Kurdistan dişewite!

Şewata ku li herêma di navbera Amed û Mêrdînê de her ku diçe belav dibe.

Midaxaleyên tîmên agirkuj ên ji bejahîyê têrî kontrolkirina şewatê nekir.

Dewleta tirk heta niha helîkopterên agirkuj neşandine herêma şewatê.

Şewata ku li gundên Keleka Çemê Reşan û Dirînê yên navçeya Şemrex a Mêrdînê dest pê kir, bi lez belav bû.

17 gundên li navçeya Şemrex a Mêrdînê û li navçeya Çinar a Amedê di nava qada şewatê de ne.

Midaxaleyên tîmên agirkuj ên ji bejahîyê têrî kontrolkirina şewatê nekir.

Ji herêmê tê ragihandin, pêdivîyeke mezin bi midaxaleya hewayî heye.

Lêbelê dewleta tirk heta niha helîkopterên agirkuj neşandine herêma şewatê.

Gelek niştecîyên li herêmê ji bo silametîya xwe terka gundên xwe kirin.

Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dane hîn baş nehatîye zelalkirin.

Şewat zirareke mezin da xwezaya li herêmê û tevlî zevîyên çandînîyê hejmareke zêde dar û dewî bûn kavil.

Komeke gundîyên bi silametî ji şewatê rizgar bûn lê zevîyên wan şewitîn/X.xom

KCK dewletê sûcdar kir

KCKê di daxuyanîya xwe ya li ser mijarê sazîya elektrîkê DEDAŞê û dewletê bi van gotinan sûcdar kir:

Saziya DEDAŞ’ê ku sedema vê şewatê ye, yek ji parçeya polîtîkayên qirkirina Kurdan e. DEDAŞ mîna saziyeke qetlîemkar, talanker û qirkirinê dixebite. Mîna saziyên din ên qirkirinê, ji bo îstîsmar, talan, valakirin û bêmirovkirina Kurdistanê dixebite. Dest daniye ser xweza û çavkaniyên Kurdistanê û çavkaniyên welat û keda gel veguherandiye amûreke talanê. Çavkaniyên Kurdistanê ji bo îstîsmarkirina gelê Kurdistanê bi kar tîne. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ne tenê gelê Kurd qetil dike. Her wiha pê ve girêdayî, erdnîgariya Kurdistanê jî qetil dike.

—————————————–

Foto: Dîmeneke ji şewata li Şemrexê/ANF 

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa: Peymana aştîyê bêyî me nabe

Trump bêyî welatên ewrûpî û Ukraynayê dixwaze bi Putin re aştîyê gotûbêj bike. Ewrûpa di …