Şîlî kotaya ji bo xweciyan qebûl dike

 

 

Hikumeta Şîliyê  dixwaze beşdariya polîtîk a ji bo parlamentoyê ya xweciyên li welat baştir bike. Bi vê armancê hikumet dixwaze hin xalên ji bo temsîlkirina xweciyan di Qanûna Qotayan de bi cî bike.

Wezîrê Karê Hundir ê Şîliyê Rodrigo Penailillo da xuyakirin ku divê bê zanîn ku vê mijarê di rojeva hikumetê de ye û ew ê di meha Adarê de di vî warî de hin biryaran bigirin.

Senatorê PPD’ê Eugenio Tuma jî carekê din pêşniyaza xwe ya ku ji bo başkirina temsîlkirina xweciyan anî ziman. Di 1999’an de pêşniyaz kiribû ku ji bo temsîkirina nûnerên xweciyan ji % 10’ê kursiyên parlamentoya Şîliyê bên veqetandin.

Ji bilî temsîlkirina xweciyan, Qanûna Kotayan ji bo mêr û jinan jî kotayekê tîne. Qanûn ferz dike ku nûnerên mêr an jin % 60’ê kursiyên ji bo partiyan hatine diyarkirin bi dest nexin.

Serokomara Şîliyê Michelle Bachelet di pîrozbahiya Roja Gelên Xwecî ya di 24’ê Hezîrana 2014’an de eşkere kiribû ku mijara xweciyan di rojeva hikumeta wê de ye û ew ê ji bo başkirina rewşa xweciyan wezaretekê û Konseya Gelên Xwecî damezrînin.

Li Şîliyê nêzîkî 1.400.000 xwecî dijîn û ev jî dike ji % 8’ê nifûsa welat. Dewlet di serî de gelê mapûçê 9 gelên xwecî bi awayekî fermî naskiriye.

Çavkanî: Latercera.com

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Meclîsa Nûneran a Amerîka di hewldana naskirina jenosida Êzdiyan de ye

  Lijneya karûbarê derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka bi yek deng, pirose yasaya di derbarê …