Lîderê serxwebûna Kaledonyaya Nû hat girtin

Lîderê serxwebûna Kaledonyaya Nû Christian Tein ji alîyê polêsên fransî ve hat girtin.

Dozgerîya fransî CCATê û lîderê wê berpirsê serhildana dawî ya li giravê nîşan dide.

Christian Teinê ku serokê CCAT (Cellule de Coordination des Actions de Terrain) bû, li paytexta Kaledonyaya Nû Noumeayê hat girtin.

Berîya bê girtin, Tein li navenda partîya Yekîtîya Kaledonyayê xwe ji bo daxuyanîyeke çapemenîyê amade dikir.

Serdozgerîya Kaledonyaya Nû ji bo sebeba girtinê, “sûcên rêxistinî” sebeb nîşan da.

Piştî girtina lîderê serxwebûnxwaz, li Noumeayê dikan hatin girtin.

CCAT rêxistineke bi ser Yekîtîya Kaledonyaya Nû ve ye û di qada rêxistinkirina civakê de kar dike.

Dozgerîya fransî CCATê û lîderê wê berpirsê serhildana dawî ya li giravê nîşan dide.

Di gulanê de bi mebesta prostestokirina qanûneke li ser hilbijartinên giravê, Li Kaledonyaya Nû serhildanekê rû dabû.

Di serhildanê de 9 kes hatibûn kuştin û paşê Fransa qanûna nîqaşbar betal kiribû.

Qanûna bibû sebeba serhildanê mafê dengdanê dida 24,000 kesên 10 sal in li Kaledonyaya Nû îkametê dikin.

————————————————-

Foto: Christian Tein/X.com

Infowelat

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Beledîyeyên Mêrdîn, Batman û Xelfetîyê hatin desteser kirin

Dewleta tirk îro Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredarîya Batmanê û Şaredarîya Xelfetîyê ku navçeyeke …