Şewata li Kurdistanê bû sebeba mirina 14 kesan

14 kesan di şewata li Mêrdîn û Amedê jîyana xwe ji dest dan.

Platforma Piştgirî û Parastina Bajêr a Amedê ragihand, 55,000 donim erd şewitî ye.

Hejmara kesên di şewata li Mêrdîn û Amedê  mirin  zelal bû.

Di şewatê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca gotibû, 12 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyanîya wezîrê tirk de hejmara birîndaran wekî 78 hatibû ragihandin.

Ji bo kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan, li gundên Tobînî, Kelekê û Herberê şîn hatin danîn.

Pêr li herêma di navbera Amed û Mêrdînê de şewateka mezin rû dabû.

Şewat li 17 gundên di navbera navçeyên Şemrex û Çinarê de belav bûbû.

Dewlet ji ber midaxaleya hewayî nekiribû rastî bertekên tund ên sazîyên kurd hatibûn.

KCKê di daxuyanîya xwe de saziya tirk DEDAŞê wekî berpirsîyarê şewatê nîşan dabû.

55,000 donim erd şewitî

Platforma Piştgirî û Parastina Bajêr a Amedê li ser şewatê pêşraporekê weşand.

Di pêşraporê de ev dane cî girtin:

– 55.000 donim erd ket bin tesîra şewatê

– Ji 20 hezar donimî zêdetir zewî şewitî

– 13 kes jiyana xwe ji dest dan

– 5 jê bi giranî, gelek birîndar hene

– 504 heywan telef bûn.

– Sebeba şewatê binesazîya kevn a elektrîkê ye

——————————–

Foto: Dîmeneke ji şewatê/X.com 

Infowelat

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Belûcistan serxwebûna xwe ragihand

Eyaleta Belûcistanê ya girêdayî Pakistanê serxwebûna xwe ragihand. Lîderên belûcî ji Hindistanê piştevaniyê daxwaz dikin. …