Fermandarê Çiyayê Mêrdînê: Mervan

Avreş JIYAN

Roja din agahîyeke gihîşt tabûra wî. Li Nisêbînê bavê wî hatibû gulebarankirin. Bi vê agahiyê re şîneke mezin ket geliyê çiyayê ku lê bi cîh bûbûn. Piştî vê xeberê Mervan du rojan bêdeng ma. Awirên wî tarî, çavên wî ji hêrsa tijî xwîn bû. Ji tabûra xwe hinek wê de, li ser girekî zinarîn, bê xwarin û vexwarin ji cîhanê qut bûbû.

Deşta Mahsêrtê, bi şewqa êvareke ku li rojava li ser çiyayên Şemrexê dadiket, di nav rengên sor û zer de dibiriqî û dilerizî. Ji zozanên çiyayên ku ji deştê destpê dikirin û gav bi gav di nav tariyê de diçûn, heta bi gundê Harabya û Kelyatê, dengê Dengbêj Mirado bi dengê kemença hestiyar  bilind dibû û “Fermana fermana fermana dayê li me fermanaaaa….” digot wusa bi keser, wusa bi jan. Mervan li kêleka zinarekî li ser girên asê yên Dêrkûfanê, bi van awazên Mîrado yên bêhempa, diherikî demên berê.

Abdûlhamid Yagizay, havîna 1988an dest ji lîseyê ku li Amedê dixwend berda û di 19 saliya xwe de tevlî gerîla bû. Gelek jîr û wêrek bû. Ew, ji tiştekî neditirsiya. Dema ku tevlî refên (Artêşa Rizgarîya Neteweya Kurdistan) ARGKê  bû, derfeta perwerdeya leşkerî jî nedît. Ew, bi şerên xwe yên pêşîn bû xwedî tecrube. Dema ku Ocalan ew kişf kir, berê wî ket akademiya leşkerî. Perwerdeya xwe li vir qedand û paşê ji bo meşandina karê şoreşê vegerîya Kurdistanê. Di vegerê de Ocalan jê re wiha got:

“Here, here, tu yê bibî mîna gurekî.”

Piştre bû fermandarê tabûrekê. Serkeftina herî mezin a tevgerê ev bû ku lehengî û wêrekiya Kurdewar birêxistin bike û berde ser dijmin. Ev yek pêk hatibû.  Zarokê serhildêr ê Mêrdîn û Stilîlê wê bibûya kabûsa dijmin. Ji niha û pê ve navê Abdulhamid di nava gerîla de wê bibûya Mervan. Navê Motor Mervan, ku lehengê berî wî bû, layîqê wî hatibû dîtin. Şervanê mezin ê Sitilîlê wê di demeke nêz de bibûya yek ji fermandarên mezin ên Mêrdînê. Her ku li Mêrdînê çalakiyek mezin çêdibû, dijmin ji wî dizanîbû. Cihê ku ew lê dima wê ti carî çalakî bi dawî nebûya. Mervan tirseke mezin xistibû nava dijmin.

Kuştina Hasan Yagizay

Hasan Yagizay

Bavê wî Hasan Yagizay, 13ê cotmeha 1993an, li Nisêbînê tevî du hevalên xwe ji aliyê kontrayan ve hat qetilkirin. Me jê re digot Xalê Hesen. Çûyîna wî ya ji vê dinyayê, valahiyek mezin çêkir di jiyana nas û dostên wî de. Xalê Hesen sembola egîdiya Kurdan bû. Biyardar û jixwe bawer bû. Helwesta Mervan, awirên tûj, karakterê serhildêr û wêrekiya wî, ji bavê wî Xalê Hesen mîras mabûn. Xalê Hesen, bejin bilind bû. Gepên wî bilind û ji derve, çavên wî safî şîn bûn. Dema dikeniya, wusa jidil bû, hêviya jiyanê dida derdorê. Dema hêrs dibû, heta ku hêrsa wî dakeve, kes nêzî wî nedibû. Hemî hestên wî ji kûrahiya dilê wî dihatin. Xalê Hesen welatparêzekî mezin bû.

Wê şevê qet xew nediket çavên Mervan. Hestek ecêb di kûrahiya dilê wî de belav dibû û ti rihetiyek nedidayê. Endamên malbata wî di ber çavên wî re derbas dibûn yek bi yek. Rûyê diya wî, ku ji ber kar pir zirav bûbû, ji pişt mijekê tarî xuya dikir. Paşê wêneyê bavê wî yê bi porê spî û simbêlek stûr ku li ser lêvên wî diket, di qulika zinarê ku lê dima, di tariya şevê de dialiqî. Ji kûrahiya geliyan, dengê çemekî di tariyê de veşartî dihat bihîstin. Dengê çivîkan ji her derê bilind dibû.  Ji aliyê din ve Mervan berê xwe dabû xewnên xerîb û ketibû xeweke kûr. Kê dizanibû ev xewnên xerîb wê di demeke nêz de bi dawî be?

Çalakîya Kerboranê

Roja din agahîyeke gihîşt tabûra wî. Li Nisêbînê bavê wî hatibû gulebarankirin. Bi vê agahiyê re şîneke mezin ket geliyê çiyayê ku lê bi cîh bûbûn. Piştî vê xeberê Mervan du rojan bêdeng ma. Awirên wî tarî, çavên wî ji hêrsa tijî xwîn bû. Ji tabûra xwe hinek wê de, li ser girekî zinarîn, bê xwarin û vexwarin ji cîhanê qut bûbû. Di her du rojên bêxew de wî zarokatiya xwe, bîranên tevî bavê xwe bibîr anîbûn. Di nav kelekela bîranînan de ji xwe ve çû. Piştî du rojan dema ji bîranînan bi zehmetî veqetiya, wî xwe li çiyê bi tik û tenê, di rih û bedenek rût û tazî de bi awayek ecêb dît. Tarî bû. Pir tarî bû. Şewqa qels a stêrkan têra ronîkirina newal û baniyan nedikir. Baraneke biharê dest pê kiribû, sivik dibariya. Li her derê bêhneke xurt a nebat û axê belav dibû. Bahoza dijwar a ku ji çiyayên Kerboranê dihat, xweza serûbin dikir. Di kêliyên herî neçar û bêparastin de jî ronahiyek di çavên wî de dibiriqî û di çavên wî de asê dima. Dîsa wisa bibû. Mervan bibû Mirovek ecêb. Bi hestên tolhildanê yên hovane rûyê wî tirsnak bibû. Çavên wî di rêza tarî ya çiyayên Kerboranê de, mîna peykerên kevnar, li ser zinar asê mabû.

Abdulhamid Yagizay(Mervan) û Abdullah Ocalan

Çend roj derbas bibû ku ji nişkave agahiyek gihîşt ber destê wan. Wê artêşa tirk, leşkerên xwe li ser girên Kerboranê daniya. Ev derfeteke mezin bû. Hêrsa wî, a ku piştî kuştina bavê xwe nikarîbû bêdeng bike, ew ji serî heta binî dihejand. Wê şevê planek çêkir û komeke êrîşê ava kir. Paşê di bin barana biharê de, bi şev wenda bûn û ber bi zozanên Kerboranê ve herikîn. Piştî demekê şefeqeke ji rojhilat bilind bû, roniya xwe li ser wan danî. Roj geştir bû. Tîrêjên tavê yên dijwar di nav daristana ku lê dimeşiyan, li erdê diket û dibiriqî.  Li her derê bêhna axa şil, tirş û kefza gemar dihat. Dema gihîştin quntarên girên herêma Kerboranê, dem piştî nîvro bû. Mervan çend manga şand ku xwe li girên derdora cihê ku leşker daketine, bi cîh bikin. Ji bo çavdêriya hawîrdorê bike, qismek tabûrê jî bi tîm û koman li seranserê gelî belav kir û li serê yekîneya êrîşê, xwe li nava daristanekê pêncî metro dûrî cihê daketinê, veşart.

Di demek kin  de helîkopterek hat û li qeraxa zinarek daket. Girseya leşkeran ji helîkopterê peyabûn û ber bi daristanên derdorê ve bazdan bêyî ku bizanibin wê çi biqewime. Piştre helîkopterên din hatin. Dû re yek li pey hev… Komek leşker li cihên ku xwe vedişartibûn li benda fermana fermandarê xwe bûn. Mervan ji hevalên xwe re got bila di çeperên xwe de bêdeng bimînin. Ew çirûskên biriqî dîsa hatin nav çavên wî yên bi xwîn û di wir de asê man. Bahoza sibehê dar û deviyan li bin goyê hev dixist. Çemê Dîcleyê ku ji binê kendaleke bilind diherikî, pêlên wî li zinaran dixist û li gelî deng vedida. Qîrîna teyran, bi endîşe hewa tijî dikir. Mervan li ezmên nêrî. Paşê qertelek (eylo) li ber çavê wî ket. Qertel li ezman xelekan xêz dikir û bi çavên xwe yên tûj li dora xwe dinêrî. Piştre dengek di guhê wî de olan da:

“Mervaaaaann…” Dengê bavê wî Hesen ê birîndar ji nişka ve li ezman deng veda. Mîna ku di xewnekê de bû. Gule li tifingê xist û destê xwe yê çepê bilind kir hewayê. Yekîneya gerîla li benda fermana wî ya êrîşê bû. Dema destê wî ji nişka ve hat xwarê, dengek di çiyê de bilind bû. Bi çekên giran herêma ku leşker lê ne bi dijwarî gulebaran kirin. Piştre rasterast ber bi qada daristana ku yekîneya leşkerî lê bû, bazdan. Lêşker bêyî ku fêhm bikin çi diqewime, di bin êrişa gerîla de ji xwe ve çûn. Mervan êdî bi otomotîkê ve girêdabû. Ew di serî de, koma êrîşê, xendeqên ku leşker lê bûn, yek bi yek îmha dikirin. Ew qas lez û bez bû ku gerîlla bi zehmetî digihîştin wî. Şer zêde najot. Dema xendeka dawî jî hat xwarê, êdî yek bi yek cebilxaneyên li ser cenazeyên leşkeran kom kirin. Mervan bi xwîn û xwêdan di nava kulmeke leşkerên mirî de rawestiyabû û li keviya zinaran dinêrî. Ji esmanê Çiyayê Gabarê yê ku ji dûr ve di nav ewrê tozê de bilind dibû, ji nişka ve sûretê bavê wî xuya bû. Ew dem hestek kevnar ji hundurê wî şeqitî û wenda bû.

Herêma rojhilatê Mêrdînê ku Mervan lê têkoşîna leîkerî meşand

Hêza gerîla, ji girên Kerboranê ber bi Dêrkûfanê ve û ji wir jî ber bi zinarên Kelyat û Kercewsê ve herikî. Dema roj çû ava, gihîştin Dêrkûfanê û li geliyeke tarî û kûr sekinîn, bêhna xwe vedan. Ev der herêmeke parastî bû û ji qadên ku operasyon lê pêk dihat gelekî dûr bû. Gava tarî ket erdê, zozanên rojava di nav ronahiyek sor de man. Darên spîndaran û qaj, kulîlk, kefz û qamîşên hişk ên ku li her du aliyên çemê ji gelî diherikî şîn bibûn, bi bahozeke ji nişka ve, hawirdor bi dengên xwe tijî dikirin. Ji dûr ve, ji girên Kerboranê yên li rojhilat, dem bi dem dengên bombebaranê dihat bihîstin. Mervan bi rêhevalên xwe re çû quntarê çiyayekê rûnişt û pişta xwe da darekê. Wê hingê dengê Mirado bi hestiyariyek bê tarîf di gelî de deng vedida: “Fermana fermana dayê li me fermanaaaa…” Ji nişkave wêneyê bavê wî Hesen li hember wî, di tariya şevê de dialiqî û bi wan awazên xemgîn diherikî. Mervan careke din bavê xwe bi bîr dianî û ew ber bi bêdawiyê ve dişand, wexta Xalê Hesen di şeva tarî de wenda dibû, bi kêf û ken li kurê xwe dinerî û xatir jê dixwest.

Fotoyê sereke: Dema zarokatîya Abdulhamîd Yagizay a li gundê Kurika Bihurî ya bi ser Stilîlê

————————————-

BIYOGRAFÎ /Abdulhamid Yagizay

  • Di sala 1968dan de li Kurikê ku bi ser Stilîlê ye hat dinyê.
  • Dibistana seretayî û navîn li gund û Stîlîlê xwend.
  • Di 1989an de li Amedé lîseyê qedand.
  • Dema jî bo zanîngehê xwe amade dikir, di bihara 1989de tevlî ARGKê bû.
  • Di nava gerîla de di demek kurt de serfiraz bû û bû fermandarê komeke gerîla.
  • Serfirazîyên wî bala rêveberîya sîyasî-leşkerî ya tevgerê kişand û di 1990an de ji bo Akademîya Mahsûm Korkmaz hat vexwendin.
  • Piştî vegera Kurdistanê, bû fermandarê tabûrekê û li Botan û Mêrdînê têkoşînê kir.
  • Mervan piştî agirbesta 1ê İlona 1998an, şerekî li Çiyayê Bagokê ya di navbera 22-24 îlonê de jîyana xwe ji dest da.

 

 

 

 

 

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …