Arinç: Bi çek û şer çareserî nabe, divê vegerin muzakereyê

 

Alîkarê berê yê Serokezîrê Tirkiyeyê û yek ji damezirênerên AKPê, Bulent Arinç diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê pêvajoyek nû were destpêkirin û got: ‘Ev pirsgirêk bi çek û şer nayê çareserkirin.’

Alîkarê berê yê Serokezîrê Tirkiyeyê Bulent Arinç beşdarê weşana CNN Tirkê bû û derbarê bûyerên dawî û rojevê de nirxandinên xwe anî ziman.

Arinç derbarê şer û kuştinên li bajarên kurdan û qutkirina pêvajoya çareseriyê de axivî û got: ‘Lazim e vegerin pêvajoya çareseriyê. Çimkî Tirkiye him di nav de him jî li derve, bi tehdîdan hatiye dorpêçkirin. Helbet tehdîdên derve ji yên hundir mezintir in.’

Arinç got: ‘Eger dewlet naxwazin partiyek din bixe dewsa HDPê wê çaxê bila dîsa HDPê ji bo vê yekê amade bike.’

Bulent Arinç di bersiva pirsa ku gelo haya Erdogan ji Mutabaqata Dolmabahçeyê 28ê Sibata 2014ê ya navbera HDP/Ocalan û dewletê de hebû yan na, da û got: ‘Belê haya wî ji her tiştî hebû, heta rûniştina şandên her du aliyan jî bi fermana wî hatibû kifşkirin!’

Jêder: Sputnik News
 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …