Nasnameya kolektîf a Glarusê ji sedsala 13an ve bi pêşketina komên gundî û hevkarîya wan a aborî re teşe girt; niştecîyên herêmê ji bo birêvebirina mêrg û zeviyan û parastina li hember lehîyan meclîsên herêmî yên bi navê tagwen ava kirin. Ev rêxistina civakî paşê rê li ber derketina meclîsa giştî (Landsgemeinde) vekir, ku di belgeyeke sala 1282an de wekî “civata mêran a tevahiya geliyê Glarusê” tê pênasekirin û paşê bû bingeha destûra bingehîn a demokratîk a kantonê.
PROFÎL
Nifûs: 42,482
Rûzemîn: 685.31 km²
Paytext: Glarus
Zimanê fermî: Almanî
Kengî tevlî Swîsreyê bû: 1352
Glarus kantoneke li rojhilat û navenda Swîsreyê ye û beşeke girîng a herêma almanîaxêv pêk tîne. Glarus yekane kantona Swîsreyê ye ku li ser ala wê û nîşana wê ya fermî wêneyê mirovekî—mîsyoner Saint Fridolin heye. Navê kantonê di bingeha xwe de ji peyva “clarus” (zelal/ronî) a latînî tê ku bi îhtimaleke mezin ji bo ava zelal a çemê Linthê an jî ji bo geliyên ronî yên herêmê hatibû bikaranîn. Kantona Glarusê li bakur û rojhilat bi kantona St. Gallenê re, li başûr bi kantona Graubündenê, li başûrêrojava bi kantona Uriyê û li rojava jî bi kantona Schwyzê re cîran e. Cografyaya kantonê hema hema bi tevahî ji hewzeya Çemê Linthê û şaxên wî pêk tê. Kanton ji lûtkeya bilind a Çiyayê Tödi (3,614 mêtro) ya li başûr, ber bi bakur ve heta Gola Walenê (Walensee) dirêj dibe. Ji bilî çemê Linthê, rûbarê Sernfê cografyaya kantonê dabeşî geliyên sereke dike.
Çend geliyên Alpê yên herî asê û balkêş dikevin nava sînorên Glarusê û piranîya erdên kantonê di ser 1,200 mêtroyî de ne. Di nava vê xwezaya muhteşem de, Gola Klöntalê (Klöntalersee) ku di navbera çiyayên bilind de veşartî ye, wekî yek ji golên çiyayî yên herî xweşik ên Swîsreyê tê naskirin. Her wiha, beşeke mezin a Devera Tektonîk a Sardona ku di lîsteya Kelepûra Cîhanê ya UNESCOyê de ye, di nav sînorên vê kantonê de cîh digire.
Ji ber ku kanton bi çiyayên asê û geliyên kûr dorpêçkirî ye, ji bilî şerîtekî teng ê li bakur, herêmên li dora çemê Linthê û çemê Sernfê, wargehên mirovan li cîhên din kêm in.
Kurtedirok
Dîroka nivîskî ya Glarusê bi desthilatiya Manastira Säckingenê dest pê dike, ku ji aliyê keşîşê îrlandî Saint Fridolin ve hatibû damezrandin. Lê belê kolanên arkeolojîk derxistine holê ku beriya vê serdemê jî li kevîyên Gola Walen û Kerenzenê romayî bi cî bûbûn. Ji salên 700î pê ve gelê alemanî koçî herêmê kir, lê dîsa jî zimanê almanî encax ji sedsala 11an û pê ve bû zimanê serdest ê herêmê. Nasnameya kolektîf a Glarusê ji sedsala 13an ve bi pêşketina komên gundî û hevkarîya wan a aborî re teşe girt; niştecîyên herêmê ji bo birêvebirina mêrg û zeviyan û parastina li hember lehîyan meclîsên herêmî yên bi navê tagwen ava kirin. Ev rêxistina civakî paşê rê li ber derketina meclîsa giştî (Landsgemeinde) vekir, ku di belgeyeke sala 1282an de wekî “civata mêran a tevahiya geliyê Glarusê” tê pênasekirin û paşê bû bingeha destûra bingehîn a demokratîk a kantonê.

Demografî û ziman
Kantona Glarusê ji ber cografya xwe ya çiyayî, yek ji kantonên herî kêmnifûs a Swîsreyê ye. Piranîya nifûsa wê ya ku îro li derdora 42.000 kesî ye, piranî li geliyên Çemê Linthê û li nevalên dora wê kom bûn e. Ev belavbûna cografî a asîmetrîk di heman demê de bandorê li strukturên beledîyeyan jî kirîye û loma jî bi reforma sala 2011an hejmara beledîyeyan hatîye kêmkirin.
Zimanê fermî û yê serdest ê kantonê almanî ye û zêdetirî 86%ê niştecîyan vî zimanî diaxivin. Di jiyana rojane de almanîya standard tenê di karên fermî û perwerdehîyê de tê bikaranîn, lê gel bi zaravayekî taybet ê devoka herêmî ku wekî Glarnerdeutsch (almaniya Glarusê) tê naskirin û ji koma zaravayên Höchstalemannisch e, diaxive. Ev zarava bi bilêvkirina xwe ya kûr a çiyayî û bi parastina hin formên peyvên kevnar ji zaravayên kantonên din ên deştê cuda dibe û nasnameya çandî ya kantonê xurtir dike.
Demografiya olî û zimanî ya kantonê bi taybetî di sedsala 19 û 20î de bi pêlên koçberiyê re gelekî rengîn bûye. Ji ber pêkhatina pîşesaziya tekstîlê ya di dîrokê de, kantonê di navbera salên 1950-1970yî de ji welatên wekî Îtalyayê karkerên koçber qebûl kirine, û bi vê re zimanê îtalî li Glarusê bûye xwedî bingeheke dîrokî. Îro rêjeya nifûsa biyanî li derdora 24% heta 25%ê nifûsa giştî ye. Piranîya van niştecîyên biyanî ji welatên Yekîtiya Ewrûpayê (bi taybetî Almanya, Îtalya û Portûgal) û piştî salên 1990î jî ji welatên Balkanan (Kosovayê, Makedonyayê) hatine. Di warê dîn de di navbera her du mezhebên sereke de hevsengîyekê heye: Nêzîkî 35% niştecî bi ser Dêra Reformbûyî ya Protestan ve û 35% jî bawermendên Dêra Katolîk in. Di salên dawî de ji ber koçberiyê pirengiya dînî zêdetir bûye. Îro misilman nêzîkî 6,5% û xristiyanên Ortodoks jî li derdor 2,3% nifûsa kantonê pêk tînin. Rêjeya mirovên ateîst (bêol) jî bi awayekî berbiçav zêde bûye û nêzîjî 6,5% bûye.

Aborî
Dahata ji xwedîkirina dewaran dihat bidestxistin, bi sedsalan çavkaniya sereke ya debera Kantona Glarusê bûye. Di sedsalên 16 û 17an de bazirganiya kelûpelên pîşesazî (mobîlye û berhemên din ên ku bi destan dihatin çêkirin) bû parçeyeke aboriyê. Ji sedsala 18an û pê ve hilberîna tekstîlê dest pê kir û kargehên yekem hatin vekirin. Lê belê, bikaranîna makineyan di pîşesaziyê de tevî ku aborî pêş xist jî, bû sedema jikarderxistina gelek karkeran û di encama vê de koçberiya ber bi derve dest pê kir. Di nîvê sedsala 19an de, ji her diwanzdeh kesan yekî ji Glarusê koç kiribû.
Aboriya Glarusê ji sala 1865an û şûn ve ket qonaxa pêşketineke wiha mezin ku wekî “mucîzeya aborî ya Glarusê” hat pênasekirin. Di vê demê de nifûs bilez mezin bû û bi taybetî di warê pîşesaziya tekstîlê û hilberîna qumaş de serfiraziyeke girîng bi dest xist. Ev geşbûna dîrokî kanton veguherand navendeke xurt a hilberînê û îro Glarus di warê nifûsa di pîşezayî de dixebitin bû kantona yekemîn a Swîsreyê. Nêzîkî 40%ê hemû karkeran di sektora pîşesaziyê de dixebitin. Muhendisîya mekanîkî, elektronîk, çêkirina qaliban, plastîk, muhendisîya otomobîlan, tekstîl, farmakolojî û hilberîna xwarin-vexwarinê qadên sereke yên vê pîşesaziyê ne. Di heman demê de, 50%ê hêza kar di sektora xizmetguzariyê de cih digire û çandinî-darvanî jî bi rêjeya 10% sektora herî biçûk e.
Îro Hilberîna Navxweyî ya Neteweyî (HNN) ya Glarusê gihîştiye nêzîkî 2,8 mîlyar frankên Swîsreyê (CHF) û HNN serê her kesî jî bûye 72.649 CHF. Ev aboriya xurt bi saya sektora pîşesaziyê ya pêşketî û saziyên fînansî yên nûjen dimeşe. Gelek şîrketên pîşesaziyê mîna Swisspor û Europoles li Kantona Glarusê xebatên xwe dimeşînin. Di nav wan de şîrketa Netstal Maschinen AG, ku di sala 1857an de hatiye damezrandin, mînaka herî kevn û çalak a vê pîşesaziyê ye. Navenda karûbarên global a şîrketa denmarkî Carlsberg li Glarusê ye. Her wiha, şîrketa bîraya Adler Bräu, şîrketên wekî Läderach (çîkolata) û Glarner Schabziger(penêrê) li vê kantonê ne. Ji bilî pîşesazî û fînansê, ji ber hebûna gelî, gol û çiyayan, tûrîzm jî çavkaniyeke din a girîng a dahatê ya kantonê ye. Her sal gelek tûrîst ji bo dîtina Devera Tektonîk a Sardonayê (ku di lîsteya UNESCOyê de ye) tên herêmê. Havîngeh û navendên sporên zivistanê yên li Elm, Braunwald û Kerenzerbergê, ligel tesîsên li dora Gola Walenê, her sal malovanîyê ji hezaran tûrîstan re dikin.
Sîstema polîtîk
Sîstema polîtîk a Kantona Glarusê li ser bingeha demokrasiya rasterast a herî kevnar û kevneşopiyên kûr ên herêmî hatiye avakirin. Taybetmendiya herî mezin a ku Glarusê ji kantonên din cuda dike, awayê lidarxistina Landsgemeinde (Civata Gel) ye. Salê carekê, di yekemîn yekşema meha gulanê de, hemû welatiyên xwedî mafê dengdanê li qada herî mezin a bajêr dicivin. Gel li wir bi rakirina destan rasterast qanûnan qebûl dike, bacan diyar dike û guhertinên qanûnan dipejirîne. Ji ber vê yekê, li ser asta kantonê pergalên dengdana klasîk (dengdana bi sindoqan) ji bo qanûnan nayên bikaranîn.
Her çend biryardarê herî bilind gel bixwe be jî, kanton xwedî parlamento û hikmetekê ye ku karên rûtîn dimeşînin. Parlamentoya kantonê (Landrat) ji 60 kursiyan pêk tê û endamên wê ji aliyê gel ve ji bo çar salan tên hilbijartin. Hikûmeta kantonê (Regierungsrat) mîsyona rêveberiyê digire ser xwe û berevajî kantonên mezin, tenê ji 5 endaman pêk tê. Partiya rastgir SVP, ya navendî Die Mitte, ya lîberal FDP tevlî SPyê (Partiya Sosyalîst) hêzên sereke yên polîtîk ên kantonê ne.
Di Parlamentoya Federal a Swîsreyê de, Glarus ji ber nifûsa xwe ya kêm bi yek nûnerekî tê temsîlkirin. Kanton tenê 1 parlamenter dişîne Konseya Neteweyî (Nationalrat) û her wekî her kantonê 2 senatoran dişîne Konseya Kantonan (Ständerat). Destûra Bingehîn a Kantona Glarusê bingeha mafên demokratîk, parastina azadiyên çandî û saziyên hiqûqî diparêze. Di warê darazê de, Dadgeha Bilind (Obergericht) saziya herî bilind e û di bin banê wê de Dadgeha Rêveberiyê (Verwaltungsgericht) û dadgehên kantonal (Kantonsgericht) berpirsiyariya hiqûqî bi cih tînin.
Di warê dabeşbûna îdarî de, Glarus di salên dawî de reformeke radîkal pêk anî û asta navçeyan bi tevahî rakir. Kanton îro tenê ji 3 belediyeyên mezin (Glarus Nord, Glarus û Glarus Süd) pêk tê. Di dabeşkirina erkan de, kanton berpirsiyariya karên stratejîk ên mîna polîs, dadgeh û nexweşxaneyan digire ser xwe; lê her sê belediyeyên otonom birêvebirina perwerdehiya seretayî, xizmetên civakî û sazkirina binesaziyê dimeşînin. Herwiha, ev beledîye xwedî azadiyeke xurt a darayî ne û mafê wan hene ku rêjeya baca xwe ya herêmî û plana bikaranîna erdên xwe bixwe diyar bikin.
Fotoyê sereke: Landsgemeinde 2009/fOTO: Marc Schlumpf, www.icarus-design.ch, CC BY-SA 3.0
Amadekar: Necat Ayaz-Fatoş Demirtaş
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat