Ji Napoliyê ji Ocalan re hemwelatiya rûmetê

Piştî bajarê Palermo yê Îtalyayê ji bajarê Napolî jî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hemwelatiyê rûmet hat dayîn.

Piştî bajarê Palermo yê Îtalyayê ji bajarê Napolî jî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hemwelatiyê rûmetê hat dayîn. Biryara hemwelatiyê rûmet a Ocalan li ser pêşniyara Şaredarê Napolî Luîgî de Magîstrîs duh ji aliyê Meclîsa Şaredariyê ve hat girtin. Di daxuyaniya Meclîsa Şaredariyê de wiha hat gotin: “Li ser navê bi gelê kurd re piştevaniya wekhevî û azadiyê nîşan bidin” hat girtin. Di biryarê de hat gotin, “Bajarê Napolî bi hurmet, rêzdar û dostanî girêdayî gelê kurd e” û wiha hat gotin: “Abdullah Ocalan rêberê gelê kurd ê siyasî û manevî ye. Li hemberî zextên li dijî gelê xwe pêk tên di salên dawî de ji bo demokarsî û mafên mirovan pêk tên têkoşîn kir.”

Komeleya Kurd û Tura Kurdistanê ya Napolî ya li Napoliyê jî daxuyandin ku dê di 15’ê sibatê de bi merasîmekê belgeya hemwelatiya rûmet a Ocalan bidin xwariziya Ocalan Dîlek Ocalan.

Jêder: DIHA

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Amed ji bo kurdî gaveke giring davêje

Amed ji bo parastina kurdî gaveke giring davêjê. Şaredarî baca esnafên ku tabelayên xwe bikin …