Protestoyên li dijî desteserkirina beledîyeyê li Batmanê vediguhere serhildanê. Ciwanên kurd li kolanan barîkatan danîn û li hemberê polêsên tirk dest bi berxwedanê kirin. Desteserkirina 3 beledîyeyên kurd li bakurê Kurdistanê tê protestokirin. Li Batman, Amed, Mêrdîn û li gelek navendên din çalakîyên protestoyî tên lidarxistin. Bi taybetî, protestoyên li …
Bêtir »Beledîyeyên Mêrdîn, Batman û Xelfetîyê hatin desteser kirin
Dewleta tirk îro Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredarîya Batmanê û Şaredarîya Xelfetîyê ku navçeyeke Ûrfayê ye, desteser kir. Dewleta tirk di meseleya rêveberîyên cihkî (beledîye) careke din vegerîya kiryarên xwe yên berê. Dewleta kolonyalîst îro Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredarîya Batmanê û Şaredarîya Xelfetîyê ku navçeyeke Ûrfayê ye, …
Bêtir »Şewata li Kurdistanê bû sebeba mirina 14 kesan
14 kesan di şewata li Mêrdîn û Amedê jîyana xwe ji dest dan. Platforma Piştgirî û Parastina Bajêr a Amedê ragihand, 55,000 donim erd şewitî ye. Hejmara kesên di şewata li Mêrdîn û Amedê mirin zelal bû. Di şewatê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan. Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca gotibû, …
Bêtir »Kurdistan dişewite!
Şewata ku li herêma di navbera Amed û Mêrdînê de her ku diçe belav dibe. Midaxaleyên tîmên agirkuj ên ji bejahîyê têrî kontrolkirina şewatê nekir. Dewleta tirk heta niha helîkopterên agirkuj neşandine herêma şewatê. Şewata ku li gundên Keleka Çemê Reşan û Dirînê yên navçeya Şemrex a Mêrdînê dest pê kir, bi lez …
Bêtir »Fermandarê Çiyayê Mêrdînê: Mervan
Avreş JIYAN Roja din agahîyeke gihîşt tabûra wî. Li Nisêbînê bavê wî hatibû gulebarankirin. Bi vê agahiyê re şîneke mezin ket geliyê çiyayê ku lê bi cîh bûbûn. Piştî vê xeberê Mervan du rojan bêdeng ma. Awirên wî tarî, çavên wî ji hêrsa tijî xwîn bû. Ji tabûra xwe hinek …
Bêtir »Hevşaredar bi rayedarên KONGREyê re
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban û Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Febrûniye Akyol, li Brûkselê bi rayedarên Kongreya Rêveberiyên Xwecihî ya Konseya Ewropayê (KONGRE) re hevdîtinek pêk anîn. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatîce …
Bêtir »Dibistana kurdî ya Nisêbînê hate mohrkirin
Li Nisêbînê Dibistana Seretayî ya Ehmet Bayhan ku çend roj berê hatibû vekirin, bi hînceta ku “dibistan bê destûr hatiye vekirin” ji aliyê polîsan ve hate mohrkirin. Li taxa Girnawas a navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dibistana ku ji aliyê Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Nisêbînê û Nûnertiya Egîtîm Senê …
Bêtir »Navên gundên Stewrê êdî bi çar zimanan e
Li navçeya Mêrdînê Stewrê navên esil ên 41 gundan ji aliyê meclîsa şaredariyê ve hat qebûlkirin û tabeleyên nû hatin daleqandin. Şaredariya Stewrê li ser daxwazên welatiyan, biryara bikaranîna bi çar zimanan a navên gundan (li gorî qanûna nû ya şaredariya mezin tax) qebûl kir û paşê tabeleyên …
Bêtir »Li Qoserê çalakiya perwerdeya zimanê dayikê
Li navçeya Qoserê ya girêdayî Mêrdînê, bi armanca qebûlkirina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û rakirina “Sonda Neteweyî” ya li dibistanan, daxwazname hatin dayîn. Di çalakiya ku ji aliyê şaxa Qoserê ya KURDÎ-DER’ê hatibû lidarxistin de, bi daxwaza qebûlkirina mafê zimanê dayikê û rakirina “Sonda Neteweyî” ya li dibistanan daxwazname …
Bêtir »