Çîn li Montenegroyê hebûna xwe xurt dike

Çînê di 2014’an de ji bo çêkirina riyeke din a behajiyê 1 milyar dolar pere dabû vî welatî.

Ev pere dike ji çaran yekê hemû butçeya salane Montenegroyê.

Montenegroya aboriya wê lawaz e, heta niha nikaribûye deynê berê yê Çînê bide.

Çîn hebûna xwe ya li welate Balkanan Montenegroyê sal bi sal xurtir dike.

Montenegro ji bo çêkirina riyeke bejahî ku dirêjahiya wê 163 km ye, bi Çînê li hev kir.

Ev rê wê Deryaya Adrîyatîk a Montenegroyê û Sirbistanê bi hev girê bide.

Mesrefa vê riyê 59 milyon dolar e û heta niha Montenegro bi tenê 15 milyon dolar peyde kiriye.

Lewma jî pereyê mayî wê ji aliyê Çînê ve bê dayîn.

Ev jî deynê Montenegroyê ya ji Bankeya Îxracat-Îthelat a Çînê re zêde dike.

Montenegro welatekî biçûk ê Balkanan e. Ev welat di 2006’an de ji Sirbistanê veqetiya û serxwebûna xwe ragihand.

Çînê di 2014’an de ji bo çêkirina riyeke din a behajiyê 1 milyar dolar pere dabû vî welatî.

Ev pere dike ji çaran yekê hemû butçeya salane Montenegroyê.

Montenegroya aboriya wê lawaz e, heta niha nikaribûye deynê berê yê Çînê bide.

Lewma jî bawerî ev e, bi riya projeya nû ya riyeke din wê Montenegro ji aliyê aborî ve bêtir têkeve bin kontrola Çînê.

Projeya Global a Çînê

Çîn bi riya projeya Korîdora Rê ya li seranserê cîhanê dimeşîne, dixwaze di qada navneteweyî de pozîsyona xwe xurtir bike.

Ev projeya di 2013’an de dest pê kir, li 150 welatên cîhanê digire nava xwe.

Çîn bi riya projeya Korîdora Rê ya li seranserê cîhanê dimeşîne, dixwaze di qada navneteweyî de pozîsyona xwe xurtir bike.

Ev projeya di 2013’an de dest pê kir, li 150 welatên cîhanê digire nava xwe.

Projeya Çînê ji riyên bejahî, riyên hesinî, balafirgeh, bender, tunel û ji tesîsên enerjiyê pêk tê.

Çînê li Balkanan vê projeyê ji bilî Montenegroyê li Kroatya, Bosna-Hersek û li Makedonyayê dimeşîne.

Herwiha Çîn, di bin banê vê projeyê de li bendera Pireus a Yûnanistanê û Varnaya li Bûlgaristanê hebûna xwe xurt dike.

Infowelat

———————-

Foto: Ala Montenegroyê (Jêder: Wikimedia Commons) 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …