Serokê Fransayê Macron bi “şerê navxweyî” gef li Fransayê xwar.
Macron got, eger rasta radîkal an çepa radîkal were ser kar, dibe ku “şerê navxweyî” pêk were.
Hilbijartinên pêşwext ên Fransayê dîskursa sîyasî ya li welêt ji binî ve diguherîne.
Serokê Fransayê Macron bi “şerê navxweyî” gef li Fransayê xwar.
Emanuel Macron van gotinên xwe yên alarmîst di hevpeyvînekê xwe de kir.
Macron got, eger rasta radîkal an çepa radîkal were ser kar, dibe ku “şerê navxweyî” pêk were.
Lîderê fransî diyar kir, rast û çepa radîkal mirovan di nasnameyên xwe yên olî û etnîk de bi sînor dikin.
Herwiha Macron da zanîn, enîya çepgir a bi navê La France insoumise (Fransa Stû Natewîne) ji bo ji hilbijêrên ereb deng bigire, Şerê Xezayê bi kar tîne.
Rapirsîyên li ser encamên hilbijartinê nîşan didin, wê RN (Meşa Neteweyî) ya Le Penê ji 35ê dengan, tifaqa çepgir ji % 27ê dengan û sîyaseta navendîparêz a Macron ji % 19yê dengan bigire.
Hilbijartinên pêşwext ên Fransayê wê di 30ê hezîran û 7ê tîrmehê de bên lidarxistin.
————————————————-
Foto: Emanuel Macron/X.com
Infowelat