A.Rahman Çelîk
Parlamentoya Ewrûpayê li ser polîtîkaya qeyûman a Tirkîyeyê dengdanê li dar dixe.
Parlamentoya ji bo tedbîran ragihîne pêşnûmabîryarekê pêşniyaz dike.
Pêşnûma daxwaz dike qeyûm û kesên wan tayin dikin, bên cezakirin.
Parlamentoya Ewrûpayê şaredarên ji aliyê dewleta tirk ve hatine girtin xist rojeva xwe.
Parlamentoya pêşnûmabîryarekê ya li ser qeyûman pêşniyaz dike.
Tê xwestin ku li dijî tayinkirina qeyûman Yekîtiya Ewrûpayê tedbîran bigire.
Tedbîrên Yekîtiya Ewrûpayê di çarçoveya “Tedbîrên Mafên Mirovan ên Gerdûnî de” kesên wekî qeyyûm tên tayinkirin û kesên qeyyûman tayin dikin ceza dike.
Bi armancê, li bajarê Strasbourgê ji bo rewşa şaredarên piştî hilbijartina 2024an ji wezîfeyê hatin daxistin û li şûna wan qeyyûm hatin tayinkirin, rûniştinek li dar ket.
Di civînê de parlamentere Komara Kibrisê Michalis Hadjipantela got:
“Dewleta tirk ji demokrasiyê dûr ketiye” û “biryarên Dadgeha Mafên Mirovan A Ewrûpayê nayîne cî”.
Parlementera Swêdê Evîn Încîr jî destnîşan kir ku ji hilbijartina 2024an û vir ve ji Partiya DEMê 8 û ji Partiya CHP 2 şaredar ji wezîfeyê hatine daxistin û li şûna wan qeyûm hatine tayinkirin.
Evîn Încîr pê re jî daxwaz kir ku Yekîtiya Ewrûpayê bila ji bo vê kiryarê li dijî Tirkîyeyê tedbîran ragire.
Parlementerê Sloven Vladimir Plebiliç li ser vê babetê got, ji bo kiryara dewleta tirk bi dawî bibe, bila peymana zelal û tund bê dayîn.
Herwiha, parlementera Îspanyayê Isabel Serra Sanchezê jî ji parlamentoyê xwest, bila Yekîtiya Ewrûpayê ji niha û pê de bi Tirkiyê re tu peymanan îmze neke.
Parlementerê Hollandî Sebastian Stoteler bertekên tund nîşan da, ji Yekîtiya Ewrûpayê xwest ku bila muzakereyên endamtiyê bi dawî bike û statuya Tirkiyê welatê endam betal bike.
Foto: Civîneke Parlamentoya Ewrûpayê ya li Strasbourgê/X