Amerîka 3,000 leşker dişîne Kendava Îranê

Balafirên F-35 û F-16 ligel destroyerên moşekên pêşketî barkirî di nava hêzên Amerîkayê de cî digirin.

Washingtonê ragihand, hêzên hatine şandin wê ewlekariya tankêrên petrolê pêk bîne.

Li Kendava Îranê (Kendava Basrayê) aloziya di navbera Washington û Tehranê bilindtir dibe.

Amerîkayê biryar da 3,000 leşkerên deryavan bişîne Kendava Îranê.

Hêzên deryayî yên Amerîkî vê yekşemê gihîştin Qenala Suweyşê ê ji vir jî berê xwe dan Kendavê.

Balafirên F-35 û F-16 ligel destroyerên moşekên pêşketî barkirî di nava hêzên Amerîkayê de cî digirin.

Keştî û balafirên şer ên tevlî leşkeran tên şandin wê Stolaya 5. a Amerîkayê ya li Kendava Îranê xurtir bike.

Washingtonê ragihand, hêzên hatine şandin wê ewlekariya tankêrên petrolê pêk bîne.

Amerîka dixwaze leşkerên xwe heta Tengava Hurmuz derbas bikin, di tankerên bazirganiya petrolê dikin de cî bigirin.

Ji bo vê jî pêdivî bi destûra hukumetên herêmî û şîrketên bazirganiya petrolê heye.

Îran û trafîka tankeran 

Tê ragihandin, Îranê di 2 salên dawî de herî kêm 20 tankerên bazirganiya petrolê dikirin ji aliyê Îranê ve hatine sekinandin.

Ji bilî vê, hefteya borî Îranê li giravên di navbera wê û Yekitiya Îmaratên Ereb de tetbîqateke leşkerî li dar xistibû.

Îranê di demên dawî de trafîka tankerên petrolê asteng kiribû û pêşiya hinek tankeran birîbû.

Tê ragihandin, di 2 salên dawî de herî kêm 20 tankerên bazirganiya petrolê dikirin ji aliyê Îranê ve hatine sekinandin.

Îranê ji bo demekê dest danîbû ser çend ji wan tankeran.

Ji bilî vê, hefteya borî Îranê li giravên di navbera wê û Yekitiya Îmaratên Ereb de tetbîqateke leşkerî li dar xistibû.

Her du welat dixwazin van giravan kontrol bikin û serdestiya reqîbê xwe ya li ser wan qebûl nakin.

Polîtîkaya zext û zorê ya Îranê baweriya Erebistana Siûdî û Yekitiya Îmaretên Ereb a bi Amerîkayê re kêm dike.

Polîtîkaya Siûdî û Îmarat

Her du welatên ku hevalbendên stratejîk ên Amerîkayê ne, niha hewl didin pêdiviya xwe ya bi Washingtonê re kêm bikin.

Kendava Îranê û welatên li dora wê. /Harîte: Wikimedia Commons

Ji ber ku baweriya berê ya welatên Kendavê ya bi Amerîkayê êdî re ne di asta berê de ye.

Welatên herêmê di wê baweriyê de ne, Washington êdî nikare li hemberê zextên Îranê yên li Kendavê wan biparêze.

Ev jî sebeba sereke ye ku çima Amerîka niha dixwaze hêzeke nû bişîne Kendava Îranê.

Înfowelat

Foto: Keştiyeke balafirhilgir a Amerîkayê. /Çavkanî: Military.com 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …