Enîya Gel a Nû berîya hilbijartinên Fransayê bernameya xwe ya aborîyê eşkere kir.
Temenê teqawidbûnê dibe 62, heqdestên xebatkarên dewletê û desteka ji bo kirê tê zêdekirin.
Bi nêzîkbûna hilbijartinên pêşwext, pêşbirka sîyasî ya li Fransayê kûrtir dibe.
Partîyên çep bi yekîtîya di bin banê Enîya Gel a Nû de dixwazin pêşî li rasta radîkal bigirin.
Enîyê bi eşkerekirina bernameya xwe careke rojeva sîyasî dîyar kir.
Enîya çepgir soz da, reforma Macron betal bike û temenê teqawidbûnê ji 64an daxîne 62an.
Yek ji hedefeke enîyê zêdekirina heqdestên xebatkarên qada gelemperî ne.
Enîyê soz da, heqdest % 10 bê zêdekirin.
Eynî wekî vê, desteka kirê ya xanîyan a ji bo kesên dahata wan kêm e wê ji % 10 zêde bibe.
Bi pakêta reforma aborîyê ya enîyê firawîna belaş jî ji bo xwendekaran cî digire.
Mesrefa ji bo vê pakêtê wê bi rêya zêdekirina baca dewlemendan bê kirin.
Plan ev e, îsal 15 milyon euro ji şîrketên mezin bê bidestxistin.
Bi vê pakêta aborîyê wê sala 2025an lêçûyînên qada gelemperî bigihîje 100 milyar euroyî.
—————————————————
Foto: Çalakîyeke Enîya Gel a Nû/X.com
Infowelat