Dibistana kurdî ya Nisêbînê hate mohrkirin

 

 

 

Li Nisêbînê Dibistana Seretayî ya Ehmet Bayhan ku çend roj  berê hatibû vekirin, bi hînceta ku “dibistan bê destûr hatiye vekirin” ji aliyê polîsan ve hate mohrkirin.
Li taxa Girnawas a navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dibistana ku ji aliyê Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Nisêbînê û Nûnertiya Egîtîm Senê ya Nisêbînê ve hatibû vekirin ji aliyê Midûriyeta Perwerdehiyê ya Milî ya Mêrdînê ji aliyê polîsan ve hate mohrkirin. Polîsên ku bi vê sibehê bi maşîneyên bê plaka yên zirxî hatin dibistanê. Polîs gef li rêveberên KURDÎ-DER û Egîtîm Senê xwarin û xwestin ku dibistan bê valakirin. Piştî ku vê daxwazê hat redkirin, zarokên k udi polan de ji aliyê polîsan ve hatin derxistin û paşê polîsan derê dibistanê mor kir.

Piştî girtina dibistanê Nûnerê Egîtîm Senê yê Nisêbînê Kadrî Baysal li ber dibistanê daxuyanî da. Baysal diyar kir ku wan xwestiye di pêşengiya van saziyan de perwerdehiya zimanê dayikê bidin zarokên xwe . Baysal wiha aixivî: “Me di 26’ê mehê de bi walîtiyê re hevdîtin kir û me got ku em xebatek wiha didin meşandin. Di navberê de hêj du roj derbas nebû, demildest hatin dibistana me girtin. Ev girtin binpêkirina mafê mirovan û mafê perwerdehiya zimanê zikmakî ye.”
Hevserokê KURDÎ-DER’a Nisêbînê Hîkmet Acat jî destnîşan kir ku wan xwestiyê bi vê dibistanê zarokên xwe bi zimanê dayika xwe perwerde bikin û diyar kir ku ew ê vê biryarê nas nekin.

Înfowelat

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …