Samîyên Rûsyayê terka welêt dikin

Wezareta Edaletê ya Rûsyayê di tîrmehê de 55 rêxistinên li herêmên Arktîkê xist nava lîsteya rêxistinên terorîst an radîkal.

Gelek aktîvîstên samî ji ber vê yekê terka Rûsyayê kirin û li Fînland û Norwêcê serî li mafên penaberîyê dan.

Rûsya zextên xwe yên li ser gelên xwecî dişidîne.

Ev jî herî zêde bandorê li gelên bakurêrojhilatê welêt dike.

Bi taybetî, samîyên li girava Kolayê ya li Arktîkê di hedefa Moskowê de ne.

Wezareta Edaletê ya Rûsayê di tîrmehê de 55 rêxistinên li herêmên Arktîkê xist nava lîsteya rêxistinên terorîst an radîkal.

Ji demê û vir ve, gelek kesên doza gelên li herêmê dimeşandin terka Rûsyayê kirin.

Gelek ji van kesan li Fînland û Norwêcê serî li mafên penaberîyê dan.

Yek ji van kesan Andrey Danîlov e ku nûnerê gelê samî yê li nîvgirava Kolayê ye.

Danîlov ji rojnameya brîtanî The Guardianê re derbarê zextên Rûsyayê de axivî.

Aktîvîstê ku di 2022an de li Norwêcê serî li mafê penaberîyê daye wiha diaxive:

“Berî niha bi tenê aktîvîst dihatin mehkemekirin. Niha herkesê ku bi wan re di nava pêwendîyê de ne dikarin bên lêpirsînkirin. Ez vê rewşê bi dema zordestîya Sovyetê ya salên 1930an re didim ber hev.”

Aktîvîstê samî radigihîne, kesên doza mafên samîyan dikin, dikarin ji şeş û zêdetir sal cezayê girtîgehê bigirin.

Herwoha Danîlova daye zanîn, di du salên dawî de li devera Federovya ya Murmanskê ji bo kana lîtyûmê xweza hatîye talankirin.

Samîyên Kolayê

Samîyên li vê herêmê parçeyeke gelê samî ne ku li Norwêc, Swêd û Fînlandê dijîn.

Navê vî welatê xwedî erdeke mezin Sapmi ye û nifûsa wê li derdora 70 hezarî ye.

Hejmara Samîyên Kolayê yên di bin kontrola Rûsyayê de di navbera 2-3 hezarî de ye.

Sebeba vê polîtîkaya talana xwezayî asîmîlasyonê ya Rûsyayê ye.

Rûsya di salên 1990an de polîtîkaya xwe ya li hemberê gelên li vê herêma Arktîkê hişk kir.

Rûsya  li vê herêmê dest bi lêgerîn û derxistina çavkaniyên binerdê kir.

Ji ber vê polîtîkaya taybet, gelek welatîyên samî terka herêmê kirin.

——————————————-

Foto: Dîmekene ji welatê Sampi ku warê gelê samî ye/Abn.org 

Infowelat

Samî li Rûsyayê rastî zextan tên

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Puerto Rico referandûma statuyê li dar dixe

Di referandûmê de wê sê pirs bên kirin: tevlîbûna Amerîkayê wekî eyaleta 51., serxwebûn an …