Polîsên fransî li Kaledonyaya Nû li dijî komeke serxwebûnxwaz operasyonekê kirin.
Du aktîvîstên doza serxwebûnê di operasyonê de hatin kuştin.
Tevî windahîyên dawî, kesên jiyana xwe di bûyerên 5 mehan de winda kirin, bû 13.
Girava Kaledonyaya Nû ya bi ser Fransayê ve demeke dirêj e aram nabe.
Duh li vê giravê polîsên fransî li dijî komeke serxwebûnxwaz operasyonekê kirin.
Du aktîvîstên doza serxwebûnê di operasyonê de hatin kuştin.
Tevî windahîyên dawî, kesên jiyana xwe di bûyerên 5 mehan de winda kirin, bû 13.
Du ji kesên hatine kuştin polîsên fransî ne.
Bûyera duh li başûrê paytexta giravê Noumeayê pêk hat.
Hêzên ewlehîyê yên fransî ragihandin, armanca operasyonê girtina 10 aktîvîstên kanak bûye.
Aktîvîstên rastî êrişa polêsan hatin, bi beşdarîya serhildana meha gulanê tên sûcdarkirin.
Serhildana gulanê ji ber reforma Fransayê ya sîstema hilbijartinê ya Kaledonyaya Nû pêk hatibû.
Bi reformê, mafê dengdanê ya kesên di 10 salên dawî de hatine giravê dihat qebûlkirin.
Kanakên xwecî bi sebeba ku wê reform hêza wan a polîtîk kêm bike, reaksîyon nîşan dabûn.
Alozîya gulana 2024an di demeke kurt de belavî giravê bûbû.
Rêyên bejahî bi barîkatan hatibûn qutkirin, dikanên kesên alîgirîya Fransayê dikirin rastî êrişan hatibûn û perwerde sekinîbû.
Fransa li giravê rewşa awarte ragihandibû û ji bo pêşîgirtina serhildanê 3,500 polîsan şandibû.
Fransa paş ve gav avêtibû
Fransaya ku nikaribê serhildanê bitepisîne neçar mabû reforma hilbijartinê betal bike.
Paşê, lîderê kanak Christian Tein jî tê de 11 aktîvîst hatibûn girtin.
Kaledonyaya Nû ku giraveke li Pasîfîkê ye di 1853an de bûbû kolonîya Fransayê.
Gelê kanak ji salên 1970an û vir ve ji bo serxwebûnê têkoşînê dikin.
Doza ji bo serxwebûnê Fransayê neçar kir ku statuyeke otonomîyê bide Kaledonyaya Nû.
———————————————-
Foto: Polêsên fransî yên li Kaledonyaya Nû/Komîserîya Bilind a Fransî a li Kaledonyaya Nû
Infowelat