Heyîkirina Hebûniyê

Pirtûka herî dawî ya Nivîskara Kurd a jin Yildiz Çakar a bi navê ‘Ev Rê Naçe Bihuştê’ derket. Pirtûka herî dawî ya Yildiz Çakar a ku roman e, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hat çapkirin.  Her wiha berhemên bi navê Gerîneka Guernîcayê (Roman), Derî (Helbest), Leylanok (Ceribandin), Ala (Çîrok), Goristana Stêrkan (Helbest), Amed- Ansiklopedî  jî ji aliyê Yildiz Çakar ve hatine nivîsandin

Rojekê jinek rabe û bêje, “Zeman winda ye di windabûna jinan de” û berê me bide kûrahiya bi zorê dagirtî û pê re jî nehêle ku em jî tê de winda bibin. Na, ne ji ber ku ew di heyra me de ye, nahêle, ji bo ku em jî di wê kûrahiyê de bi cî bibin û bi “heyîkirina êşê” bibin “heyînek.”

Ev Rê Naçe Bihuştê, çîrokeke heyîkirinê ye ku ji pênûsa Yildiz Çakarê darijiyê ser kaxizê û bûye vegotineke romanî û hatiye xwe li ber me telandiye. Û ji me re dibêje; “Ger hebe hestekî we yî heyîniyê divê hûn nikaribin rakevin li pêşberî vê neyîniyê…”

Çakar, wekî gelek kesan nake û me nade ber pirsyaran û li bendê namîne ku em bi her du çavên xwe yên şevekorî û bi dil û mêjiyê xwe yî bêçav bibînin û bi hayjêbûneke mirovane berê xwe bidin wê heyîniyê. Naxêr, ew rasterast, bêpirs û pirsyar, bêyî ku destûrê ji me bixwaze, bi mafdariya heyîniyê, bi çepile me digire û li bin guhê dîwarên me dixe; dîwarên ku me ew bi hestên xwe yên “kobûyî” lê kirine.

We got çi bi me tê?

Em hûrhûrî dibin. Parçewesle û tazî îpela, wisan li rastê.

Ev Rê Naçe Bihuştê, romana jinên winda, jinên Kurdên Êzdî ye ku tiştên hatî serê wan wek qewam her roj bi ber guhê me dikevin. Çakar, di romanê de aliyekî ku me nekarî bibînin, bi peyvekê datîne pêşberî me; “reşahî”…

Lê ev reşahî ne ew reşahî ye ku ji ber tunebûna ronahiyê pêk hatiye. Ev reşahî ji ber (ne)mirovên ku nikarin heyî bibin pêk hatiye. (Ne)mirovên ku bêzar in heyîbûna xwe û para xwe ji rûmeta heyîbûnê hilnedane. Belê ev reşahî ji ber wan (ne)mirovan pêk tê û di vê reşahiyê de, zeman winda ye. Herçî zeman winda be, ne tenê jinên ku ketine ber çerxên wê reşahiyê, em jî di nav wî zemanê winda de, winda ne. Ji bo ku em karibin xwe heyî bikin û bibin xwedî zeman, divê em jî têkevin ber wan çerxan û heyîbûna me bê hêrandin. Aha ev e derdê romana Ev Rê Naçe Bihuştê: “Xwedîtin û xweheyîkirina digel mirovên ku di nav reşahiyan de hatine windakirin.”

Şemsîxan vedibêje vê êşê. Dibe dengê zemanê winda… Lê dayê Xasê, heyîna bivênevê û jênager a romanê ye. Dayê Xasê, wekî perestgehekê ye ji bo Şemsîxanê. Gotinên dayê ji bo wê, rênîşandêr in, dilveker in, asoveder in… Û dayê Xasê dibêje: “Tiştê ku te bi dest nekarî hilbigirî, bi dilê xwe hilbigire.”

Bi vê gotinê, em berê xwe didin dil. Hêzê jê hildigirin. Bi hêza hezkirinê radibin. Hezkirin dibe dil; heyî dibe û dayika Xasê car din hêviyê li me xurt dike: “Ger we ronahî dî, ew ronahî bi qasî serê derziyê biçûk be jî, ew ê tiştên mezin nîşanî we bide…” û berê me dide hêviya ku berxwedanê di xwe de dihewîne…

Û reşahî… Hûtên hêvîşikên! Hovên ne ji tu dinyayekê! Û evdên ku bera bera evd in! Û derewa ku tê gotin, “bi hatina wan koletî ji holê rabû…” Û koletiya ku di kakilê wan de heye. Û gir û nefreta wan a ji bo jinan. Ji ber ku ji wan nayê bimînin li vê dinyayê, tim ji bo dinyayeke din dişewite rodiyên wan ên ku hestên wan tê de genî bûye… Û zebaniyên cihenema xwe! Û bazara firotina jinan. Û bes mekanek. “Mûsil; çarşiya xenîmetan.” Bazara hovmirovên ku derewa dîrokê car din bi hebûna xwe aşkera dikin. Û hovmirovên ku nekarîne xwe heyî bikin, hemû sûcê heyîniya xwe li jinan bar dikin û jinan li ‘nêrbûna xwe ya naletî’ dikin tişte…

Û çîrokên ku dayê Xasê dibêje. Her gava ku em digel Şemsîxanê, li beşekê ji çîroka Hût guhdarî dikin, em diçin ji zemanê berê –ew zemanê ku di xwe de çûye û em hem naxwazin wê şûnde bînin hem jî dilê xwe pê dibijînin…- Û çi gava roman bi bîra me dixe ku “Hût” ne heyînek e, lê bigewdebûna hovîtiyeke (ne)mirovane ye, em dikevin nav efsûna çîroka Hût. Û roman, di vê qonaxê de, çîroka Hût ê jinxur a ji zemanê çûyî û rastiya heyînên (ne)mirovên jinxur a zemanê winda ê îroyîn, digihîjîne hev. Û di çarçoveyeke postmodern de, bi teknîka jinûvevegotinê, ji me re dibêje; “Ha hûtê zemanê berê ê di çîrokan de ha hûtê roja îroyîn ê di zemanê winda de, yek in; hût her hût e!”

Û edaleta ku bi destê ‘Xasmirovan’, bi destê ‘Xasjinan’ tê pê. Heft jinên ku tirsa reş a hovmirovan firandî, dişikênin û wan di cihnema xwe de xenî dikin… Û ketin û kûçikbûna reşahiyekî ku lavayî li Xasjinekê dike: “Min bikuje! Bêriya nîvro divê ez biçim bihuştê. Zû min bikuje!” Û lêvegerandina Xasjinê; “Ev rê naçe bihuştê!”

Belê ew rê naçe bihuştê. Bihuşt ne di bin pêyê jinan de, lê di dil û kezeba Xasjinan de ava ye!

Û dil û kezeba Şemsîxanê ku bûye warê hezkirina Keleşo û di her carê de, gava çavên Keleşo dibîne, hemû bihuşt xwe didin alî û Şemsîxan di bihuşta çavên Keleşo de ji xwe re, bi dilê xwe digere, kulîlkên baxçê wê bêhn dike, bêhna xwe dide wî baxçeyî û ji xwe re dibêje; “Gava Keleşo dibînim, nikarim bi çavan re jî pê re biaxivim ji ber ku çavên min di dilê Keleşo de hêsîr dimînin…” Û hembêzkirina Keleşo ya axê û gotina dayê Xasê; “Axa jin û mêran nebe yek nikarin hevûdu temam bikin” û dilê Şemsîxanê ku bi her libek morîkên ku Keleşo diyarî wê kiriye, roj bi roj, bi dilê xwe, bi hewandina Keleşo a di dil de, ne bi doz û xwaza hevgihanê, lê bi raz û şanaza hezkirinê, xwe digihîne axa Keleşo.

Û her wiha, romana Ev Rê Naçe Bihuştê, dibêje me: “Êş ji bo jinan ne tu tişt e. A rast famkirina ji êşê ye. Watedarkirin û heyîkirina wê ye.”

Loma jî em her hevoka romanê bi baldariyeke taybet dixwînin. Taybetiyeke wisan ku bi zimanê jinane, yanî ‘bi zimanê mê’, hatiye nivîsîn.

Û roman, hebûniyê di giyanê Xasjinan de heyî dike.

Jêder:  Yeni Ozgur Politika

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Amed ji bo kurdî gaveke giring davêje

Amed ji bo parastina kurdî gaveke giring davêjê. Şaredarî baca esnafên ku tabelayên xwe bikin …