Tecrîda Ocalan di rojeva NYê de ye

Civînên Komîteya li Dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li Cenevê dewam dikin.

Di rûniştan de heyeta tirk  bersivê dan pirsên derbarê tecrîda li ser lîderê PKKê Ocalan.

Pirs ji alîyê raportorên taybet ên komîteya NY’ê Maîda Naoko û Bextiyar Tuzmukhamedov hatin kirin.

Civînên Komîteya li Dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku di 8ê tîrmehê de li Cenev dest pê kirin, dewamdikin.

Raportorên komîteyê, nûnerên rêxistinên sivîl ên raporên li ser Tirkiyeyê pêşkêş kirine û heyeta tirk tevlî civîna pêr û duh bûn.

Di rûniştan de heyeta tirk  bersivê dan pirsên derbarê tecrîda li ser lîderê PKKê Ocalan.

Pirs ji alîyê raportorên taybet ên komîteya NY’ê Maîda Naoko û Bextiyar Tuzmukhamedov hatin kirin.

Tuzmukhamedov vê pirsê ji nûnerên dewleta tirk kir:

“Hat gotin ku ji ber cezayên dîsîplînê yên li ser birêz Ocalan hatine sepandin, hevdîtinên bi malbat û parêzeran re nehatiye qedexekirin.  Gelo ev qedexe tenê carekê ye, ji bo sê yan şeş mehan e, yan jî her ku ceza diqede yekser tê dubarekirin?

Ger ev ceza çend caran hatibe birîn, bi giştî birêz Ocalan heta kengî ji danûstandinê bêpar maye? Ez li vir tenê behsa birêz Ocalan dikim. Di rewşên din de, hevdîtina bi malbat û parêzeran re heta kengî dikarin bên astengkirin?

Şandeya tirk pirsa Raportorê Taybet ê Komîteya li Dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî bêbirsiv hişt.

Şandeya dewleta tirk duh jî di bersiva xwe de gotibû “Tecrîd tine ye, lê qedexe heye”

—————————————————-

Foto: Logoya Komîteya li Dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî

Infowelat

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Xwîn herikî li Mistonê

Avreş JIYAN Berbanga sibehê bû. Bayeke havînê ji zozanên bakur veqetiyabû û derdor serûbin dikir. …