Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê ji bo 21ê sibatê Roja Zimanê Dayikê ya panelekê li dar xist.
Nivîskar Hogir Berbir got, di têkoşîna azadiyê de têkoşîna ziman heye, lê mixabin têkoşîna ziman di salên dawî de kêm bûye û bandorê li xebatên ziman nake.
Mamosteya ziman Dîlan Şeveşoglû da zanîn, girîng e ku dayik bi taybetî bi zarokên xwe yên 5 mehî re teqez bi zimanê dayikê biaxivin.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê ji bo 21ê sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê bi navê “perwerdehiya zimanê zikmakî, di zimanê zikmakî de derûniya zarokan û astengiyên li ser zimanê Suryaniyan” panelek li dar xist.
Panel li avahiya Odeya Mîmaran a şaxa Mêrdînê li dar ket. Nivîskar Îrfan Amîda, Ahmed Çelîk, endamên sazî û rêxistinên li Mêrdînê û gelek hemwelatî beşdarî panelê bûn. Panel bi axaftina moderator Parêzer Dîlan Koç dest pê kir. Wê axifgerên panelê da nasîn û mafê axaftina destpêkê da nivîskar Hogir Berbir.
Pişt re nûçegîhan û mamosteya ziman Dîlan Şeveşoglu û Serokê Komeleya Çand û Wêjeya Zimanê Suryaniyan nivîskar Malfono Yusuf Begtaş axivîn. Her du axêver bal kişandin ser dîroka Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî, û aliyê zimanî û têkoşîna zimanî ve meseleyê nirxandin.
Tirkî bûye serdest
Berbir di nirxandina xwe ya roja zimanê dayikê de axaftina destpêkê kir, diyar kir ku serdema ku tê de ne, bi alav û amûrên nûjen dibe sedema kêm axaftina zimanên li ber pisaftinê li ber xwe didin û ev xeterî bandora li ser zimanê kurdî jî kiriye.
Berbir, da zanîn ku tenê li malê bi zarokên xwe re bi kurdî axivîn têrê nake û got: “Pakistana di sala 1947an de ji bin serweriya Hindistanê veqetiya û serxwebûna xwe ragihandin, zimanê urdû wekî tenê zimanê Pakistanê hat ragihandin û hemû zimanên din ên wê erdnîgariyê hatin qedexekirin. Yek ji van zimanan zimanê bengalî bû. Gelê bengalî li hember serdestiya dewleta nû yekzimanîbûna wê qebûl nekir û daketin kolanan. Di xwepêşandana sala 1952yan de polîsên pakîstanî gule reşandin ser çalakiya wê demê û 11 ciwan şehîd bûn. Piştî vê çalakiyê, gelê bengalî tekoşîna xwe zêdetir kir. Hikûmeta Pakistanê neçar ma ku di sala 1956an de, zimanê urdû û bengalî bi hev re li Pakistanê bike zimanên fermî. Bangladeş dema di sala 1971an de serxwebûn û azadiya xwe bidest xist, 21ê sibatê Roja Şehîdên Zimanê Dayikê îlan kir. Di sala 1999an de, UNESCOyê ev roj wekî Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî qebûl kir.”
Berbir wiha berdewam kir: “Di rapora UNESCOyê de zimanê kurdî di nava zimanên di bin xetereyê de cih digire. Divê em di neynikê de li xwe binêrin. Mixabin li malên me, li ser medyaya civakî, di televîzyonan de tirkî li her derê bûye serdest. Tevî ku di têkoşîna azadiyê de têkoşîna ziman heye, lê mixabin têkoşîna ziman di salên dawî de kêm bûye û bandorê li xebatên ziman nake. Îro dema em zarokekî 5 salî dişînin kreşê û di 5 saliya xwe de dest bi axaftina tirkî dike, şansê wan zarokan tune ku zimanê xwe hîn bibin.”
‘900 Gotinan hîn dibe!”
Pişt re nivîskar û mamoste Dîlan Şeveşoglû axivî û diyar kir ku zimanê dayikê di zikê zarokê de dest pê dike û girîng e ku dayik bi taybetî bi zarokên xwe yên 5 mehî re teqez bi zimanê dayikê biaxivin û wiha berdewam kir:
“Dema zarok di zikê dê de çêdibe, heta zayînê di zikê dê de 900 gotinan hîn dibe. Piştî vê heta 2 saliya xwe bi zimanê dayikê axaftin gelekî girîng e û bi dan û stendinê pêk tê. Zarok gotinan hîn dibe lê nikare bîne ziman, ta ji 2 salî şûn de dest bi axaftinê dike. Dewletê ev xetere dît û demildest pêvajoya dibistanan guhert.
Dibistanên navîn ji 6 saliyan dest pê dike. Beriya dibistanên navîn zarokan mecbûrî krêşan dike. Pê re bi zanebûn hin herfên kurdî ji nav alfabeyê derxist da zimanê zarok bi yek carê bi pisaftinê têk bibe. Bi vê yekê re hem ziman û hem jî dengê ji qirikê dertê ji holê radike.
Zimanê tirkî û zimanê kurdî wekî ku em dizanin ne di nava komekê de ye, ev jî dibe sedem ku ziman li ber pisaftinê zêde li ber xwe nede û têk biçe. Ji bo vê dibêjim, bar dikeve ser milê malbatan da ku zarokan li hember pisaftinê biparêzin.”
Dîlan Şeveşoglu, berî gotina xwe bi dawî bike da zanîn ku wextê çêbûna zarokan ziman genetîk e û di tunekirina ziman de jî destwerdana genetîkî pêk tê. Pê re li ser perwerdehiya başûrê Kurdistanê sekinî û rewşa wir anî ziman.
Pêdivîya parastina zimanê suryanî
Serokê Komeleya Çand û Wêjeya Zimanê Suryaniyan Malfono Yusuf Begdaş pêşî axaftina xwe bi zimanê suryanî kir û bal kişand ser dewlemendiya zimanê suryaniyan. Malfono Yusuf Begdaş di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku zimanê wan di bin zext û xetereyeke mezin û wiha domand:
“Zimanê suryaniyan di nava xwe de xwedî ahengeke taybet û dewlemend e. Lê di rewşa heyî de zimanê suryaniyan li ser vê erdê ku kok girtiye, divê bê parastin. Ji bo siberoja zimanê suryaniyan divê avahiyeke hevpar bê avakirin û ji bo parastina zimanê Suryanî jî pêwîstî bi desteka civakî, çandî, siyasî û saziyan heye. Konjektora ku em tê dene û nêzîkbûna îradeya siyasî, bûyerên dîrokî û koçberiyê bûne sedem ku zimanê suryaniyan ji hev bela wela bibe.
Qedera hemû zimanên li ser vê erdnîgariyê li ber pêlên pisaftinan ketiye û roj bi roj ber bi tunebûnê ve diçe. Zimanê suryaniyan gelek ji mekanên pîroz bê derxistin û di nava civakê de bi awayekî resen bê axaftin û parstin. Tevî hemû astengiyan hê jî ji bo parastina zimanê suryaniyan û veguhestina wê bo pêşerojê hêviyek heye.”
Malfono Yusuf Begdaş berî gotina xwe bi dawî bike destnîşan kir ku parastina zimanê suryaniyan ne tenê parastina ziman e, di heman demê de ji bo lêkirina dîwarekî saxlem pêwîstî bi perwerdehiya zimanê zikmakî heye.Panela ku ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê ve hat amadekirin, bi pirs û bersivan domiya. Berî ku panel bi dawî bibe, gotina dawîn ji aliyê nivîskar Ahmet Çelîk ve hate kirin, spasî û malavahiya beşdaran tevan kir.
Di dawiya panelê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê herdu romanên Hogir Berbir ku ji weşanxaneya Aramê wergirtibûn, nivîskar Hogir Berbir ji bo beşdaran îmze kir.
Foto: Beşdarên panala ziman a li Mêrdînê