Beledîyeyên Mêrdîn, Batman û Xelfetîyê hatin desteser kirin

Dewleta tirk îro Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredarîya Batmanê û Şaredarîya Xelfetîyê ku navçeyeke Ûrfayê ye, desteser kir.

Dewleta tirk di meseleya rêveberîyên cihkî (beledîye) careke din vegerîya kiryarên xwe yên berê.

Dewleta kolonyalîst îro Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredarîya Batmanê û Şaredarîya Xelfetîyê ku navçeyeke Ûrfayê ye, desteser kir.

Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, wê qeyûm danîye ser şaredariyên Mêrdîn, Batman û Xelfetiyê.

Wezareta tirk, dozên li hevşaredaran hatine vekirin weke sedema biryara desteserkirina şaredariyan nîşan da.

Piştî biryarê desteserkirinê, parêzgehên Mêrdîn û Batmanê jî hemû çalak,yan 10 roj qedexe kir.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal bi van gotinan desteserkirina şaredarîyê protesto kir:

“Em ê tu caran dev jê bernedin. Em ê di têkoşîna xwe ya demokrasî, aştî û azadiyê de paşve gavê neavêjin. Em ê rê nedin xespkirina îradeya gel. Bila ev yek wiha bê zanîn!”

Hevşaredara Batmanê Gulistan Sonuk jî  li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal vê peyamek parve kir:

“Beriya ku teblîxatek were şandin, di saetên serê sibehê de şaredariya me hate xespkirin. Me tu caran ev rejîma talanker û xespkar qebûl nekir û dê qebûl nekin jî. Şaredarî yên gel in.”

DEM Partî: Em serî natewînin

Lijneya Navendî ya DEM Partiyê li ser mijarê vê daxuyanîya nivîskî da:

“Em li hêviya destê aştiyê bûn lê wan dest danî ser îradeya gel.

Em li hêviyê bûn ku pirsgirêk bi diyalog û muzakereyê bên çareserkirin lê li ber ber hêviyên çareseriyê xefk hatiye danîn.

Em ti carî serê xwe natewînin, em ti carî dev ji têkoşînê bernadin.

Eger desthilat difikire ku dê bi vê rêbaza îflaskirî bi ser bikeve dê gelekî şaş bibe.

Gelê me dê di bin hemû şert û mercan de li îradeya xwe xwedî derkeve.”

Banga serhildanê

Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê li hemberî desteserkirina Şaredariyên Mêrdîn, Batman û Xelfetîyê daxuyaniyek da.

Însîyatîf bi van gotinan banga serhildanê kir:

“Mêrdîn, Êlih û Xelfetî bi berxwedan û keda gelan bi dest ketin. Tayînkirina qeyûm nenaskirina îradeya gel e. Desthilatdariya AKP-MHP’ê îradeya gelê Kurd nas nake, em jî wan nas nakin. Di serî de jin û ciwan em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li îradeya xwe derkeve. Heta ku şaredariyên xwe bi dest bixin em ê li qadan bin. Yên ku me nas nakin em jî wan nas nakin. Em xwedî li îradeya xwe derkevin, hemû qad û kolanan bikin qadên çalakiyan.”

—————————————————

Foto : Dorpêçkirina Beledîyeya Batmanê ya ji alîyê polîsên tirk ve/Rudaw

Infowelat

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Trump serkeftineke zelal bi dest xist

Donald Trump di hilbijartinan de bi der ket û careke din bû serokê Amerîkayê. Partîya …