Encama teqînên cîhazên ragihandinê yên li Libnanê giran dibe.
Teqînan dawî bû sebeba bandoreke şokê û Libnana bê îstîkrar hîn bêtir ber bi kaosê ve ajot.
Qenaeta herkesî ev e, berpirsê teqînan Îsraîl e û Îsraîl bi êrişên dawî dixwaze Hîzbulahê bikişîne nava şerekî nû.
Encama teqînên cîhazên ragihandinê yên li Libnanê giran dibe.
Di teqînên du rojan de 32 kes jîyana xwe ji dest dan û ji 3 hezarî zêdetir kes birîndar bûn.
20 ji kesên jîyana xwe ji dest dane endamên Hîzbulahê ne.
Pêla teqînên ewil di cîhazên pêwendîyê ên wekî page an bipper tê pênasekirin de pêk hat.
Hedefa pêla duyemîn a teqînan jî cîhazên bêtêl bûn.
Her du cure cîhaz piranî ji bo ragihandinê ji alîyê Hîzbulahê ve tên bikaranîn.
Qenaeta herkesî ev e, berpirsê teqînan Îsraîl e.
Îsraîl bi êrişên dawî dixwaze Hîzbulahê bikişîne nava şerekî nû.
Hîzbulahê jî piştî teqînan rasterast Îsraîlê sûcdar kir û soza tolhildanê xwar.
Teqînan dawî bû sebeba bandoreke şokê û Libnana bê îstîkrar hîn bêtir ber bi kaosê ve ajot.
Pisporên herêmî diyar kirin, Hîzbulaha bi hêza xwe bawer e li hember pêla teqînên dawî bêçare maye.
Fikreke hevpar jî ev e, bi van teqînan Hîzbulah biçûk hatîye xistin û neçarê bersivekê hatîye hiştin.
Îsraîl dixwaze bersiva Hîzbulahê wekî hincet bi kar bîne û şerekî nû li dijî vê rêxistina îslamî bide destpêkirin.
Piştî Şerê Xezayê ya ku di cotmeha 2023an de dest pê kiribû, Hîzbûllah car caran bi moşekan êrişî Îsraîlê kiribû.
Îsraîlê jî başûrê Libnanê bomberan kiribû û ev jî bûbû sebeba koça 150,000 sivîlên li herêmê.
————————————–
Foto: Cîhazeke bêtel/ANF
Infowelat