Kurd ji bo PKK’ê serbestiyê daxwaz kirin

Kurdên li Almanyayê qedexeya PKK protesto kirin.

Navenda çalakiya bi hezaran kes tevlî bûn, paytexta Almanya Berlin bû.

Almanya di 26’ê Mijdara 1993’an de PKK’ê xist lîsteya terorê.

Welatparêzên Kurd li Almanyayê li hember qedexeya PKK’ê çalakiyeke mezin li dar xistin.

Navenda çalakiya bi hezaran kes tevlî bûn, paytexta Almanya Berlin bû.

Çalakgerên ji 40 bajarên Almanyayê hatin Berlinê, ji bo rakirina qedexeya PKK’ê li Berlinê meşiyan.

Geek endamên partî û komên enternasyonalîst jî tevlî meşê bûn.

Digel midaxaleya polêsên Alman, meş wekî hatibû plankirin  ji Oranienplatzê dest pê kir

Di mîtînga piştî çalakiyê de derbarê mijarê de axaftin hatin kirin.

Hevseroka KON-MED’ê Rûken Akça di axaftina xwe de bi van gotinan dewleta Alman rexne kir:

“Ev biryareke siyasî ye. Em vê yekê dizanin. Heta ev qedexe rabe wê têkoşîna me bidome.”

Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK’ê Nîlûfer Koç jî di mîtîngê de wiha axivî:

“Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz û Wezîra Karên Derve Annalena Bearbock her tim parvekirinên Jin Jiyan Azadî dikin. Lê belê yên ku bi dirûşma Jin Jiyan Azadî zindî dike jinên Kurd in. Yekane dirûşmeya me Berxwedan Jiyane ye.”

Piştî axaftinan çalakger heta Schlosspark a li ber Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê meşiyan

Ji be qedexeyê, di çalakiyê de alên PKK’ê nehatin hilgirtin.

Herwiha, di çaakiyê de tunebûna ala Kurdistanê jî balê kişand.

Di çalakiyê de ala ji şerîdên kesk û sor û zer pêk tê ya li Rojava tê bikaranîn, hat hilgirtin.

Qedexeya 29 salan

Almanya ji bo qedexeyê bûyerên şîdetê yên di protestoyên Kurdistaniyan de wekî hinceta biryara xwe nîşan da.

Ev jî hincet ji çalakiyên li ser otobanan, êrişên li dijî nûnergehên dîplomatîk û hedefên din ên Dewleta Tirk pêk dihat.

Almanya di 26’ê Mijdara 1993’an de PKK’ê xist lîsteya terorê.

Almanya bûyerên şîdetê yên di protestoyên Kurdistaniyan de wekî hinceta biryara xwe nîşan da.

Ev jî hincet ji çalakiyên li ser otobanan, êrişên li dijî nûnergehên dîplomatîk û hedefên din ên Dewleta Tirk pêk dihat.

Nûçeye televîzyoneke Almanyayê ya derbarê biryara qedexekirina PKK’ê de. /ANF

Bi vê biryarê re hemû xebatên partiyê li nava Almanyayê hatin qedexekirin.

Biryar ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn a Almanyayê hat dayîn.

Almanya di 2017’an de jî çalakiyên li ser navê PKK’ê tê kirin û di çalakiyan de hilgirtina alên PKK’ê û YPG’ê qedexe kir.

Infowelat

Foto: Çalakiya li Berlinê /Ozgur Politika 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …