenda Wanê amadekariyên dibitanên nû yên seretayî dikin.

Boykotkirin a dagirkerî ye

Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê diyar kir ku ew destekê didin bang û biryara Kongreya Civaka Demokratîk a ji bo boykotkirina saziyên perwerdeyê yên mêtînger û bang li tevahiya Kurdistaniyan kir, ku tevlî vê boykotê bibin.

Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê diyar kir ku ew destekê didin bang û biryara Kongreya Civaka Demokratîk a ji bo boykotkirina saziyên perwerdeyê yên mêtînger di destpêka serdema hîndekarî û perwerdeyê ya sala 2015-2016’an.
Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê, bi wesîleya destpêka serdema hîndekarî û perwerdeyê ya salên 2015-2016’an daxuyaniyeke nivîskî weşand. Komîteya Perwerdeyê got, “Kaosa Rojhilata Navîn ku di navenda wê de welatê me Kurdistan heye, bi çareseriya neteweya demokratîk a li welatê me xwe da der re, derbasî qonaxeke nû bûye. Şoreşa Rojava, li ser bingeha cihêrengiya hemû civakên li herêmê weke modela jiyaneke bi hev re ya ji dil, azad û wekhev derketiye holê. Sîstema kantonal a li Rojava, bi awayekî şênber radixistiye pêş çavan ku demokrasiya xwecihî û xwerêveberî divê bi çi rengî bin. Şoreşa Rojava li ser bingeha xweparastinê jiyanê bi pêş ve dibe û gelên Rojava jî bi zimanên xwe yên dayikê re di mijarên perwerde û jiyîna çanda otantîk de derfetên çareseriyê yên demokratîk afirandine.”

‘Qirkirinê ji gelê me rewa dibînin’
Yek ji wezîfeyên bingehîn ên xwerêveberiyan, ku wezîfeya sereke ye; perwerdekirina zarok û ciwanên xwe bi zimanê xwe yê dayikê ye. Girîng e ev maf û wezîfeya perwerdeyê, li gorî kevneşopiya civakî û nirxên têkoşînê, bêyî radestî hin kesên din were kirin û bêyî derengmayînê, bi cih bê anîn. Ev maf mafekî hebûneyî ye ku di nava ti şert û mercî de dest jê nayê berdan. Li gelemperiya Bakurê Kurdistanê, têkoşîna pêşvebirina hîndekarî û perwerdeya bi ziman û zaravayên dayikê, xebata bingehîn a avakirina xweseriya demokratîk e. Heta ku sîstema perwerdeyê ya neteweya demokratîk neyê afirandin, zîhniyeta neteweya demokratîk nayê afirandin.

Banga destek dayina çalakiyê
Li ser vê bingehê, em bang û biryara Kongreya Civaka Demokratîk a ji bo boykotkirina saziyên perwerdeyê yên mêtînger di destpêka serdema hîndekarî û perwerdeyê ya sala 2015-2016’an rast dibînin û destekê didin. Em bang li gelê xwe yê welatparêz, şoreşger, derdorên demokratîk û sosyalîst dikin ku sîstema asîmîlasyon û otoasîmîlasyon a rejîma TC a faşîst weke amûra înkar û tinekirinê bi kar tîne red bikin, sîstema xwe ya perwerdeyê biafirînin û bi xurtî tevlî banga boykotê ya KCD’ê bibin.”

Dibistanên Kurdî serkeftî ne

Hevberdevkê Komîsyona Ziman a KCD’ê Îrfan Babaoglu, qedexeyên û astengiyên li ser perwerdehiya zimanê zikmakî nirxand û got, “Gelê Kurd ji bo zimanê zikmakî, vîna xwe danîn holê.”
irfan_babaoglu3jpg
Hevberdevkê Komîsyona Ziman a KCD’ê Îrfan Babaoglu, tekîldarê gotinên Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu ku gotibû ‘Perwerdehiya zimanê Kurdî pêk nayê, zimanê Kurdî ne zimanekê şaristaniyê ye’ nirxand û got: “Ev serkeftina sala borî nîşan da ku zimanê Kurdî yê ku hatî qedexekirin mirov dikare perwerde bide. Ev serkeftina perwerdehiyê ji wan gotinan re bersivek e.”
Babaoglu, qedexeyên li ser zimanê Kurdî û astengiyên li ser perwedehiya zimanê Kurdî ji DÎHA’yê re nirxand. Babaoglu anî ziman ku ji xalên pêvajoya çareseriyê yek jî zimanê zikmakî ye û wiha axivî: “Dewlet mebesta xwe ya der barê ziman de jî nîşan da. Divê dewlet astengiyên li pêşiya perwerdehiya ziman rakiribûya û makeqanûnê jî li gorî perwerdehiya ziman sererast kiribûya. Lê dewlet tu sererastkirinê pêk neanî. Ev daxwaz ne tenê yê gelê Kurd e.”

 ‘Hewldanên xurt nîşan dan’

Babaoglu destnîşan kir ku sala borî 3 Dibistanên Seretayî ya Zimanê Kurdî hat vekirin û wiha berdewam kir: “Zarok li dibistanên Amed, Cizîr û Geverê perwerdehiya xwe bi dawî kirin. Ji pola yekemîn derbas bûn. Ev serkeftinek bû. Bi serkeftinan re hêjmara dibistanan jî dê zêde bibe. Ev serkeftina sala borî nîşan da ku bi zimanê Kurdî yê ku hatî qedexekirin mirov dikare perwerde bide. Hêzên serdest li Enqereyê dibêje ku perwerdehiya zimanê Kurdî pêk nayê. Ango dibêjin zimanê Kurdî ne zimanekê şaristanî ye. Ev serkeftin ji wan gotinan re bersivek e. Ev serkeftin vîna gelê Kurd nîşan dide.”

‘Pêwîste pêşiya perwerdehiya zimanê Kurdî bê vekirin’
Babaoglu da zanîn ku Dibistana Seretayî ya Zimanê Kurdî ya Amedê bi 35 xwendekaran dest pê kir, bi 85 xwendekeran desturyar bû û axaftina xwe wiha domand: “Heger ku zordestiya dewletê li ser dibistanan nebûya, eleqeya li ser dibistanan dê hêj zêdetir bûna. Li gel zordestiya dewletê jî li gorî me eleqe zêde bû. Ji ber ku mirov bi hêstên welatparêziyê nêzîk bûn. Xwedî li zimanê xwe derketin. Ji ber vî yekê tu astengî li pêşiya qeydkirina xwendekaran tune ye.”
Babaoglu herî dawî bi lêv kir ku armanca wan demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye û got ku divê pêşiya perwerdehiya ziman bê vekirin.

Xwerêveberiya bi zimanê dayikê

Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Prof. Kadrî Yildirim têkildarî perwerdehiya zimanê dayikê û mafê ziman yê bi “Rêveberiya cewherî” yên van demên dawî li rojeva Tirkiyeyê û Kurdistanê cihgirtî, axivî.

Yildirim got, perwedehiya zimanê dayikê di “Rêveberiya cewherî” de têgehek berfireh e. Yildirim diyar kir ku perwedehiya bi zimanê dayikê di ‘Rêveberiya cewherî’ de pêwîst e herî pêş be û nabe mirov jêgere.

‘Divê her kes rêveberiya cewherî bi zimanê xwe bi pêş bixe’
Yildirim got, bi zimanekî din meşandina ‘Rêveberiya cewherî’ ji bo gelan kêmasiya herî mezin e û wiha dewam kir: “Gelê kurd îro ‘Rêveberiya cewherî’ îlan dike. Heger bibêjin ‘gelê kurd rêveberiya xwe ya cewherî îlan kir lê ne bi zimanê xwe bi zimanekî din dimeşînin’ ev ji me re kêmasiyekê mezin e. Divê seferberiya ziman a berfireh ku hemû civak û hemû mekanên civakî eleqadar dike, bê destpêkirin. Divê her kes rêveberiya xwe ya cewherî bi zimanê xwe pêk bîne.”

‘Dive termînalojiya zimanê kurdî pêk were’
Yildirim li ser termînalojiya zimanê kurdî sekinî û axaftina xwe wiha domand: “Divê têkildarî hemû lingên ‘Rêveberiya cewherî’ yek bi yek ji termînolojiya zimanê kurdî pêk were û pirtûkên termînalojiya lingên wê bên amadekirin. Bi vî awayî em dikarin ‘Rêveberiya cewherî’ bi perwerdehiya zimanê dayikê re têkûz bikin. Li ser vê yekê heger ku siyaseta Kurd di meclîsê de temsilîyeta xwe bidomîne û pêşiya vê neyê birîn, ew dikarin komîsyona zimanê dayikê ava bike.”
Yildirim da zanîn ku xebatên HDP’ê têkildarî avakirina komîsyona Perwerdehiya Zimanê Dayikê de didome û axaftina xwe bi van gotinan dawî kir: “Komîsyona ku dê were avakirin, sereke bi KURDÎ-DER û enstûtiyên zimanê siyaseta Kurd û zimanê Kurd bikin yek. Bila ne siyaseta Kurd bê ziman bimîne, ne jî zimanê Kurdî bêyî siyaseta Kurd bimeşe. Bila bibin yek û bi HDP’ê re jî bibin yek.”

Tan: Zarokên xwe neşînin dibistanan

Sala perwerdehiya 2015-2016’an di 28’ê Îlonê de dest pê dike û dîsa boykotkirina dibistanan ket rojevê. Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan bang li hemû malbatan kir ku zarokên xwe neşînin dibistanan û di heman demê de jî derkevin qadan û daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî bi dengekî bilind biqîrîn.

samitan-2

‘Xebateke bîrdozî divê bê meşandin’

Tan anî ziman ku gelê kurd li dijî polîtîkayên asîmîlasyona dewletê yê perwerdehiyê li ber xwe dide û ev tişt anî ziman : “Bi perwerdehiyê hesantir gel asîmîlasyon dikin. Ji ber vê jî bi teybetî li ser civaka kurd vê yekê didin meşandin. Ji destpêke ve ev asîmîlasyon tê meşandin lê gelê kurd jî li dijî vê yekê li ber xwe dide û xebatên xwe dimeşîne. Di van xebatan de hin qelsî û lawazî hene, ji ber vê jî xebateke teybet pêwîst e. Dibêjin ku bila peşî hînî tirkî bibin piştre dê hînî kurdî bibin lê divê li hemberî vê yekê xebateke bîrdozî bê meşandin.”

‘Dibêje ez zarokên we dikujim hûn dikarin li ser bilorînin’

Tan gotinên Serokwezîr Ahmet Davutoglu ya ku got ‘Bi zimanê xwe dilorînin û TRT6 me derxistiye çi dixwazin’ bi bîr xist û wiha got: “Dibêje ez zarokên we dikujim hûn dikarin li ser bilorînin, stran û eşê xwe hûn dikarin bi kurmancî bêjin. Piştî te zarokên min kuşt şûnde êdî ez çi zimanî dilorînim ewqasî ne girîng e. Ji ber vê jî divê di serî de hebûna gelê kurd bê qebûlkirin û ev yek di makeqanûnê de divê were misogerkirin.”

Tan destnîşan kir ku divê di serî de hebûna gelê kurd bi awayeke qanûnî bê qabûlkirin û wiha pê de çû: “Heke bi vî awayî bibe wê gavê hatine avetin jî dikare xizmeta çareseriyê bike. Ango vekirina televîzyonekê yan jî dersên hilbijartî xizmetî çareseriyê bike. Armanca van gavên dersan û vekirina televîzyonê ne çareserî ye. Armanca wan ew e ku têkoşîna gelê kurd ji holê rakin. AKP’ê bi TRT6 dixwaze îdeolojiya xwe bigihine gelan û ji ber vê jî asîmîlasyoneke îdeolojîk dimeşîne.”

‘Ziman bi perwerdehiyê mayînde dibe’

Tan bilêv kir ku divê zimanê fermî yê saziya kurdan hemû bi kurdî bin û wiha domand: “Civînên KCD’ê divê bi pirzimanî be lê zimanê esasî jî divê kurdî be. Ji îro şûnde divê hemû sazî kurdî bin. Belê raste ziman bi perwerdehiyê mayînde dibe, lê ziman xwe di jiyane de zindî dike. Dema danûstendina me kurdî nebe em perwerdehiyê zindî bikin jî pirsgirêk çareser nabe. Ji ber vê jî divê jiyana me ya civakî, siyasî û çandî û danûstendina me bi kurdî be.”

Bangewaziya boykotkirina dibistanan

Tan li ser boykotkirina dibistanan jî nerînên xwe bi van gotinan anî ziman: “Boykotkirina dibistanan peyameke ji bo hemû cihanê ye ku kurd naxwazin bi pergala perwerdehiye re bijîn. Ev pergala perwerdehiyê asîmîlasyonê, tunekirinê li ser gelê kurd dimeşîne. Dixwaze nasnameya gelê kurd ji hole rake. Gelê kurd jî peyamekê dide û em jî piştgiriyê didin vê peyamê.”

Tan bang li hemû malbatan kir ku zarokên xwe neşînin dibistanan û di heman demê de jî derkevin qadan û daxwaza xwe ya perwerdehiyê dengekî bilind bixwazin.

Li Erdîlê daxwaza perwerdeya Kurdî
Welatiyên li navçeya Erdîşa Wanê bal kişandin ser polîtîkayên bişaftinê, qedexeya li ser zimanê kurdî û li ser girîngiya bagewaziya KCK’ê ya “boykotê” rawestiyan. Welatiyan xwestin zarokên wan bi zimanê kurdî perwerdehiyê bibînin û ev tişt anîn ziman: “Ev polîtîkaya qedexekirinê ya li ser zimanê kurdî tê meşandin li derveyî ruhê ‘pêvejoya çareseriyê’ ye. Divê di demek kurt de bersivê bidin daxwaza me ya perwerdehiya kurdî.” Welatiyê bi navê Ferît Baran diyar kir ku biryara “boykotê” biryareke dîrokî ye û bang li her kesî kir ku xwedî li vê çalakiyê derkevin. Baran da zanîn ku divê ji bo zimanê kurdî têbikoşin û wiha got: “Em wekî dayik û bav divê ji bo jiyaneke azad û ji bo zarokên me bi zimanê kurdî perwerdehiyê bibînin têbikoşin.”

‘Zimanê me qedexe ye´
Welatiyê bi navê Adam Sala jî got ku ew li malê ji bilî kurdî bi zimanekî din napeyivin û wiha axivî: “Hesreta me ya zimanê zikmakî hesreta sedan salan e. Em êdî dixwazin bi ev zimanê me yê bi qedexeyê û çewisandinê re rû bi rû hatiye hiştin bijîn. Ezê zarokên xwe neşînim dibistanê. Êdî ev yek ji daxwaza demokratîk derketiye û bûye çalakiyeke mirovahî û wijdanî. Kesên ku ji xwe re dibêjin ‘Ez kurd im û mirov im’ zimanê xwe biparêze û hefteyekê dibistanan boykot bikin.” Maksut Yildiz jî anî ziman ku çalakiya boykotê helwesteke demokratîk e û wiha pêde çû: “Ji xwendekaran bigirin heta malbatên wan û mamosteyan ji bo jiyandina zimanê zikmakî divê xwedî li vê çalakiyê derkevin. Ji bo ev çalakî bigihîje armanca xwe divê her kes xwedî lê derkeve.”

‘Perwerdeya Kurdî şert e´
Endamê Egîtîm-Senê Necdet Tablak jî da zanîn ku gelê kurd bi salan e li her derê daxwaza perwerdehiya zimanê kurdî tînin ziman û wiha berdewam kir: “Kurd dixwazin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Çima ev gel ji vî mafî bêpar tê hiştin? Ger ku xwendekarek bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne wê demê dê bi serkeftî be. Heke xwendekarê dibistana seretayî bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne wê demê wê bêhtir bi dibistanê ve were girêdan. Mamoste dersê bi tirkî dibêje, xwendekar jî bi kurdî guhdar dike. Ev yek dihêle ku ne mamoste perwerdehiyeke baş bide û ne jî xwendekar perwerdehiyeke baş bibîne.”

Jiyan Kurdî, ders Tirkî
Xwendekar Onder Keklîk yê 14 salî, bi bîr xist ku ew bi salan e li dibistanê perwerdehiya tirkî dibîne û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku mamoste dersê bi tirkî dibêje ez tiştekî jê fêm nakim. Gelek peyvên wî ji bo min biyanî ne. Ji ber vê yekê ez ji dibistanê sar bûme. Ez ê ji bo zimanê xwe tevlî vê boykotê bibim û hefteyekê neçim dibistanê.” Mahye Açik ya 17 salî jî bilêv kir ku divê ji niha şûnde tu kes li hemberî vê qedexeya li ser zimanê kurdî tê meşandin bêdeng nemînin û wiha axivî: “Ji ber ku em bi zimanê xwe perwerdehiyê nabînin ji dersan biyanî ne û fêm nakin. Em di ezmûnan de ne serkeftî ne. Zimanê kurdî mafê me ye û ji bo em vî mafî bi dest bixin divê her kes piştgiriyê bidin vê boykotê.”

————-
Nûçe ji hawarnetê hatiye girtin û hatiye kurtkirin.

 

 

About infowelat.com

Check Also

1984 bi oksîtanî hate weşandin

Di vê romana dîstopyayê de rexneya rejîmên totalîter ên li cîhanê tê kirin. Di vê …