Paradîgmaya nû ya hebûnê: Otonomî, federalîzm û parastina ziman

Di vê dema ku modela netew-dewleta navendîparêz di nava krîzên aborî û çandî de ye tecrûbeyên ji kantonan a Swîsreyê û welatên xweser ên wekî Katalonyayê nîşan didin ku siberoja bihevrejîyana neteweyan encax dikare bi paradîgmayeke nû bi rengekî aram pêk were

Di destpêka sedsala 21ê de, cîhan rûbirûyî paradoksekê ye ku felsefeya rêveberiyê ya sedsala borî dihejîne. Ji aliyekî globalîzm û teknolojiya dîjîtal sînorên cografyayê bêwate dikin; ji aliyê din ve jî hişmendiya parastina nasname, çand û zimanan ji her demê xurtir dibe. Modela netew-dewletê ku li ser stûna”yek al, yek ziman, yek netewe” hatibû avakirin û di sedsala 20î de wekî formula yekane ya îstîqrarê dihat nîşandan, îro veguherîye çavkanîya sereke ya pevçûn û xitimînên siyasî. Têgeha desthilata navendî ku hemû biryaran li bajarekî sereke digire, êdî nikarin daxwaz û pêdiviyên civakên pireng û rengîn birêve bibe.

Tecrûbeya dîrokî ya sedsala borî nîşan da ku polîtîkayên pişta xwe didin asîmîlasyonê û tepeserkirina nasnameyan, encamên wekî karesatê diafirînin. Dewletên ku daxwazên otonomî û xweseriyê wekî “gefek li hember yekitîya axê” didîtin, ew  bi destên xwe şert û mercên parçekirina xwe amade kirin. Şerê navxweyî yê li Yugoslavyayê di salên 1990î de mînaka herî zelal a vê yekê bû; Dema ku rêveberiya Belgradê hewl da otonomiya Kosova û Voyvodînayê hilweşîne û zimanê sirbî li ser herdu herêman ferz bike, pêvajoya belavbûna dewletê bi lezeke nedîtî dest pê kir. Berovajî vê, welatên ku modela nenavendîparêz qebûl kirin û desthilatdarîyê bi civakên xwe yên cuda re parve kirin, hem aramîya xwe ya hundir parastin û hem jî di qada aborî de bûn hêzên sereke.

Ji Swîsreyê heta Katalonyayê: Mînakên avaker ên cîhanê

Dema ku em li cografyaya siyasî ya cîhanê dinêrin, modela Konfederalîzma Swîsreyê wekî mînaka herî kevn û xurt derdikeve pêşîya me. Di vê pergalê de, 26 kanton û nîv-kanton xwedî makezagon, parlamentoyek û dadgehên xwe yên xwerû ne. Kantona Vaudê an jî Kantona Glarusê, bêyî ku ji bertek an jî mudaxeleya navenda Bernê bitirsin, dikanin li ser polîtîkayên xwe yên bacê, perwerdehiyê û zimanî biryarê bidin. Di civakeke ku çar zimanên fermî (almanî, fransî,îtalî û retoromanî) tê de têne axaftin de, zimanê retoromanî ku tenê ji aliyê ji %0.5ê nifûsê ve tê axaftin jî gihîştiye statuya fermî û di saziyên dewletê de mafê vî zimanî hatîye misogerkirin. Mînaka Swîsreyê îspat dike ku yekitîya rastîn ne bi darê zorê û yekirinê, lê bi rêzgirtina di asta herî bilind a cihêrengiyê de pêkan dibe.

Lêbelê, rêya xweserîyê di nava sîstema Ewrûpayê de ne rêyekê ku ji astengan mûaf e. Alozîya Katalonyayê ya di navbera salên 2017 û 2023yan de bi Madrîdê re, sînorên modelên otonomîyê nîşan dide. Hikumeta Otonom a Katalonyayê (Generalitat) di warê tenduristî, polîs û perwerdehiyê de xwedî desthilateke berfireh e û dikare zimanê katalanî di hemû dibistan û zanîngehan de bike zimanê sereke yê perwerdehîyê. Lê gava ku mijar hat ser xweseriya aborî û kontrolkirina hemû bacên herêmî, navenda Madrîdê bi hişmendiya netew-dewleta klasîk bersiv da û krîzeke mezin a hiqûqî derket holê. Tevlî van hemû alozîyan jî, modela Katalonyayê û berxwedana wê ya zimanî îspat kir ku di nava dewleteke navendîparêz a Ewrûpayê de jî, otonomî dikare zimanekî hatibû marjînalkirin di nava 40 salan de bike zimanê sereke yê jiyana aborî û çandî.

Mînakeke din a balkêş jî tecrûbeya Welatê Baskê ye. Piştî dîktatoriya Franco ya ku zimanê baskî bi tevahî qedexe kiribû, peymana otonomiyê ya sala 1979an mafê berhevkirina bacan (Concierto Económico) da baskiyan. Bi vê hêza aborîyê û erkên perwerdehîyê, zimanê baskî (euskara) ku zimanekî gelekî kevnar e, ji xetereya mirinê hat rizgar kirin. Îro li Welatê Herêma Baskê, rêjeya ciwanên ku bi baskî dizanin ji 20%  derket ser 60%. Ev serkeftin nîşan dide ku otonomiya siyasî ne tenê amûreke  îdarî ye lê di heman demê de xeta parastinê ya herî bingehîn e ji bo vejandina çand û zimanên ku di bin gefa asîmîlasyonê de ne.

Statu wekî şertê hebûnê

Sedsala 21ê di qada ziman de pîvanên nû diafirîne. Di vê serdemê de asîmîlasyon êdî tenê bi qedexekirina polîsan an bi perwedehîyê birêve naçe; ew bi rêya cîhana dîjîtal,  platformên medyayî û algorîtmayan çêdibe. Zimanekî ku di qada fermî, aborî, akademî û teknolojiya nûjen de cih negire, lê malê bê axaftin jî rûbirûyî xetereya jiholêrabênê ye. Ji bo ku zimanek di sedsala dîjîtal de bibe xwedî jiyan û qada belavbûnê, pêdiviya wî bi çavkaniyên giştî, budceya perwerdehiyê û saziyên modern heye.

Ji bo kurdî û zimanên din ên bê-dewlet, krîza herî mezin di vê xalê de dest pê dike. Bêyî statuyeke fermî an jî otonomiyeke herêmî, ne pêkan e ku sîstemeke perwerdehiyê ya neteweyî ji baxçeyê zarokan heta zanîngehan bê avakirin. Gava ku zarokek di jiyana xwe ya perwerdehiyê de bi zimanê xwe yê dayikê ronahiyê nebîne, ew ziman di hişê wî de wekî “zimanê folklorî” dimîne. Tecrûbeya Kurdistanê û hemû welatên ku di bin zexta navendîparêziyê de ne nîşan dide ku statuya siyasî û xweseriya çandî ji bo mana ziman ne luksek e, di dereceya yekem de şertê hebûnû ye.

Gava ku em li rojavayê Kurdistanê an jî başûrê Kurdistanê dinêrin, em dibînin ku hebûna desthilata herêmî an avakirina pergala federal çawa rê li ber pêşketina ziman vekir. Tevlî hemû kêmasî û zehmetiyên ambargoyê jî, avakirina dibistan û zanîngehên bi zimanê kurdî, çêkirina materyalên dîjîtal û bikaranîna ziman di rêveberiya rojane de hişmendiyeke nû ya nasnameyê di nava nifşên nû de afirand. Ev gavên ku li ser erdê hatine avêtin, îspat dikin ku saziyên otonom amûrên herî xurt in ku dikarin ziman li hemberî lehiyên globalîzmê û asîmîlasyonê biparêzin.

Encam û perspektîv: Modela otonomîya nûjen

Encama ku sedsala 21ê radixe ber çavan zelal e: Modela netew-dewletê ya sedsala 20î ku li ser asîmîlasyonê û hilweşandina nasnamey etnîk û zimanî yên neteweyên din dihat meşandin, di krîzeke kûr a rewabûnê de ye. Şîdet, kiryarên navendî û înkarkirina mafên neteweyî êdî nikarin yekitî û aramîyê peyde bikin. Modelên otonomî û federalîzmê -mafê rêveberiya xweser a herêmî, saziyên zimanî yên pênasekirî û parvekirina erkên fînansî- ne tenê daxwaza komên etnîkî ne, lê formulên zindî yên nûjenkirina cîhanê ne.

Ji bo gelên bêdewlet siberoj ne di asîmîlasyon û teslîmîyetê de ye, û ne jî di xweîzolekirina ji cîhanê ye. Rêya rast, pêşxistina modelên xweser ên nûjen e ku hem nirxên gerdûnî yên mafên mirovan diparêzin û hem jî nasname, çand û zimanê xwe dikin bingeha sîstema jiyanê. Zimanê ku bibe zimanê rêveberî, perwerdehî û teknolojiyê di nava modela otonom de, wê bikaribe di vê sedsala nû de ne bijî û bibe parçeyek ji şaristanîya zindî ya cîhanî.

Fotoyê sereke: Nexşeya tora razber/Foto: Boliviaintelligente/Unsplash 

📌 Ev nivîs di hejmara 50yî ya e-kovara Kurdistanê de hatiye weşandin.

Ji bo daxistina PDFa kovarê, hûn dikarin serdana vê lînkê bikin: infowelat.com/bulten


📥 PDFa hejmara 50yî daxîne

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Tîrola Başûr: Ji asîmîlasyonê ber bi dewlemendîyê ve

Tîrola Başûr ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn ji bin rêveberiya Awistiryayê hate veqetandin û …