Romanya di salên dawiyê de di sîstema xwe ya terîtoryal de reformeke mezin çêkir û 41 wîlayetên xwe di bin 8 herêman ku nû damezrandi bû de kom kir. Li ser vê mijarê, li welat armanca hikumetê û aliyên erênî û neyênî yên ji bo vê guherînê tê nîqaşkirin.
Romanya welatê dawî yê rojhilata Ewropayê ye ku herêman damezrand û pêvajoya desentralîzasyonê da destpêkirin. Di eslê xwe de, dîroka vê mijarê heta sala 1998’an diçe ku di vê salê de bi armanca jiholêrakirina newekheviyên aboriyê, welat di navbera “ heşt herêmên pêşveçûnê” de hatibû parvekirin.
Piştî 15 salên di vê pêvajoyê de derbas bûn, niha hin kes difikirin ku vê siyasetê bi ser neket. Li gorî Dumitru Sandu ku sosyolog û kordînatorê Konseya Şêwirmendiyê ya Herêmbûyînê (CONREG) ye modela 1998’an ji ber ku herêm ne xwedî statuyeke rêvebirinê bûne û hevkariya di navbera herêman de kêm bûye, têk çûye.
Sandu dide zanîn ku vê reformê destûrê dide ku ji fonên ewropî îstifade bê kirin lê hîn jî rêjeya bikaranîna fonên binyadî (strûktûrî) ya ji aliyê Romanyayê ve ji % 21’î derbas nake. Sosyolog Sandu dibêje ku sebeba vê yekê awayê rêxistinbûna rêvebiriyê ye û ji bo zêdetir bidestxistina fonan, divê rêvebirî bê modernkirin. Sardu diyar dike ku kirina vê reformê ji bo Romanyayê pir pêwîst e û modernkirina rêvebiriyê çiqas dereng bikeve wê ewqas problem giran bibin.
Li Romanyayê hin kes jî hene ku bi guman in ku desentralîzasyon çareya hemû problemên welat e. Sorin Ionita ku yek ji van kesan e û endamê Expert Forum’a Rêxistinên Civaka Sivîl e, difikire ku hîpoteza ku desentralîzasyon fonên ewropî dikişîne welat her dem ne rast e. Ionita dibêje ku Polonyaya ku deh sal berê dest bi pêvajoya desentralîzasyonê kiribû, niha ji Romanyayê bêtir fonan bi dest dixe lê Macarîstana ku herêman ne damezrandiye jî xwedî bidestxistina rêjeyeke baş a fonên ewropî ye.
Ionîta diyar dike ku bi tenê çêkirina herêman ne çareserî ye û wiha dibêje: “Di vê mijarê de du tişt girîng in: lîsteya besatiyên (competences/yeterlilik) herêmên wê bên damezrandin û butçeya wan. Tiştekî nê kêrhatiye ku bêyî ku mirov besatiyên wan bizanibe, hejmar, nav û paytextê herêman terîf bike.”
Ionîta dide zanîn ku di dewsa nîqaşkirina van problemên di derbarê pêvajoya herêmbûyîna Romanyayê de, di medyayê de her dem vê pirsê tê kirin: “Wê kêmara Macar bibe xwediyê mafê herêmeke xweser?”
Çavkanî: http://www.balcanicaucaso.org/