Etiyopya û Amhara dijberiyê kûr dikin

Etiyopyaya xwediyê sîstema federal bi xetereya hilweşînê re ye rû bi rû ye.

Piştî Tîgreyê, serê hukumeta federal niha bi Amharayê di belayê de ye.

Etiyopya dixwaze hêzên paramîlîter ên vê herêmê çekên xwe deynin.

Etiyopyaya xwediyê sîstema federal bi xetereya hilweşînê re ye rû bi rû ye.

Aştiya navxweyî ya li welêt di salên dawî de bi aloziyên Oromo û paşê jî bi ya li Tîgreyê xera bûbû.

Piştî peymana aştiyê ya Tîgreyê, vê carê hukumeta federal û herêma Amharayê bi hev ketin.

Aloziya li herêmê ji ber hebûna hêzên paramîlîter û hin komên çekdar ên Amharayê dest pê kir.

Hukumeta ji bo hemû hêzên li herêmê çekên xwe deynin, ultîmatomekê da herêmê.

Amhara vê red kir û artêşa Etiyopyayê piştî vê bersivê ji bo Hêzên Taybet ên Amharayê bêçek bike, di Nîsanê de ket herêmê.

Bi vê êrişê re li Amharayê rewşa awarte hate ragihandin û gelek kesên mixalif destgîr kir.

Pevçûnên di havînê de zêde bûn hîn jî ci bi cî berdewam dikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, hukumeta Etiyopyayê hêzên çekdar ên Amharayê û mîlîsên din ên xwedî nasnameya etnîk ên ji herêmê di şerê Tîgreyê de bi kar anîbû.

Hin ji van koman li di şerê li hemberê Artêşa Rizgariya Oromoyê bi salan hatin bikaranîn.

Ciyê aloziya ewil Tîgre bû

Di encama şerê du salan û ji ber ambargoya Etiyopyayê, ji her du aliyan di navbera 400 û 600 hezar kesî miribûn.

Di 2020’an de Eniya Rizgariya Gelê Tîgreyê (TPLF) bi serhildaneke çekdarî têkiliya xwe ya bi Etiyopyayê qut kiribû.

Hukumeta Abiy Ehmed rêxistina Tîgreyê wekî terorîst îlan kiribû û artêşê şandibû herêmê.

Di encama şerê du salan û ji ber ambargoya Etiyopyayê, ji her du aliyan di navbera 400 û 600 hezar kesî miribûn.

Eniya Rizgariya Gelê Tîgreyê ji bo şer belavî Etiyopyayê bike li herêma Amhara û Afar operasyonan li dar xistibû.

Paşê her du bi peymaneke aştiyê dawî li vî şerê bi xwîn û wêranker anîbûn.

Profîla Amharayê

Amhara ji aliyê nifûsê vee duyemîn herêma mezin a Etiyopyayê ye.

Berfirehbûna erdên herêmê bi qasî 154,708.96 km2 û nifûsa wê 23 milyon e.

Amhara wekî herêmên din ên Etiyopyayê herêmeke federal a welêt e.

Amhara ji aliyê nifûsê vee duyemîn herêma mezin a Etiyopyayê ye.

Herêmên Etiyopyaya federal. Amhara bi nifûsa ya 23 milyonî duyemîn herêma mezin e. /Harîte: Researchgate

Berfirehbûna erdên herêmê bi qasî 154,708.96 km2 û nifûsa wê 23 milyon e.

Zimanê Amharî ligel herêmê, zimanê fermî yê hukumeta federal a Etiyopyayê ye.

Amharî zimanê 32 milyon kesan û herwiha zimanê duyemîn ê 25 milyon kesan e.

Infowelat

Foto: Ala Etiyopyayê./Wikipedia 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …