Dadgeha li Luxembourgê li dijî polîtîyaya ziman a Brukselê biryarekê da

 

 

 

Dadgeha Yekitiya Ewropayê (YE) ya li Luxembourgê roja Pêncşemê got ku saziya kar a Komîsyona Ewropayê (KE) di dema girtina xebatkaran de namzetan mecbûr dihêle ku bi îngilîzî, fransî an almanî biaxivin.

Dadgeh di biryara xwe de eşkere kir ku namzetên ji bo kar serî li saziya kar Epso’yê divê bikaribin yek ji 23 zimanên fermî yên YE’yê biaxivin. Li gorî dadgehê namzet ji bilî vî mafî, xwedî mafê axaftina yek ji van 23 zimanan wekî zimanê xwe yê “duyemîn” in jî. Ji ber van sebeban dadgehê diyar kir ku vê kiryara Epsoyê “cudaxwazî ye.”

Berdevkeke KE’yê piştî vê biryarê ji çapemeniyê re axivî û got ku parêzerên Komîsyonê biryarê vedikolin. Eger Komîsyon vê mijarê bibe dadgeha bilind wê doz bikaribe heta salekê berdewam bike û eger gaveke wiha navêje divê ji îro û pê ve Epso li gorî vê biryarê tevbigere. Her çi dibe bila bibe, piştî vê biryarê rewşa ziman a di Komîsyonê de wê ji îro pê ve bê nîqaşkirin.

Îtalya û Îspanya li ser polîtîkaya girtina xebatkaran a ji bo Komîsyonê ya di 2012 û 2013’an de, serî li Dadgeha YE’yê ya Luxembourgê dabûn.

Înfowelat

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …